Ji bo gundê Tamset ê erdhejê lê da hê tu alîkarî neçûye

Li Mexrbê ji ber erdhejê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, bi sedan kes jî hê winda ne. Jinên li gundê Tamssetê tirsa ku jiyane anîn ziman û gotin ku malên wan hilweşiyane, li ber derî mane û hê jî alîkarî negirtine.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Li Mexribê di erdheja ku di 8’ê Îlonê de rûda 2 hezar û 946 kesan jiyana ji dest da û 5 hezar û 674 kes jî birindar bûn, bi hezaran kes jî hê winda ne. Li gundên cîranê gundê Tamasset ê li herêma Asnî ya girêdayî eyaleta Al Haouz tîmên rizgariyê derxistina cenaze û birîndaran berdewam dikin. Lê belê ji ber xirabûna riyan tîmên rizgariyê û ambulans nikarin xwe bigihîjînin hinek gundan. 

Jinên gundê Tamasset ê li herêma Asnî ya girêdayî eyaleta Al Haouz dan zanîn ku di erdhejê de piştî hilweşîna malên wan di şert û mercên zehmet de dijîn, diyar kirin ku beriya zivistan were divê malên wan werin avakirin, malbatên ku ji bo xwe kon vedane bi şans in, gelek kesên herêmê rojê di bin germahiya tavê de, şevê jî di bin sermayê de derbas dikin ji bo xwe biparêzin hewl didin stargehan çêbikin.

‘Min mirinê nêzî xwe hîs kir’

Zehra Îhyadin tirsa ku jiyaye wiha anî ziman: “Di televîyonan de me her dem temaşeyî felaketan dikir û em difikirîn ku em ji van felaketan rizgar bûne lê belê em nedifikirîn ku em ê rastî erdhejê werin, nehatibû hişê me ku mirin nêzî me ye. Mala min hilweşiya, min bi tu awayî tiştên xwe negirt. Li gund herî kêm 20 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan. Niha em di konan de dijîn.”

Sarah Al Hammo ya 17 salî ku li gel gelek jin û zarokan di konê de dimîne û ji ber şikestina sing û milên xwe gelek zehmetiyan dikşîne yek ji wan kesên ku ji erdhejê rizgar bûye ye. Xwişka Sarah Al-Hammo bi awayekî mucîzewî ji mirinê rizgar bûye lê belê dayika xwe winda kiriye. Xwişka Sarah Al Hammo Saide Ad Hammo tiştên ku jiyane wiha bi lêv kir û got: “Dema erdhej çêbû ez li Kazablankayê bûm. Me zanî ku li eyaleta Al Huz erdhej çêbûye. Em li gelek malbatên ku li wê derê bûn geriyan lê belê kesê bersiva me neda. Em jî beziyan alîkariyê. Min xwe gihand mamê xwe wî got me mala me hilweşiyaye. Xwişka min û birayê min ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin lê belê dayika min nehat rizgarkirin.”

Nekarîn alîkariyê bigrin

Yek ji mexdûrên erdhêjê Amîna Ait Idar wiha got: “Em li derdora masa xwarinê kom bûbûn. Me dengekî mîna gurgura ewran bihîs. Em ber bi derî ve reviyan. Erdê bin lingên me dihêjiya û qet nayê bîra min ku me çawa xwe malê avêt derve. Dîwarên li derdora me hilweşiyan. Me fam nekir bê ka çi diqewime. Rûyên li derdora min weke tirsiyabûn xuya dikirin. Tenê min dengê qêrîna zarokan dibihîst. Tevahiya şevê em li derve man, me nekarî em nêzî malên xwe bibin û heya niha jî me nekarî tu alikariyan bigrin.”

Fikarên ji bo zivistanê

Gelê ku ji bo ji malên xwe yê ber bi hilweşandinê ve ye birevin li seranserî riya di navbera wilayeta Tahanout û Asnî kon vedane, fikarê dijîn ku dê zivistanê çawa derbas bikin. Yek ji kesên ku karibû xwe xilas bike got, “Du sal berê ji ber covîd hat xwestin ku em ji malên xwe dernekevin lê îro jî ji ber erdhêjê tê gotin ku nekevin malên xwe. Em nizanin bê ka çi bikin û niha em li benda alikariyê ne ku dê bên.”

Latîfa Mumay a karî xwe xilas bike jî di şeva erdhêjê ku her tiştê bi erdê ve kir yek de tiştên hatine jiyankirin wiha vegot: “Dema erdhêj destpêkir ez li wê derê bûm. Min got qêy dawîya dinê ye. Min bihîst ku bavê min ji ji bin malê derxist lê min nekarî bersiva wî bidim û di kêliyekî de min wî dît, paşê em derketin derve. Em li ber malên xwe kom bûn li bendê man ka wê çi bibe. Di vê navberê de agahiyên hilweşandina malan û kên mirî hat û êdî ji ber ku em dijîn em neketin ber xema rewşa xwe.”