Ji bo 6 welatiyên Behayî yên Tehranê cezayê girtîgehê

Li Tehranê, Saeeda Khazoui, Saba Sefidi, Samira Ebrahîmî, Iraj Shakur, Pedram Abhar û Arslan Yazdanî yên ji baweriya Behayî bi giştî zêdetirî 30 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Saeeda Khazoui, Saba Sefidi, Samira Ebrahimi, Iraj Shakur, Pedram Abhar û Arslan Yazdani  ji bawermendên Behayî yên li Tehranê ne, ji aliyê Şaxa 29’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve zêdetirî 30 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Li gorî biryarê, Saeeda Khazoui bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê” û “endamtiya li dijî rejîmê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, Samira Ebrahimi jî bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Saba Sefidi bi tohmeta “Endama komên dijberê rejîmê”, “propagandaya li dijî rejîmê” û “xebata perwerde yan jî propagandaya xirab li dijî şerîeta îslamî” 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Arslan Yazdanî ku yek ji wan kesên dihatin darizandin e bi îdiaya "Endamê komên li dijî rejîmê ye", "Propagandaya li dijî nîzamê" û "Propagandaya li dijî perwerdeyê" 4 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Pedram Abhar ku bi îdiaya “propagandaya li dijî hiqûqa pîroz an jî berterefkirina şerîeta îslamê” dihat darizandin, bi îdiaya “endamtiya li dijî nîzamê” û “propagandaya li dijî sîstemê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, Iraj Shakur bi tohmeta “propagandaya li dijî sîstemê” û “kombûn û lihevkirina veşartî ya li dijî sîstema Komara Îslamî” bi 6 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Bi kefaletê hatibûn berdan

Saba Sefidi di 11’ê Çileya 2021’ê de piştî îfadeya wê li 2’emîn Şaxa Lêkolînê ya Serdozgeriya Evînê hat girtin û di 4’ê Adara heman salê de bi şertê kontrola milyarek 500 milyon tumenî ji Girtîgeha Evînê hatibû berdan. Her wiha Samira Ebrahimî di 10’ê Çileya 2021’ê de piştî çûyîna Şaxa 2’emîn a Lêkolînê ya Serdozgeriya Evînê hat girtin û di 11’ê Çileyê de bi kefaleta 800 milyon tumenî ji Girtîgeha Evînê hat berdan. Saeeda Khazoui jî di 12’ê Nîsana 2022’an de li Edliyeya Evînê hat darizandin û dûre hat girtin. Saeeda Khazoui di 25’ê Gulana heman salê de bi kefaleta 2 milyar tumenî hatibû berdan.