Li Îranê sifreyên vala û nifşên di bin gefê de

Li Îranê enflasyona xurekê gihîşt sedî 115 û sifreya xwarinê ya malbatan her ku diçe biçûk dibe. Pispor hişyariyê didin ku ev qeyran êdî ne tenê aborî ye; bi birçîbûn û bêewlehiya xurekê rasterast gefê li tenduristiya jinên ducanî û paşeroja zarokan dike.

PERŞENG DEWLETYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di bihara 2026’an de, li Îranê enflasyon êdî bûye beşek ji jiyana rojane ya wêranker. Daneyên ku di heman demê de hatine weşandin, nîşan didin ku enflasyona hêyî leztir bûye û bihayên xurekê pir zêde bûne. Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, ragihand ku rêjeya enflasyonê ya salane ya bihara 2026’an ji sedî 73.5 bû û enflasyona xurekê jî ji sedî 115 bû. Di heman raporê de hate diyarkirin ku rûn, birinc û mirîşk di nav berhemên ku zêdebûna bihayê herî tûj nîşan didin de ne. Di asta makroaborî de jî, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ji bo Îranê di sala 2026’an de rêjeya enflasyonê ya navînî ya ji sedî 68.9 û mezinbûna GDP ya rastîn a ji sedî -6.1 pêşbînî dike. Ev nîşan dide ku qeyran ne tenê tê wateya "bihayên zêde"; di heman demê de tê wateya qelskirina kapasîteya mirovan ji bo xwarina têr, xirabûna tenduristiyê û sînordarkirina mafê wan ê jiyanek asayî.

Her wiha rapora hevbeş a ji aliyê UNICEF û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve sala di 2025’an hate weşandin de, der barê enflasyona xurekê ya bilind û domdar ji bo mîlyonan kesan gihîştina xwarinên tendurist dijwar dike û barê herî giran jî jin û zarok hildigirin de hişyariyan dide. Li gorî raporê, her zêdebûna ji sedî 10 a di bihayên xurekê de bêewlehiya xurekê û qelsbûna zêde ya zarokên di bin pênc salî de zêde dike. Rapor, tekez dike ku jin ji ber newekheviya zayendî, berpirsiyariyên lênêrînê û asta dahata kêmtir, li dijî bihayan qelstirin.

Em ji bo ku vê qeyranê ji nêztir lêkolin bikin, bi lêkolînera xizmetên civakî ya navê Şîva R. bikartîne re hevdîtin pêkanî.

“Tişta tê jiyîn, ne meseleya bilindbûna bihayê çend berheman e, em bi "hilweşîna gav bi gav a xurekê ya erzan" re rû bi rû ne. Dema ku enflasyona xurekê ji enflasyona giştî derbas dibe, malbat pêşî dest bi kêmkirina goşt, berhemên şîr, fêkî û sebzeyan dikin. Piştre jî dev ji kalîteya proteîn û cûrbecûrbûna berheman berdidin. Di qonaxa din de, dayîk ji bo zarokên wan xwarin bixwin, mezinahiya para xwe kêm dikin. Ev cûdahî di havîna 2026’an de bi zelalî hate dîtin. Enflasyona giştî jixwe pir zêde bû, lê bihayên xurekê hêj zêtir zêdebûn û komên kêmdahat nikarin xwe bigihînin hinek xurekan.

Gelo di vê qeyranê de çima zûtir û ji yên din girantir bandor dibin?

Ji ber ku jin piranî caran kesên ku di malê de qeyranê birêve dibin. Jin tiştan dikirin, xwarinê amade dikin û barê lênêrînê hildigirin. Her weha, di gelek malbatan de dahata jinan ji ya mêran kêmtir an biserûbertir e. Rapora "Rewşa Ewlehiya Xurek û Xwarinê ya li Cîhanê ya 2025" tam vê yekê destnîşan dike.  Newekheviyên li ser bingeha zayendî di gihîştina çavkaniyan û berpirsiyariyên lênêrînê de kapasîteya jinan ji bo çareserkirina enflasyonê kêm dike û carna jinê neçar dike ku xwarina xwe kêm bikin. Ji aliyê çandî ve, ev krîz bi lez li ser milên jinan tê danîn; ji ber ku "xwefedakirin" ne wekî nîşanek zordariya avahîsaziyê, wekî erdemek dayîktiyê tê dîtin.

Gelo ev zext ji bo jinên ducanî tê çi wateyê?

Ji bo jineke ducanî, pirsgirêk ne tenê kêmbûna kaloriyan e, kêmasiya mîkronutrîyentan e wekî hesin, iyot, folat, kalsiyûm û zincê ye. Li gorî UNICEF’ê, kêmbûna xurekê ya di dema ducaniyê de dikare bibe sedema anemiyê, preeklampsiyê, xwînrijandinê û heta mirina dayîkê. Ev yek ji bo pitikê, dikare bibe sedema mirina pitikê, giraniya kêm a zayînê, qelsiya ji ber kêmbûna xurekê ya giran û derengketina pêşveçûnê.

Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tekez dike ku giraniya kêm a zayînê nîşanek girîng a pirsgirêkên tenduristiya giştî yên piralî ye û bi kêmbûna xurekê ya dayikê ya demdirêj, nexweşiyan û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş a di dema ducaniyê ve girêdayî ye. Li Îranê, ev qeyran êdî ne hîpotetîk e. Meta analîzek ku li ser jinên ducanî yên Îranî hate çêkirin, rêjeya bêewlehiya xurekê wekî ji sedî 45 hesab kir. Lêkolînek nû ya li Qezvînê hate çêkirin jî ev rêjeyê wekî ji sedî 71.4 ragihand.

Gelo em li Îranê ji bo nifşê pêşerojê bi gefek bêdeng re rû bi rû ne?

Bê guman. Dema ku ducanî di bin şert û mercên bêewlehiya xurekê de çêdibe, zirar ne tenê bandorê li laş dike, her wiha bandor li ser pêşkeftina zarok jî bike. Rapora "Rewşa Ewlehiya Xurek û Xwarinê ya li Cîhanê 2025’an " nîşan dide ku bihayên xureke yên zêde bi kêmbûna xurekê ya giran û qelsiya zarokên di bin pênc salî de ve girêdayî ne. UNICEF’ê diyar dike ku misogerkirina gihîştina xwarina xurek a ji bo jin û zarokan, yek ji pêşîniyên herî girîng ên polîtîkayên xwarinê ye, ji ber ku kalîteya wan a xwarinê pir zû û bi giranî kêm dibe.

Bi kurtasî, enflasyona xurekê ne tenê maseya xwarinê kêm dike, di heman demê de bandorek neyînî li ser bilindahî, giranî, kapasîteya fêrbûnê û berxwedana biyolojîkî ya pêşeroja zarok dike.

Gelo ev qeyran îro di jiyana rojane ya li Tehranê de çawa tê dîtin?

Li Tehranê, qeyran bi hesabkirinek bêrehm dest pê dike. ‘Ji bo ku em vê hefteyê derbas bikin, divê em îro dev ji kîjan xwarinê berdin?’ Ev hesabkirin pirsgirêkek makroaborî vediguherîne polîtîkayek mayînde ya navxweyî. Dema ku bihayên birinc, rûn, mirîşk, berhemên şîr û fêkiyan ji dahata heyî zêdetir dibin, malbat ji "pirrengiyê" ber bi "domandina jiyan" ve tên ajotin. Astengiyên di veguhastinê de û zêdebûna lêçûnên enerjî û gubreyan a ji ber şerê bi Îranê re, li ser pêlek nû ya zêdebûna bihayên xurekê li welatên nazik dibe sedema gefek mezin.

Gelo pirsgirêk tenê bihaya berheman e an jî bêewlehiya xurekê ya rast jî heye?

Her du jî hene, lê ne bi heman astê. Li Îrana, zêdebûna bihayan ji ewlehiya xurekê derbas bûye. Li gorî rapora hevbeş a FAO, UNICEF û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ger bihayên xurekê bilind bimînin, gihîştina xurekê ya tendurist wê ji bo komên kêmdahat nayê gihandin û bêewlehiya xurekê wê zêde bibe. Lêkolînên li ser jinên ducanî ya li Îranê jî, nîşan didin ku bi taybetî di malbatên kêmdahat de, yên ku li deverên gundewar dijîn û yên ku sîgorta an ewlehiya civakî ya têrker nîne de, bêewlehiya xurekê pir belav e. lewma, qeyran ne tenê li ser "bihayên bilind" e, xurek veguheriye amûrekî ku pêlekî mezin a civakê bêpar dihêle.

Dema ji aliyê perspektîfa refaha civakî tê temaşe kirin, çima rewş di bihar û destpêka havîna 2026’an de hesastir bû?

Ji ber ku çend zextên mîna enflasyona pir bilind, kêmbûna hêza kirînê, nezelaliya di bazara danûstandina biyanî de û bandora şokên herêmî ya li ser enerjî û kelûpelên çandiniyê di heman wextê de kombûn. Zêdebûna bihayên gubre û enerjiyê, dikare bibe sedema kêmbûna dabînkirina genim, xwarina heywanan, berhemên şîr û goşt. Fona Pereyan a Navneteweyî, ji bo sala 2026’an enflasyon û mezinbûna aborî ya neyînî ya bi qasî ji sedî 69 pêşbînî dike. Ev tê wê wateyê ku her çend bihayên hin berheman demkî stabîl bibin jî, avahiya giştî ya aborî ne tendurist dimîne. Di hawîrdorek wusa de, havîn ne tenê demek germahiya zêde ye, di heman demê de demek e ku bandorbûna xurek û derûnî ya malbatan zêde dibe.

Gelo encamên vê yekê ya li ser zarokan çi ne?

Zarokek enflasyonê bi hejmaran fam nake, bi rêya kêmbûna nan, şîr, fêkî fêm dike û zêdetir enfeksiyonan jiyan dike. Li gorî rapora "Rewşa Ewlehiya Xurek û Xwarinê ya Cîhanê ya 2025’an", her zêdebûna ji sedî 10’an a bihayên xurekê, dibe sedema zêdebûneke girîng a bêewlehiya xurekê, zêdebûna kêmbûna giran a xurekê û qelsbûna zêde ya li zarokên di bin pênc salî de. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, kêmbûna giraniya jidayikbûnê bi kêmbûna giraniya dayîkan û lênêrîna nebaş di dema ducaniyê ve girêdide. Lewma, zarokê di roja me ya îro de ewilî di zikê dayîka xwe de û piştre di sifreya malê de zirar dibînin.

Gelo divê ji aliyê polîtîkayên civakî ve çi were kirin?

Ya ewilî, divê em qebûl bikin ku bersiva vê qeyranê ne tenê li ser vekolînan an şîretên exlaqî ye. Rapora "Rewşa Ewlehiya Xurek û Xwarinê ya li Cîhanê a 2025" bi zelalî diyar dike ku di demên bihayên xurekê bi lez zêde dibin de, welat hewceyê polîtîkayên armanckirî û bernameyên piştgiriya civakî yên li ser xurekê ne. Ya duyemîn, divê ceribandina neewlehiya xurekê bi tundî di mîhengên lênihêrîna tenduristiyê ya seretayî de ji bo jinên ducanî were bicîh kirin. Ya sêyemîn, divê ji bo jinên ducanî û malbatên bi zarokên biçûk piştgiriya xurekê ya rasterast û şopîner hebe. Ya çaremîn jî divê siyaset bi "piştgiriya hilberînê" ve sînordar nebe û divê li ser "misogerkirina gihîştina xwarina bi tendurist" bisekine. Ji ber ku di dawiyê de, pirsgirêk ne tenê bazar e, hilberandina ked û jiyanê ye.

Gelo ger hûn vê hevpeyvînê bi nirxandinek biqedînin, hûn ê çi bibêjin?

Enflasyona xurekê ya li Îranê ya di sala 2026’an de, ne têkçûnek aborî ya demkî bû ye, şêwazekî hilweşîna civakî ku li metbexê dest bêdike, li bedena dayik û zarokan û piştre ji wir jî li tevahiya pergala civakî belav dike ye. Dema ku xurek, ji sifreyên komên kêmdahat derdikeve, yekem tiştê ku winda dibe cûrbecûrbûn e û piştre jî hêdî hêdî, tenduristî, ewlehî û hêviya pêşerojê jî winda dibe. Qeyrana îroyîn a Îranê, divê ne tenê di hevsengiyên aborî de, di heman demê de di bedana mirovên ku neçar in her roj hinekî kêmtir bixwin de jî were dîtin. Ango pirsgirêk tenê lêçûna bilind a xurekê yê, hilweşîna sîstematîk a şiyana mirovan a jiyanek tendurist e.