Hunermenda Îranî Zeyneb Mousawî hat berdan

Li Îranê di serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir de, heta niha zêdetirî 16 hezar kes hatin girtin. Hunermend Zeyneb Mousawî ku di nava kesên hatine girtin de cih digirt, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Di serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê destpê kir de gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Îranê heta niha zêdetirî 16 hezar kes hatin girtin. Girtiyên ku bi parêzerên xwe re nikarin hevdîtinê pêk bînin, li dadgehên taybet tên darizandin û cezayên girtîgehê yên dirêj tên cezakirin. Hate ragihandin hunermend Zeyneb Mousawî ku navê wê di kesên hatine girtin de cih digre, hat berdan.

Li gor agahîyên hatine bidestxistin, komedyena Îranî Zeyneb Mousewî ya derhênera fîlma "Împarator Kuzco" ku di 20’ê cotmehê de li Qumê ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû girtin, heta karûbarên wê bên dawîkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Bêyî ku bizanibe bi çi tê sûcdarkirin hat girtin

Ji aliyê din, mamosta Kobrî El-Jabarî ku ji ber tevlî serhildanê bû, ji şaxê duyemîn ya lêpirsîna giştî re hatibû gazîkirin jî demkî hat berdan. Dadgeha Şoreşê ya li Tahranê, 15 sal cezayê girtîgehê da Marzieh Yousefzadeh ku 26’ê Îlonê de di serhildana gel de hat girtin. Marzieh Yousefzadeh ya 26 salî, bêyî ku bizanibe bi çi tê sûcdarkirin, sewqî Girtîgeha Qarchakê ya li Varamînê hat kirin. Roja 17’ê Mijdarê, der barê xwendevanên lîsansa bilind ên Zanîngeha Sawa Maryam El-Dreîssî de jî bi sûcdariya “heqareta li rayederan û propagandaya li dijî dewletê” danişîn pêk hat.

Jinên ji hemû pêkhateyan rastî gefê girtinê tên

Maryam Îdrîsî ku di dawiya meha cotmehê de li Şîrazê di xwepêşandanên seranserê welat de hat li dar xistin de hat girtin, bi sûcdariya “Xerabkirina pergal û ewlehiya kamûyê û çalakî pêkanîn” hat darizandin û wê birin Girtîgeha Adelabadê. Rêjîmê, çalakvana mafên jinan Leyla Mansoûr, Soûda El-Manarî û Leyla Sedat a 18 salî girtin. Hat ragihandin ku Leyla Mensoûr sewqî girtîgeha Êvînê hatiye kirin û bi malbata xwe re hevdîtineke kurt ya telefonê pêk aniye. Her wiha piştî xwepêşandanên nêrazîbûnê Fatemh Gholamzadeh û Malîka Amindost jî di nav de hejmarek zêde xwendevan hatin girtin. Destdanîn li ser kartên zanîngehê ya wan xwendevanan û ketina wan ya zanîngeh û yûrdên xwendevanan jî hat astengkirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Çandê ya Kazwînê û Endama Lijneya Navendî ya Yekîtiya Mamostayan a Walîtiya Kazwînê Suheila Zalbijî jî hat girtin.