Ji bo kesên ku ji Bahoza Danîel rizgarbûne piştgiriya derûnî tê dayîn

Piştî ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên lêhiya li Lîbyayê bi dawî bûn, ji bo jin û zarokên ku ji bahoza Danîel rizgar bûne, xebatên piştgiriya derûnî dest pê kirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di xirbeyên ji ber bahoza Danîel a ku bajarên Rojhilatê Lîbyayê hilweşand, bi deh hezaran kes mirin û herî kêm 30 hezar kes jî koçber bûn, ber bi dawîbûnê ve diçin. Rêxistinên xwecihî û navneteweyî li Lîbyayê li rexa alavên bijîjkî, tîm û dilxwazên lêgerîn û rizgarkirinê,  ji bo kesên ji bahozê rigarbûne dest bi organîzekirina xebatên ji bo peydakirina piştgirîya derûnî kirin.

Bi taybetî hedef zarok in

Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Navdewletî ya Lîbyayê, bi hevkariya Nexweşxaneya Psîkiyatrî Al-Ruwaî’î ya li Bîngaziyê, rêze bernameyên semîneran di 28’ê Îlonê dest pê kir û wê di meha Cotmehê de berdewam bike. Piştgiriya derûnî û rehabîlîtasyonê wê ji bo zarokan, bi taybetî mexdûrên karesatê bê dayîn. Di komxebatên zanistî de pisporên jin ên di warê derûnî û bijîşkiya civakî de, endamên kadroyên fakulteyên tibî û derûnnasiyê û gelek derûnnas û pisporên civakî yên pispor di warê lênêrîna zarokan de beşdar bûn. Di komxebatan de gelek mijarên wekî di dema qrîzê de çawa bi zarokan re mijûl dibin, pirsgirêkên ku pê re rû bi rû tên tesbîtkirin û rêyên çareserkirinê tên kirin.

Ji bo zaroka xebatên piştgiriyê

Yek ji beşdarên sempozyûmê Salha Akhras diyar kir ku dermankirina stresa piştî trawmayê pir girîng e, bi taybetî ji bo zarokên ku piştî birîndarbûn an jî windakirina hezkiriyên xwe zehmetiyê dikişînin û wiha got: “Em piştgiriya gelek malbat û zarokên ku li bajarê Derneyê rizgar bûne û koçber bûne, dikin. Êşa derûnî ya ku bi taybetî zarokan dikişand bû sedem ku ew bi nexweşiyên organîk, mîzkirina bê îrade, an kabûsên dema xewê re çêbibin, piştî travmaya ku ew pê re rû bi rû mane.” Di dawiya komxebatê de, Salha Akhras banga lidarxistina komxebatan din li dibistan, saziyên giştî û taybet û belavkirina hişyariyê li ser giringiya rehabîlîtasyona derûnî ya zarokan, bi taybetî piştî karesatên xwezayî kir.

‘Divê lêkolîn bên berfirehkirin’

Derbarê beşdarbûna xwe di wan komxebatan de, perwerdekar Nevîn El-Fezzanî got: “Zarok û jin di nav wan koman de ne ku piştî şer, pevçûn û karesatên xwezayî herî zêde ji krîzên derûnî zerer dibînin. Divê li ser mijarê zêdetir atolye û semîner bên organîzekirin. Divê ji bo zarok û mezinan piştgiriya derûnî bê dayîn. Bernameyên wekî atolye û semîneran gelek feydeyên xwe hene. Mînakî, em awayên dermankirina nexweşiyên derûnî yên zarokên ku ji bahozên rizgar bûne, fêr dibin. Li Lîbyayê, sazî û rêxistinên sivîl, li rexa tîmên bijîşkî û xwebexşên ku li navendên tenduristiyê yên li rojhilatê welat dixebitin, her wiha kar dikin ku xizmetên derûnî pêşkêşî kesên ku her tiştê xwe winda kirine û li stargehan dijîn.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bahoza Danîel li Rojhilatê Lîbyayê bûye sedema koçberkirina zêdetirî 16 hezar zarokan û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi hevkarên xwe re li qadan dixebitin da ku hewcedariyên lezgîn ên zarokan peyda bikin.