Xelkê Mexmûrê li dijî komployê meşiyan

Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an meşekî girseyî hat lidarxistin û komplo hat şermezar kirin.

Mexmûr – Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn, meşekî girseyî hat lidarxistin.

Meş bi tevlîbûna xwendekar û şêniyên wargehê ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin. Piştî ku meş gihişt ber deriyê NY daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştar mamoste Bêrîvan Demîr axivî.

‘Rêber Apo milyonan însan da afirandin’

Bêrîvan Demîr diyar kir ku komploya navneteweyî di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser tevayî gelê Kurd de hat meşandin û got: “Hertim gelê Kurd bi komployên cûr bi cûr re rû bi rû hatiye. Yek ji wan jî komploya 9’ê Cotmehê ye. Netewên Yekbûyî, Nato, Îngîlîstan, Îsraîl û hemu welatên Ewrupa xwestin bi plangeriyê bi dîlgirtina Rêbertî gelê Kurd tinebikin. Lê raman û fikrên Rêber Apo ku ji bo civakek demokratîk ava bike, azadiyê bîne welatên rojhilata Navîn tevgeriya, îro li tevayî cîhanê belavbuye. Ji ber wê jî bi derketina xwe re fikrek, îdeolojiyek û milyonan însan da afirandin.”

‘Rêber Apo bûye hêzeke cîhanî’

Bêrîvan Demîr destnîşan kir divê wek gelê Kurd bi rêxistinbûna xwe xwedî li hebûna xwe derkeve û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo li tevayî Rojhilata Navîn bûye hêzeke cîhanî. Ji ber wê çendê ewê nekarin me bitirsînin, dîl bigrin û tine bikin. Ji ber ku îdeolojiya ku hatî afiradin ne îdeolojiyek sîstematîk a ji rêzê ya dewletane. Îdeolojiyek mirovî, şaristanî û Rojhilata Navîne. Ji bo ku em bikarin komploya navdewletî pûç bikin divê em bikaribin bi rêxistinbûna xwe, manîfestoya ku Rêber Apo bi me daye naskirin pêşbixin û dinava civakan de belav bikin.”

‘Emê 9’ê Cotmehê di taritiyê de bihêlin’

Bêrîvan Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her komploeyk tê kirin bi armanca têkbirina civaka azad û demokratîk e. Ji ber wê çendê divê em xwedî li nirx, menewiyat, şehîd û Rêbertiya xwe derkevin. Li hember plangeriyên li ser gelê Kurd tên meşandin em destê xwe bidin destê Rêbertî ku ti kes nikare bikeve navbera me û Rêbertiya me de. Em minetdarê Rêber Apo ne. Em tevayî welat û dewletên ku komplo pêkanîne şermezar dikin û dibêjin hûn nikarin me têk bibin û tine bibin. Emê bi hemu hêza li gel Rêber Apo cih bigrin û emê vê rojê di taritiyê de bihêlin.”

Meş bi dirûşmeyan dawî bû.