Ji bo 14’ê Gulanê karûbarên dengdana ji derveyî welat dest pê kirin
Hilbijêrên li derveyî welat dê sibê ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan dest bi kar û barên bikaranîna dengan bikin.
Navenda Nûçeyan - Hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên dema 28’an yên li Tirkiye ku wê di 14’ê Gulanê de were kirin, hilbijêrin ji derveyî welat wê ji 27’ê Nîsanê ve dest bi dengdanê bikin. Karûbarên bikaranîna dengan wê bi temsîlkarên ji derveyî welat re dest pê bikin wê heta 9’ê Gulanê bidomim. Karûbarên dengadanê yên temsîlkarên ji derveyî welat li gorî wan heta dîroka ku diyar kirine wê di nava hefteyê û dawiya hefteyê de di saet 09:00’an heta 21:00’an li bajarên girêdayî sefaretxaneyan li gorî saetên xwecihî 09:00 heta 18:00’an werin kirin.
Wê li deriyê gumrikê deng were bikaranîn
Ji derveyî welat kesên ku deng bi karbînin, ji bo bikaranîna dengan karûbarên dengdanê wê sibe destpê bike. Wê li deriyê gumrukan 4 hezar û 671 sindoq were danîn û karûbarê dengdanê jî wê di 14’ê Gulanê de saet 17:00’an de bi dawî bibe. Hilbijêr rojên navber jî di navde wê bikarin dema 24 saetan dengan bi karbînin.
3 milyon û 286 hezar 786 hilbijêr hene
3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropayê yên qeydkirî hene. hêjmara hilbijêrên ku cara yekê deng bidin 277 hezar û 646 e. Hilbijêrên ji derveyî welat wê bikarin li ew cihên ku hatine diyarkirin û deriye gumrikê deng bikarbînin. Ji bo dengdanê pêwîst nake rendevû bigrin.
Li 10 welatan cara yekem wê sindoq werin danîn
YSK îsal cara yekeme wê li Belarus, Brezilya, Estonya, Fas, Karadağ, Komara Kore, Libya, Litvanya, Malezya, Nijerya, Pakistan, Portekiz, Slovakya û Tanzanya sandiqan dane.
Wê dengan bînin Enqereyê
Li aliyê din dema ku hilbijartina serokomar ma tura dûem, roja 28’ê Gulanê ji bo tura dûem diyarkirine wê li temsîlkaran di 20-24’ê Gulanê de dengan bi karbînin. Piştî ku karûbarê dengdanê li derveyî welat bi dawî bû, wê deng bi quryeyên ku YSK diyarkirin re werin Tirkiye. Ev deng wê di werzareta saziya nafçeyên ji derveyî welat ya hilbijartinê wê li Enqere li qadek ya navaneda fuara ATO Congresium were veşartin.
Li Tirkiye piştî karûbarên dengdanê di 14’ê Gulanê saet 17’an de bi dawî bû li gel sindoqên din were vekirin. Wê hilbijartina dengan dibin nezareta werzareta saziya nafçeyên ji derveyî welat pêkwere. Ew dengên ku ji derveyî welat û li deriyê gumrukê hatî karanîn wê li ser dengên ku ji Tirkiye girtine were zêdekirin.