Danişîna cerdevanê bersûcê destdirejiyê carek din hat taloqkirin

Danişîna cerdevan Ramazan Babat ê ku ji ber sûcê dest direjiya zarokekî dihat darizandin, ji ber mazeret ragihandina parêzer carek din hat taloqkirin.

Şirnex- 5'emîn danişîna doza cerdevan Ramazan Babat ê ku di Gulana sala 2022’yan de li bajaroka Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê dest dirêjî zaroka 16 salî S.G. kiribû, dihat darizandin hat dîtin.

Ramazan Babat ê ku li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ji ber sûcê ‘Îstîsmara zayendî ya bi wesf a li dijî zarok’ tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de, parêzerê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî amade bû.

Danişîn taloqî 2'ê Cotmehê hat kirin

Parêzerê bersûc ku ji bo 3 danişînan doza demê kiribû, di vê danişînê de jî mazereta xwe ragihand û tevlî danişîne nebû. Heyeta dadgehê jî ji ber ku dosye di qonaxa biryardayinê de ye, danişîna dozê taloqî 2'ê Cotmehê kir.