HRW: Ji bo kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têra xwe alîkarî nayê kirin

HRW'ê ragihand ku alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têr nake û ev yek bandorê li mafên wan ên bingehîn dike.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) der barê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di kampan de bi deh hezaran penaber hene û alîkarî negihiştiye kampan û ev yek bandoreke neyînî li mafên wan ên bingehîn dike.

 Di raporê de bal hat kişandin ser wê yekê ku divê penaber bibin xwedî şert û mercên guncaw, xwarina tam, ava vexwarinê ya paqij, xizmetên tenduristî û perwerdeyê bin û hat destnîşankirin ku rêxistinên sivîl ên navneteweyî bi kêmasî alîkariyê didin û ev yek bû sedema gelek pirsgirêkan.  ji ber vê yekê xizmetên tenduristiyê û paqijiyê asteng kirine, di demên germ û sermayê de malzemeyên bingehîn kêm bûne û ev yek jî bi xwe re gelek metirsiyan tîne.

  'Pêdiviya kampan hîn zêdetir hewldana mirovî heye'

 Di raporê de ku nêrîna Rêveberê Rojhilata Navîn a HRW’ê Adam Coogle jî tê de cih girtiye hat gotin: “Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajar û bajarokan, 4 sal derbas bûn ku bi sed hezaran kes ji bo lêgerîna cihekî ewle koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Lê ji ber nebûna alîkariyê di rewşeke dijwar de ne. Li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku koçberî lê berdewam dike, pêwîstiya zêdetir bi xebatên mirovahî heye.