Ji Çepên Kesk û HDP'ê helwesta tûra 2'emîn: Em ê bêkêmasî biçin ser sindoqan

HDP û Partiya Çepên Kesk helwesta xwe ya tûra 2’emîn a ji bo hilbijartinên serokomariyê eşkere kirin. Pervîn Buldan diyar kir ku Erdogan tu carî nebû bijardayek û diyar kir ku ew ê bêkêmasî biçin ser sindoqan.

Enqere – HDP û Partiya Çepên Kesk ên ku di tûra yekemîn a hilbijartinên Serokomariyê de biryar dan ku piştgiriyê bidin namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû, piştî protokola di navbera Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umit Ozdag de hate îmzekirin, ji bo tûra duyemîn nirxandina rewşê kirin.

‘Hilbijartin xwedî taybetmendiya referandûmê ye’

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ku li Navenda Giştî ya HDP’ê hatin cem hev, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê helwesta xwe eşkere kirin. Pervîn Buldan di civînê de axivî û wiha got:

“Di 28 Gulanê de ber bi hilbijartineke ku bi encamên xwe dê salên pêş teşe bigire ve diçin. Em bi hişmendiyek û avabûneke totalîter, alîgirê desthilatdariyê ya ku ev 21 sal in gav bi gav sîstema yek zilamî ava dike re rû bi rû ne. Lewma hilbijartina 28’ê Gulanê referanduma dê di navbera kesên alîgirê guhertina demokratîk û kesên dixwazin vê pergala yekperest bidomînin de be. Beriya her tiştî em diyar bikin ku em rast nabînin ku tu feraseteke siyasî berxwedana guhertina demokratîk a civakê bişikîne, îstîsmar bike an jî mijûl bike. Em ê li dijî van nêzîkatiyan jî têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin.”

‘Neçareserkirina pirsgirêka kurd ne berjewendiya civakê ye’

Pervîn Bûldan bal kişand ser protokola di navbera namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Partiya Zafer de hatiye îmzekirin û wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya têkoşîna me û polîtîkaya me ya Rêya Sêyemîn ew e ku em pêşî li çend kesên dixwazin derfetên dewlet û civakê bigirin destê xwe û pergalê bînin standardeke gerdûnî ku pêşî li maf û azadiya welatiyan, edaleta civakî û demokrasiyê vekin. Yekane tişta ku dike em serî netewînin û tawîzê nedin daxwaz û pêdiviya gelên me yên mazlum û bindest e. Em bi israr destnîşan dikin; kesên ku bi rêya qeyûman vîna sîyasî ya kurdan ipotek dikin, kesên ku ipotek danîne ser azadî mafên gelên Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka kurd ne berjewendiya civakê ye. Heta ku ev lîstika neçareserkirinê xera nebe, komar nikare bi demokrasiyê re bibe yek.

‘Bi milyonan dengên li dijî pergala îro bûne yek’

Pervîn Buldan da zanîn dizanin ku li dijî polîtîkayên Tifaqa Cûmhûr encax bi rêgezên demokrasî, edalet û azadiyê dikare li ser piyan bisekinin û wiha axivî: “Em weke HDP û Partiya Çepên Kesk em tenê kefîlên têkoşîna azadî, maf, hiqûq, edalet û wekheviyê ya gel in; yekane pîvana me girêdayîna me ya van nirxan e. Em dubare dikin ku di bin tu şertan de em ê ji vê sekna xwe paş ve gavê neavêjin. Pergala zordar a îro ji aliyê Erdogan û hevkarên wî ve hate avakirin, sedemê bingehîn ê pirsgirêkên civakî yên tên jiyînin. Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de ya ku were hilbijartin jî dê ev pergala zordar berdewam bike an na. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de daxwaza guhertina demokratîk û aramiyê bi awayekî bixurt xwedî lê hate derketin. Bi milyonan dengên li dijî pergala îro bûne yek, ji bo daxwaza demokrasî, azadî û aramî ye ne. Armanc ew e ku pergaleke gel karibe tev li rêveberiyê bibe, azad, demokratîk û bi edalet were avakirin.”

‘Em ê bêkêmasî biçin ser sindoqan’

Pervîn Buldan anî ziman ku ew hêviyê mezin dikin ku di 28'ê Gulanê de bi milyonan kesî karin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin û wiha got:”

“Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek şexsî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”