Meşa Jinan a Cîhanê bal kişand ser 'têkoşîna hevpar'

Jinên beşdarî civîna ku ji aliyê Meşa Jinan a Cîhanê ve li Tûnisê hat lidarxistin bûn, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û diyar kirin ku jin li gelek welatan di bin sînorê xizaniyê û şert û mercên şer de dijîn.

ZOUHOUR MECHERGUI - NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Tevgera femînîst a navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê civîna xwe ya li Tûnisê ku di çarçoveya amadekariyên civîna navneteweyî ya meha Cotmehê de pêk tê, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. 

Jinên têkoşer ên femînîst ên beşdarî civînê bûn têkildarî Meşa Jinan a Cîhanî ji ajansa me re axivîn.

'Pergala mêr-dewletê li ser jinan zextê dike'

Aktîvîsta femînîst a Pakistanî û endama Meşa Cîhanî ya Jinan Buşra Khaleq destnîşan kir ku Meşa Jinan a Cîhanî tevgerek cîhanî ye li dijî her cure şîdet û cudakariyê. Buşra Xaliq bal kişand ku aştiyeke cîhanî ya mayînde bi misogerkirina wekheviya civakan pêkan e û wiha got:

“Mafê her kesê yê jiyana bi ewle heye. Li hin welatan pergala mêr-dewletê pirsgirêkan derdixe û zordestiyê li gel û jinan dike. Divê em çawa li ber xwe bidin da ku bijîn? Jin rastî şîdet û cudakariya zayendî ya ji ramana kapîtalîst tên. Weke jin divê em têkoşîna xwe ya wekheviya zayendî bidomînin.”

 

'Li Iraqê qanûnên ku feydeya jinan dikin hatin rakirin'

Nûnera Koordînasyona Meşa Jinan a Cîhanî ya Iraqê Taîba Saad Ebdulkerîm jî destnîşan kir ku li Iraqê rewşa jinan ber bi xirabûnê ve diçe. Taîbe Saad Ebdulkerîm bi bîr xist ku qanûnên dikarin ji bo baştirkirina rewşa jinên Iraqî vedigerin salên 60 û 70’yî û ev nirxandin kir:

"Zagonên Rewşa Kesane li Rojhilata Navîn di nav bihêztirîn de bûn û gelek welat hebûn ku li pey vê yekê bûn. Lê piştî sala 2003’an hemû qanûnên heyî yên ji bo berjewendiyên jinên Iraqê bi tevahî hatin hilweşandin û li şûna wan qanûnên olî hatin danîn. Berê zarok dikaribûn bi kê re bimînin lê niha divê zarok heta 7 saliya xwe li cem bavê xwe bimînin. Piştî 7 saliya xwe ger dayik bimre zarok vê carê li cem malbata bavê xwe dimînin. Ev yek bandoreke neyînî li rewşa psîkolojîk, pîşe û jiyana zarok piştî windakirina dayika xwe dike.”

'Stargehên jinan tune ne'

Taiba Saad Ebdulkerîm anî ziman ku tunebûna stargehan ji bo jinên ku li Iraqê rastî tundiyê tên, pirsgirêkeke mezin e û got: “Yekane navenda ku ji sala 2006’an ve hebû, hat şewitandin. Tevî ku ev mijar derbasî civata nûneran bû jî mixabin ev 4 sal in kar li ser nehatiye kirin.”

 

 

'Jin hene ji bo debara xwe bikin porê xwe dibirin û difiroşin'

Koordînatora Meşa Jinan a Cîhanî ya Venezuelayê Alejandra Labria jî bal kişand ser wê yekê ku li welatê wê jin di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Alejandra Labria da zanîn ku li hin herêman jinên ku ji bo debara xwe bikin porê xwe dibirrin û difiroşin hene û got: “Jin di nava şert û mercên zehmet ên jiyanê de dijîn û rastî rewşeke trajîk tên. Enflasyona bilind a ku bi krîza aborî hat, bandorek mezin li jinan kir û rewş her ku diçe xirabtir dibe.”

'Zêdetirî nîvê jinên Venezuelayê di bin sînorê xizaniyê de ne'

Alejandra Labria diyar kir ku bi taybetî li herêmên ku nakokiyên siyasî lê diqewimin, jiyana jinan gelekî dijwar bûye û wiha got: “Ji bo rûbirûbûna vê yekê divê bi pêşxistina plansaziyên pêwîst hevgirtina jinan pêk were. Wek jin, em ji ber guherîna avhewayê gelek êşê dikşînin. Êşa me duqat dibe ji ber ku stratejiyeke tune ye ku li hemberî bandorên neyînî yên guherîna avhewayê bisekinin. Bi taybetî zêdetirî nîvê jinên Venezuelayê di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ji bo em jin ji pergala baviksalarî xilas bibin, em ê çi bikin.”

 

 

'Di şert û mercên şer de ji bo jinan jiyana bi ewle tune ye'

Koordînatora Meşa Jinan a Cîhanê Fransa Kilar Farra jî diyar kir ku jinên di nava şer de ji bo jiyana xwe têdikoşin trajediyeke du carî dijîn. Kilar Farra anî ziman ku jin ji jiyana bi aram û ewle bêpar in û ev hesta herî dijwar e û got: "Divê jinên cîhanê li welatên ku şer, komkujî û girtin serdest in ji bo jinan têbikoşin."

'Divê em ji bo hevgirtina femînîst planên hevpar bi pêş bixin'

Kilar Farra anî ziman ku qada jiyanê ya jinên ku di bin desthilatdariya xweser û baviksalarî de dijîn bi giştî kêm e û pêşketina wan tê astengkirin û wiha got: “Lê belê tevî van hemûyan jî jin têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe didomînin. Dema ku desthilatdarî bi pirsgirêkên jinan re rû bi rû nemîne, di heman demê de nahêle jin daxwaza mafên xwe bikin. Gelek caran ji serkeftina jinan ditirsin. Divê jin li dora qanûnên navneteweyî yên ku mafên wan dixin bin temînatê bicivin û daxwaza pêkanîna qanûnan bikin. Ez li ser hevgirtina femînîst a berfireh a ku em îro wekî jin diceribînin geşbîn im. Divê em planên hevpar ji bo çareserkirina van pêk bînin.”