Ji Şirnexê ji bo alîkariyê berê xwe dan Dîlokê
Hevseroka Bajar a Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag a di nav heyeta ku ji Şirnexê çû alîkariya mexmûrên erdhejê yê Dîlokê de cih digre banga mezinkirina alîkariyê kir.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Dîlok – Gelê ku sihara yekşemê bi erdhejê hişyar bû, li Dîlokê li kolanan e. Gel di sermayê de li dijî birçîbûn û tîbûnê têdikoşe. Li ser erdhejê 3 roj derbas bû lê mîna bajarên din ên ji erdhejê bandor bûn alîkariya dewletê negiha wan. Li bajarê ku li gor daxuyaniyên herî dawî zêdetirî 500 kesan lê jiyana xwe ji dest dan heyetên ji bajarên cûda ji bo piştevanî û alîkariyê berê xwe dan Dîlokê.
Hevseroka Bajar a Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabuha Akdag a di nav heyeta ku ji Şirnexê çû alîkariya mexmûrên erdhejê yê Dîlokê de cih digre, anî ziman ku ewê ji bo piştevaniyê çi ji destê wan bê bikin. Sabuha Akdag wiha axivî, “Nêzî 3 roj berê erdhejek pir mezin rû da. Ev erdhej bi xwe re karesatê jî anîn. Erdhej bi hezaran kesan, gelek bajaran bandor kir. Piştî erdhejê ji çar aliyan banga alîkarî û piştevaniyê ya ji bo gelê me hat. Bi hezaran kes bi awayekê dildar berê dan qadên erdhejê û dest bi xebatê kirin. Em li gel gelê xwe ne, îro em ji bo piştgirî dayîna wan û kêm be jî bo kewandina birînên wan li vir in.”
‘Mirovan li vê derê ji birçîbûn û tîbûnê re hatin mehkumkirin’
Sabuha Akdag a bal lê kişand ku li navenda bajar û navçeyan ji xeynî alîkariyên şeklî û piştgirî nayê dayîn, wiha axivî, “Li vê derê xwarinek germ û konekê ku ji mirovan re hatiye dayîn nîn e. Weke Şirnexê em bi ekîbek ji 10 kesan pêk tê ji bo piştgirî dayîna gelê xwe hatin Dîlokê. Li vê derê em ê li gel gelê xwe têbikoşin. Çi ji destê me tê emê bikin. Êşa vê erdhejê kêm be jî em dikarin bi piştgirî û piştevaniyê bikewînin. Îro em li vê derê ne û hevalên me yên din jî derbasî Mereş û Semsûrê bûn. Em dizanin ku ev sê çar roj in him li vê derê him li bajarên din ên erdhejê tu mudaxale û alîkarî pêk nehatiye.”
‘Dê piştevanî bidome’
Sabuha Akdag anî ziman ku ew ê alîkarî û piştevanî bidome, wiha got, “Însan di bin kavilan de ne, lê tu kesê ku wan rizgar bike û dengê wan bibihîse nîn e. Yên li derve birçî ne û di sermayê de dimînin. Hemu alîkariyên di destê me de heyî me girt û em hatin ku li gel gelê xwe bin. Însanên di bin kavilan de ji mirinê re, yên li derve jî ji birçîbûn û tîbûnê re hatin mehkumkirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Ji bo piştevaniya bi gelê xwe re emê her tiştî bikin. Em ê bibin yek û em her tim li vir in.”