Jinên Efrînê bi berxwedanê jiyanê ji nû ve diafirînin

Jinên Efrînî yên ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî neçar man koçî Şehbayê bikin bi berxwedana xwe jiyanê diafirînin. Jinan dibêjin, “Tevî hemu şert û mercan dê berxwedana me bidome.”

RUPARÎN BEKIR

Şehba – Berxwedana gelê Efrînê ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hat dagirkirin, 5 sal in berdewam dike. Li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê hikûmeta Şamê jî bi mehan e ku li ser heremê polîtîkayên rêgirî û ambargoyê dimeşîne.

Der barê bandora şer û mercên ku navçeya Şehbayê tê de ye, di nav de êrîşên berdewam ên dagirkerên Tirk û dorpêçkirina hikûmeta Şamê, li ser rewşa derûnî xebatkara qada civakî Hîhan Elî wiha got: “Di şer û aloziyan de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û koçberî jî dibe sedema diyardeyên civakî û nexweşiyên derûnî. Ev der ji bo niştecihbûnê ne guncaw in, ev bi serê xwe pirsgirêk in ku di encamê de gelek zextên derûnî û civakî çêdibin. Nemaze dema ku hûn demek dirêj di van xaniyên bêkesan de bijîn û bi çend malbatan re di malekê de yan jî di koneke ku rûbera wê ji 20 metre derbas nabe û di tunebûna pêwîstiyên jiyanê de.”

Hîhan Elî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mirovî kir ku erka xwe li hemberî rewşa trajîk a ku koçberên Efrînê li kampan dijîn pêk bînin û alîkariyên pêwîst û pêdiviyan ji bo peydakirina pêdiviyên zarok û jinan û rêgirtina li pêşiya wan peyda bikin.

‘Tevî hemu şert û mercan berxwedan didome’

Asma Mihemed a ji Efrînê ku li kampa Berxwdanê dijî, wiha got: “Di kampan de ji ber ku wargeh nêzî hev in jiyan û adabtekirina vê rewşê pir zehmet e. Şert û mercên ku em tê re derbas dibin bandorek neyînî li ser derûniya me dikin, di van demên dawî de nexweşî zêde bûne, bi taybetî di nav jinan de.”

Asma Mihemed teqez kir ku li gel hemû şert û mercan berxwedana xwe didomînin û wiha got: “Tevî êş û şert û mercên ku em li ber xwe didin jî em ê dest ji berxwedana xwe bernedin û planên dijmin pûç bikin. Ev şert û merc çiqas bandorê li derûniya me bikin jî dagirker dê nikaribin vîna me û zarokên me bişkînin û dê xwendina xwe berdewam bikin, ev jî dê bibe çekek li dijî siyaseta wan.”

‘Li Şehbayê jiyan bûye berxwedan’

Xwendekar Zeyneb Xalo jî got: “Xwendekarên kampê çi di nava civakê de be, çi di nava malbatê de be û heta li dibistanan, gelek zehmetiyan dikşînin û sedema wê jî nebûna pêdiviyên jiyanê ye. Pênc salên koçberiyê hînî me kir ku êş û azaran hêz, îradeya me mezin kiriye. Em ê riya xwe bidomînin, ev rê jî riya berxwedanê ye. Dagirkerî di serî de ziman hedef digre divê têkiliya bi zimanê me re zêde bibe. Dibêjin berxwedan jiyan e lê li Şehbayê jiyan bûye berxwedan û di dawiyê de wê berxwedana me bi ser bikeve.”