Şanoger: Di lêpirsînê de yek sûcdariyek şênber nîne

Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê yên ku piştî di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hatin binçavkirin û hatin berdan diyar kirin ku binçavkirin ji hilbijartinê ne serbixwe ne û lêpirsîneke hundirê wê vala hatiye derxistine pêşiya wan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, di 25’ê Nîsanê de bi ser girtina malan a li 21 bajaran nêzî 150 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîna di nav de parêzer, rojnameger, hunermend, siyasetmedar û xebatkarên saziyên sivîl jî hene, bi îfadeyên şahidê vekirî Ûmît Akbîyik pêk hatiye. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Şahperî Alphan û Elvan Koçer ên ku piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê hatin berdan, balkişandin ku pêvajoya tê meşandin bê hiqûqî ye û tiştên jiyankirin ji ajansa me re vegotin.

'Li pêşberê me lêpirsînek hundirê wê vala heye'

Lîstikvan Elvan Koçer a ku piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan, diyar kir ku bêyî delîlên şênber 2 roj di binçavan de mane. Elvan Koçer diyar kir ku lêpirsîn tenê li ser îfadeya kesekî hatiye amede kirin û wiha axivî: “Ev operasyonek têkildarî hilbijartinan e, dema em lê dinêrin di dosyayan de tiştek nîn e. Li ser îfadeyên kesekî bi sedan kes hatin binçavkirin. Tevî ku li holê tu sûcdarkirin, delîl û rewşek şênber tune ye jî, mirov bi serdegirtina malên xwe hatin binçavkirin. Tevî ku pêkan bû ji ber vê şahidê di nava rojê de gazî me bikin û îfadeyên me bigrin jî, saet di 05.00 ê sibehê de avêtin ser malên me. Wekî ku min got, tiştekî vê yekê pêwîst dike tune ye. Tevî ku tu îstînada sûcekî tunebû jî, me bi gelek sûcên pir cuda sûcdar kirin.”

'Operasyon derveyî mantiqê ye’

Elvan Koçer diyar kir ku tiştên hatine jiyîn pêkanînek antî demokratîk e û wiha got: “Girtina ewqas mirovan ne tiştekî mantiqî ye. Em vê rewşê bi tu awayî qebûl nakin. Ez hêvî dikim ku di demek kurt de ji vê xeletiyê vegerin. Em dixwazin hevalên me di demek herî kurt de bên berdan. Heta ku ew bên berdan em ê li vir bin.”

'Em ê xebatên xwe berdewam bikin’

Şahperî Alphan jî diyar kir ji ber hilbijartinên nêz dibe operasyoneke bi vî rengî pêk hatiye û anî ziman ku li dijî van zextan bêyî ku gavek paş ve bavêjin dê xebatên xwe berdewam bikin. Şahperî Alphan banga berdana hevalên xwe yên di binçavan de kir û wiha axivî: “Em bi dosyayek hundirê vê vala û bi îfadeyên kesekî 2 roj di bin çavan de man. Ne tenê em, bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Dema rewşeke şênber a bi dest tê girtin tune be em serdegirtin û vê muameleyê qebûl nakin. Ez piştî îfadeya xwe hatim berdan, lê li hundir hejmarek zêde hevalên me hene. Divê ew jî demildest bên berdan. Em ji bo van li vir disekinin. Ev operasyon beriya hilbijartinê polîtîkayên tepisandinê ye. Delîlên şênber nîn in, lê mirovên me bi îfadeya kesî tên girtin. Hilbijartin nêzîk dibe û ji bo vê amadekariyek tê kirin. Biryardarbûna me ya li dijî van operasyonan dê berdewam bike. Em li vir in û em ê di her qadê de xebatên xwe bi xwe bikin. Em ê dev ji lîstikên xwe yên li ser dikê bernedin."