Li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê didome

Emîne Şenyaşar a bi sandalyeya bi tekelik di roja 41'ê de li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê didomîne, negirtin wezaretê.

Enqere – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê Parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû berdewam dike. Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê di roja 41'ê de li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê dewam kirin. 

Emîne û Ferît ên bi dowiza "Edalet" çûn ber Wezareta Dadê negirtin hindûr. Li ser gotina xebatkarên ewlehiyê ya "wezîr ne li vir e" Emîne û Ferît vegeriyan.