'Ji bo ku kûçik cenazeya min nexwin min 5 roj nobet girt'

“Qêrîn, dengê baranê, qêrîn” ev gotin aîdê Hasret Sekman a ku şeva erdhejê mala wê hilweşiya û ji malbata xwe hejmarek zêde mirov windakir e. Hasret Sekman van kêliyan bi van gotinan vedibêje; Ji bo ku kûçik cenazeya min nexwin min 5 rojan nobet girt.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Piştî erdhejê roj derbas bûn, lê mirov hêj şoka destpêkê ji ser xwe neavêtin; nikarin biavêjin. Welatiyên Semsûrê ku nikarin qêrîna ji xirabeyên avahiyan tên, dengên alîkariyê û bandora her dilopek baranê ya bi sermayê re avadike nikarin ji hefizeyên xwe jê bibin, gelek caran daxwaza dikin ku tiştên jiyanê bila bibe xewnek xirab. Li bajarê ku hemû kes ne yek ne du xizmên xwe û hezkiriyên xwe windakirin, bi hilweşandinê re bîranîn, rabirdû û hêvî jî tune bûn.

Tenê serpêhatî man

Li Semsûra ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û weke tegîhana gel veguherî 'bajara xeyalet', ne dîmenê ku me kişandiye ne jî gotinên ku em dibêjîn têra vegotin û nîşandana rastiyê nake. Erdheja ku em bi gotina 'xirabe, xirabe, xirabe, cenaze, cenaze, cenaze' ji du milan dihejmerîn, li pey xwe çîrokên pir mezin hişt. Tiştê herî dawî ya hemû kesên alîkariyê bixwaze tê bîra wê/wî dengê baranê û qîrînan e. Ji bo gotinên rast ên ku divê li bajêr werin vegotin, em kamerayên xwe vedizivirînin kesên ku wê rojê jiyane.

Ji ber ku ez difikirim piştî van rêzan her tiştê ku ez binivîsim dê ji bo vê nûçeyê zêdeyî be, hemû gotinên piştî vê ji Hasret Sekman a ku di erdhejê de 71 xizmên xwe winda kir re dihêlim. Hasret Sekman bivan gotinan dest bi axaftina xwe dike: “Ez ji aliyê fizîkî ve baş im, bedena min neket gorê, lê ez nizanim çawa dijîm û çawa dimeşim” dest bi axaftina xwe dike.

'Ez qet nikarim wan dengên qîrîn û alîkariyê ji bîr bikim'

Hasret Sekman bi gotinê "Ma hûnê min fêm bikin?" dest bi axaftina xwe dike û wiha dewam dike: “Roja erdhejê ez bi dayik û bavê xwe re derketin derva. Piştî ku ew derketin derva hemû kes diqîriya. Mala me hilweşiya, ez çawa derketim derva meziyam malan jinmama xwe. Wê rojê baranek pir zêde dibariya. Lingên jinmama min di bin xirbeyan de mabû, dîsa mamê min û dotmama min di bin xirbeyan de jiyana ji dest dan. Lê cenazeya dotmama min qismek li hundir, qismek jî li derve bû. Me hewilda jinmamê xwe derxin, lê me nekarî derxin. 18 saetan li wir di nava êşan de me. Kes nehat alîkariya me. Cihê ku em lê negeriyan nema, lê navendên alîkariyê ji bo em xwe nebigihînin wan, li her derê xet û şebek qut kirin. Me nedikarî xwe bigihînin kesek, me hewl da bi gel re bi serê xwe hin tiştan bikin.

Pênaseya vê êşê nîne

Jinmama min 18 saetan di bin xirbeyan de ma. Ji bo keça xwe ya ku perçeyek li derve bû nebîne, em neçar man serê dotmam xwe bigrin. Bi saetan kes alîkarî nekir, me got êdî jin mir, piştî vê em bi saetan ji bo alîkariyê bang kir. Hemû kes digiriya, mirovan di bin xirbeyan de diqîriyan û alîkariyê dixwastin. Herî dawî dema alîkarî nehat, me lingê wê li wir hişt û jinmam xwe ji wir derxist. Ez nikarim pênaseya vê êşê û vê dîmena bikim. Em bi derfetên xwe hem jinmama min hem jî pismam û dotmamên xwe yên din derxistin. Sê roj kes nehat alîkariya me. Gel hewl da bi serê xwe hin tiştan bikin û xirabeyên xwe derxin.

Dê Semsûr ji bîr nake ku em bi tenê hatin hiştin

Li avahiya kêlekê jinek 3 rojan bang kir. Kesek ji me nikarî tiştek bike. Piştre dengê wê qutbû û enerjiya wê qediya, bi keviran li diwar xist. Kes tiştek nekir. Herî dawî cenazeyê jin ji wir hat derxistin. Em ê van qêrînên ji bîr nekin, Dê Semsûr vê yekê ji bîr neke. Kes nikare ew 3 rojên ku em bit enê hatin hiştin ji bîr bike û emê ji bîr nekin jî. Meta min jî dîsa wisa, dotmam û pismamên min ên din jî wisa ye. Piştî 7 rojan me karî cenazeyên wan ji binê axê derxînin. Ez ji bo ditîna cenazê kesên jê hez bikim dua kir. Rizgar nekirin, min ji bo cenazeyên wan derbikeve dua kir.

Mirov xwarin dixwin, av vedixwin lê nizanin çawa dijîn

5 rojan me nekarî dotmama min a jiyana xwe ji dest da ji bin xirbeyan derxin. Laşê wê bû sê perçe. Ji ber ku canê me diêşiya me nikarî tiştek bibêjin. Rewşa me ya ku em bigirîn nema bû. Ez ji bo kûçik cenaze ya dotmama min nexwin, pênc rojan li ber vê xirabeyê nobet girt. Ez 5 rojan nerazam. Ma tu qet du rojan bê xew ma? Min pênc rojan new nekir. Hemû mirovên li vir wisa ne, hemû xwarin dixwin û avê vedixwin, lê nizanin çawa xwarin dixwin û dijîn. Em dijîn, lê em nizanin em çawa dijîn. Em ji malê xwe, ji aramiya xwe bûn, me hemû hezkiriyên xwe winda kir. Sê rojan ji tu kesî kes nehat. Cenazeyên me bi rojan di bin xirbeyan de man. Rojeke pir xerab bû. Temam, ez ji aliyê fizîkî ve baş im, bedan min nespartin axê,  lê ez nizanim çawa dimeşim û çawa dijîm. 71 canê min çû. Mirovên ku min evarî axivî û roja din hev bibinim hebûn, ji ber ku alîkarî nehat min van hezkiriyên xwe windakir.

Dewleta ku di bin xirbeyan de alîkariyê nekir, paşê nan bide çi ye…

dewlet qet alîkariya me nekir. Dewleta ku dema zindî bû alîkariya min, miriyên min derxe çi ye? Jixwe wisa û wiha bûye ax. Ez nikarim qêrîna vê jinê û jinmama xwe ji bîr bikim. Dema mudaxale hewce dikir, mudaxale nekin, piştî vê çi kirin kes eleqeder nabe. Ma dewleta ku sê rojan jin, mêr û zarokek ku di bin xirbeyan de deng diqîriya dernexist, paşê alîkarîya min bike çi ye... Nanek bide min çi ye... Ez ji xwe wek miriyan dijîm. Ji bo mirovên ku hêviya wan ya jiyanê hebû dest dirêj nekir, jiyana xwe ji dest da. An ji birçîbûn e, an ji sermayê an jî ji tîbûnê mir. Em nizanin ka ew çi jiyan kirine. Hûn nikarin di navbera çar dîwaran de tiştekî bikin, hûn dibêjin alîkarî, lê dewlet nay û alîkariyê neke.”