'Stargehên jinan vediguherin girtîgehan'
Dilxwaza Mor Çati Ezgî Çelîk diyar kir li hemberî tundiya li Tirkiyeyê zêde dibe, stargehên heyî netêrker e û di wateya xebatên civakî de bêwesf e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li Tirkiyeyê bi giştî 145 malên stargeh hene. Kapasîteya giştî ya stargehan jî 3 hezar û 482 ye. Tevî ku xala 14'an a Qanûna Şaredariyan, bi hikma "Şaredariyên Bajarê Mezin û şaredariyên ku hejmara wan ji 100 hezarî zêdetir e, neçar in ku malên mêvanan ji bo jin û zarokan vekin" bi girêdana pîvanên nifûsê vekirina malên stargeh wek pêwîstek dihesibîne jî, li gelek bajaran hejmara malên stargeh yekê derbas neke. Dilxwaza Mor Çati Ezgî Çelîk a ku balkişand di vê hawirdora ku roj bi roj tundî lê zêde dibe de malên stargeh kêm e, diyar kir polîtikayên ku di stargehan de ji bo jinan tên meşandin jî netêrker e. Ezgî Çelîk da zanîn jinên ku diçin malên stargeh ji bo gelek caran rastî muameleya xerab tên, neçar dimînin ku vegerin malên ku rastî tundiyê tên.
'Li hemberî tundiya zêde dibe, kapasîteya stargehên heyî netêrker e'
Ezgî Çelîk a diyar kir stargeh cihên ku jinên li hundir an jî derveyî malê tundiya ku ji ber zayenda xwe rû bi rû dimînin bê dûrxistin hatiye avakirin e, da zanîn ku li şûna malên stargehan bikaranîna peyva stargeh ji bo wan wateyek polîtîk îfade dike. Ezgî Çelîk a destnîşan kir stargehên ku jin diçin ne mêvanxane an jî cihê ku jin mêvan in, cihên ku dûrketîna vê ya tundiyê misoger dike ye, agahiya niha wek rêxistina serbixwe tenê Mor Çati stargeheke parve kir.
Ezgî Çelîk diyar kir ji bilî vê li welat stargehên ku aîdê şaredarî û wezaretê jî hene û der barê li hemberê tundiya zêde dibe, têrkerbûyin û netêrkerbûyina stargehan de jî wiha axivî:
“Dema em lê dinêrin ka stargeh têrker in an ne, di welatek 80 mîlyonî de behsa nêzî 140 stargehan dikin. Ger em behsa hawîrdoreke ku tundî pir zêdeyê bikin, em dikarin bibêjin ku ev netêr in. Dîsa kapasîteya stargehên heyî jî pir bisînordar e. Hin stargehan der barê girtina jinên ku pir cidî xetereya jiyanê van heye de bifikarbûn dijîn, dibe ku xebata hundir ji bo jinan netêrker be.”
'Li stargehan xebateke civakî ya biwesf nayê meşandin’
Ezgî Çelîk, dest nîşan kir ku hem pirsgirêka kapasîteyê hem jî pirsgirêka piştî temenek şûnde newergirtina zarokên kur, polîtîkayên ku bi derketina jinan ya ji malê re dûrketina tundiyê asteng dike ye û diyar kir bihilberînbûna xebatên ku di nava stargehan de tên kirin jî pir girîng e. Ezgî Çelîk destnîşan kir divê di aliyê ku jin hem mafên xwe fêr bibin û hem jî bigihêjin çavkaniyên ku pêwîstî dibînin û bi lez jiyanek avabikin de, xebat bên meşandin.
“Stargeh di vî warî de cihên demkî ne, lê dema em bi taybetî li stargehên dewletê dinêrin qadên ku jin nikarin ji bilî dem derbaskirinê tiştek bikin. Ji ber ku li wir xebatek biwesf nayê nayê meşandin. Lê piranî caran em dibînin ku ji jinan ne xebatek civakî û ne jî der barê mafên wan agahî bigrin. Jinên ku diçin wir timi caran rastî muameleyên pir xerab bên. Dema wiha dibe jî cihên ku jin ji bo ji tundiyê xilas bibin diçin ji bo wan vediguhere hawîrdora girtîgehê. Di encama van polîtîkayan de jî stargehên diçin cihên ku tenê dem tê derbas dibe û piştre ji bo jiyana nû tu gav nayên avêtin dibe. Jinên di dawiyê hertiştî de, rastî muameleya xerab tên û nikarin piştgiriyek bigrin, neçar dimînin dubarê vegerin mal û kiryarên tundiyê.”
'Em ji bo nêrineke di aliyê jinê de têdikoşin'
Ezgî Çelîk a balkişand ku temenê jinê û koka wê ya nîjadî dikare bandorê li dûrketina wê ya ji malê û bicihbûna li stargehan bike, herî dawî cih da van gotinan:
“Dema em li qanûnê dinêrin, her şaredariya ku nifûsa wê sed hezar û zêdetir e, neçare stargeh veke. Lê dema ku em li rastiyê dinêrin, wek min got, em behsa 140 malên stargeh dikin. Em wek jinên femînîst û rêxistinên jinan tişta ku hewl didin bikin ew e ku bi nêrina aliyê jinê, xebatên bêyî ku jinan bidarizîne û rêz li biryarên jinan bigire tên kirin girîng dibînin. Û em ji bo vê yekê di pergala dewletê de bidin rûnişkandin pêşniyaran dikin.”