Rapora JINNEWS ya tundiya Tebaxê: 28 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora JINNEWS’ê ya meha Tebaxê, 28 jin û 2 zarok hatine qetil kirin. 21 jin û 2 zarok bi guman jiyana xwe ji dest da, 4 jin jî xwestin qetil bikin.

Navenda Nûçeyan- JINNEWS’ê daneyên tundiya li ser jinê û qetlîamên jinan ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kir û belav kir. Di meha Tebaxê de 28 jin û 2 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 21 jin û 2 zarokan jî bi guman hat dîtin. Herwiha 4 jin jî ji aliyê mêran ve xwestin bên qetilkirin.

Di dema ku daneyan li Kurdistan û Tirkiyeyê tabloya tundiya li ser jinan zêde dibe derdixe holê, daxuyaniyên rêxistinên jinan û hin saziyan ku dane ji ya ku di çapemeniyê de derdikeve zêdetir e, balê dikişîne. Herwiha polîtîkayên bêcezakirinê yên di pergala darazê de, daxistina cezayan ya li ser mêran û nêzîkatiyên mêrane weke sedemên herî mezin ên zêdebûna komkujiyên li ser jinan tên binavkirin. Ajans nîşan dike ku tundî bi taybetî li herêma erdhejê zêde buye, tê gotin ku jin li dijî tundiyê xwe nikarin bigihînin mekanîzmayên pêwîst.

Kiryar mêr ên herî nêzin

Ji 28 jinan 17 jê ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîn, 4 ji aliyê hevalên xwe ve, 2 ji aliyê mêrên ku nas dikirin û 3 jî ji aliyê mêrên ku di pêvajoya hevberdanê de bûn ve hatin qetilkirin. Têkiliya jinekê jî bi kiryar nehat hînbûn.

Li Stenbolê 6, li Orduyê 1, li Enqereyê 2, li Denizliyê 2, li Bursayê 2, li Antalyayê 2, li Edeneyê 3, li Konyayê 2, li Nevşehirê 1, li Nigdeyê 1, li Balikesirê 1, li Hatayê 1, Li Rihayê 1, li Semsûrê 1, li Kocaeliyê 1, li Gîresûnê 1 û li Tekîrdagê jî 1 jin hatin qetil kirin.