Ji ciwanan li dijî tecrîdê kampanya: Cenga azadiyê serbixin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya “Cenga azadiyê serbixin” ragihandin.

Qamişlo-  Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, gel li ser piya ye. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekî kampanyaya “Cenga azadiyê serbixin” ragihandin.

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku ji 1999’an û vir ve bi pergala îşkence ya li Îmraliyê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û hat gotin ku nehiştina têkiliya wî bi cîhana derve û heta malbat û parêzerên wî re, binpêkirina eşkere ya mafên wî yên girtiyan e û binpêkirina rûmeta gelê Kurd, civak û mirovahiyê ye.

 ‘Ji ber serî netewand peyamên tehdîdê jê re şandin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Çend roj berê me dizanîbû ku ji aliyê dewleta dîktator a faşîst û zalim ve ji Rêber Apo re peyam tên şandin û îroniya ecêb nîşan dide ku çawa destûr nayê dayîn ku yek peyamê bişîne û bi zorê peyamên xwe werdigire? Ji ber ku serî li ber faşîstan nedaye û di pozîsyona xwe ya şoreşgerî de israr kiriye, bi rêya vê jî dixwazin Rêbertî tehdîd bikin.

Em weke rêxistina ciwanan û jinên ciwan, dewleta Tirk a dagirker û saziyên têkildar ên ku îdîa dikin mafên mirovan diparêzin, rasterast ji kiryarên zext û zordariyê berpirsyar dibînin ku li girtîgeha Îmraliyê tên kirin, em ê van binpêkirinan bi ti awayî qebûl nekin.

‘Em ê têkoşîn bikin’

Em ê van kiryarên dagirkeriya Tirk ên li ser Rêber Apo qebûl nekin, em ê bi her awayî bixebitin, têbikoşin û em ê qiyametê li hundirê Tirkiyê bikin. Û hemû dewletên kolonyalîst û hêzên ku li dijî doza me di serî de NATO û Rûsya komplo dikin, ji vê rewşê berpirsyar in û em wan bi tevahî berpirsyar dibînin.

‘Rabin ser piya’

Em daxwaza demildest azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bang li hemû gel û ciwanan dikin ku ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê rabin ser piyan û ji bo guhertina rewşa heyî em bi hemû derfetên xwe têdikoşin. Rêber Abdullah Ocalan rûmeta me û çavkaniya hebûna me ya gel, çand û dîroka me ye.

Û em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji niha û pê de destpêkirina hemleyeke giştî ji bo Rêbertiyê radigihînin. Hemû çalakî û çalakiyên me wê ji bo azadiya Rêbertî di aliyê fîzîkî de bin. Em destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina dîwarên Îmraliyê bidomînin û heta ku em statûya Rêber Abdullah Ocalan neguherin em ê jiyana xwe ya asayî rawestînin û careke din bang li hemû gel û pêkhateyên ku bi projeya demokrasiyê bawer in. Milet ji bo parêzvanê mirovahiyê Rêber Apo rabe ser piyan. Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin, û Rêberê xwe azad bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.