Ji bo Dîcle Muftuoglu bang li saziyên navneteweyî kirin

Li Tirkiyeyê 6 rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê, ji bo rojnamevana girtî Dîcle Muftuoglu were berdan bang li saziyên navneteweyî kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo berdana rojnamevan Dîcle Muftuoglu, Komeleya Rojnavenanan a Çagdaş (ÇGD), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Komeleya Rojnamevanên Jinan a Mezopotamyayê (MKG), Sendîkaya kedkarên weşangerî û weşanxaneyê (DÎSK BASIN- ÎŞ), Sendîkaya rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û saziyên navneteweyî bang kirin. Rêxistinên pîşeyê metna bangê ya ku amade kirin, ji rêxistinên ragihandin û saziyên di qada mafên mirovan de xebat didin meşandin re şandin.

‘Rojnamevanî kir’

Di metna bangê de, behsa pêvajoya girtina hevseroka DFG’ê û edîtora ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu hat kirin û hat diyarkirin ku Dîcle Muftuoglu ji sûcê ‘Endamtiya rêxistina derzagonî’ û ‘avakirina rêxistina derzagonî û rêvebirinê’ tê darazandin û destnîşan kirin ku ji derveyî xebatên rojnamevaniyê di çarçoveya dozê de tu çalakî û xebatek din nehatiye dîtin. Di bangê de ev hatin gotin: “Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamevanên Kurd hemû civak di ferqê de ye. Muftuoglu tenê yek ji wan rojnamevanên ku di bin zextan de bi caran hatiye girtin û darizandin e. Lê belê tê dîtin ku bi girtinek demdirêj û cezayek ne diyar girtiye. Di herdu danişînan de dozger ji bo di girtîgehê de bimîne tevî belgeyên têrker nîn in jî nehat berdan. Dîcle Muftuoglu di 29’ê Sibatê de wê cara sêyemîn derbikeve pêşberî dozger. Muftuoglu di çarçoveya rêgezên pîşeya rojnamevaniyê de quralên etîk her dem parastiye. Tevî zehmetiyên rojnamevaniyê erka agahdarkirina civakê bi cih aniye. Ji ber vê xebatê ji aliyê Free Press Unlimited ku navenda wê Hollanda ye layiqê xelata ‘Rojnamevana herî berxwedêr’ hat dîtin. Ji ber pîşeya xwe ya rojnamevaniyê dikir Dîcle girtin, ne tenê li hemberî wê, êrîşek li dijî azadiya ragihandin û nirxên bingehîn ê demokrasiyê ye.”

Danişîn di 29’ê Sibatê de ye

Di bangê de hat bibîrxistin ku wê darizandina Dîcel Muftuoglu di 29’ê Sibatê de berdewam bike û wiha hat gotin: “Em dixwazin were zanîn ku rojnamevanî parçeyek ji demokrasiyê ye, parastina rojnamevanan a azadiya îfadeyê, tê wateya avakirina demokrasiyê. Doza Dîcle Muftuoglu û doza rojnamevanên weke wê divê were dîqetkirin û tiştên pêwîst werin kirin. Ji bo piştgirî û alîkariya we ji niha ve em spasiya we dikin.” 

Di banga kampanyayê de der barê Dîcle Muftuoglu de Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê û parêzer Resûl Temur du raporên cuda yên amade kiribûn parve kir.