Ji bo Mala Jin di 6 mehan de 456 serlêdan hat kirin

Mala Jin ku ji bo mafên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 456 dozan çareser kirin, hat diyar kirin ku bi pêkanînên dervayî exlaqî yên li dijî jin û zarokan têdikoşe.

DELAL REMEZAN

Heseke- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mala Jin, bi salan e ji bo mafên jinan, wekheviya zayendî û hişmendîbûna jinan xebat dimeşîn e.

Endama Mala Jin Menal Xelîf, da zanîn ku Mala Jin armanc dike ku edaleta civakî û çanda malbata demokratîk belav bike, li dijî hemû pêkanînên dij exlaqî yên li dijî jin û zarokan têdikoşe û ji bo çareseriya pirsgirêkên malbatî û civakî dixebit e.

Ji Mala Jin re di 6 mehên ewil de 456 serlêdan hat kirin

Menal Xelîf, diyar kir ji Mala Jin re bi gelemperî serlêdanên lihevnekirina nava malbatê tên kirin û da zanîn ji bo Mala Jin her roj bi taybetî ji ber lihevnekirinên nava zewacê gelek serlêdan tên kirin. Menal Xelîf diyar kir hewil didin pirsgirêkan bi awayekî adil çareser bikin û wiha axivî: “Dema dozên têkildarî pirsgirekên nava malbatê tên, em rêze nîqaşên ku dê mehekê bidomîn, pêktînin. Em bi kordîneya dadgehê re, bi hemû aliyên di dozê de cih digre re hevdîtin pêktînin. Di 6 mehên ewil ên sala 2023’an de 266 lihevnekirinên zewacê, 43 lihevnekirinên nava malbatê, 58 lihevnekirinên kamûyê, 10 pirjinî, 5 jî pirsgirêkên cuda û ji bilî dozên têkildarî zecawa kesên di bin 18 salî de, 25 dozên raye û nafakayê, 17 daxwaza maf û 32 jî dozê tundiyê hat. Piraniya van serlêdanan ji aliyê saziya me ve hat çareserkirin. Dozên nehatin çareserkirin jî sewqî Dîwana Edaletê hatin kirin. Em li gorî qanûn û usûlan rewşa dozan dişopînin."

‘Mala Jin ji bo wekheviya civakî, stargehek e’

Menal Xelîf, Konferansa Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 8'ê Tebaxê de bi dirûşma "Em ê bi şoreşa jinê azad re malbata demokratîk pêş bixin" pêkhat jî nirxand û wiha got: "Di vê pêvajoyê de biryarên gelekî girîng hatin girtin. Di konferansê de bihêzkirina jinan a aborî û vekirina kursên hişmendiyê jî di nav de ji bo pêkanîna karên mal û hiqûqa malbatê, biryara bi saziyan re xebat meşandin hat girtin. Mala Jin, ji bo misogerkirina edalet û wekheviyê ya di navbera her du aliyan de, stargeha hemû jinan e.”