Hişkesalî û hewaya qirêj: Li Efganistanê alarma avhewayê
Efganistan bi krîzeke jîngehê ya giran ku bi kêmbûna berf û baranê dest pê dike, bi qirêjiya hewayê zêde dibe, gefên cidî bi taybetî li ser tenduristî û debara jiyana rojane ya jin û zarokan çêdike re rû bi rû ye.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Efganistan bi yek ji krîzên jîngehê yên herî giran ên salên dawî re rû bi rû ye. Krîzek ku bi kêmbûna berf û baranê dest pê kir û bi hişkesaliya berfireh û qirêjiya hewayê ya giran berdewam kir. Vê rewşê tenê bandorek giran li ser xwezayê nekiriye, di heman demê de bi taybetî jî li ser jiyana rojane ya jin û zarokan kiriye, pêşeroja bi milyonan welatiyan kiriye xeterê. Kêmbûna girîng a baranê li piraniya parêzgehên welêt bûye sedema kêmbûna çavkaniyên ava rûberî û binê erdê. Hişkesaliyê bêaviyê zêde kiriye, bîr mîna berê av nadin û gelek malbat di peydakirina ava vexwarinê de tengasiyên mezin dijîn. Ev kêmbûna avê nîşanek eşkere ya hişkesaliya xirabtir a li Efganistanê ye.
Pêşeroja çavkaniyên avê tehdît dike
Kêmbûna berfa têr a di zivistanê de, encamên kûrtir bi xwe re tîne. Berfa ku rezerveke ava xwezayî ye, roleke girîng di xwarina çem û erdên çandiniyê de dilîze. Lê di salên dawî de gelek deverên welêt zivistanên bi berfa kêm an bê berf jiyan kirine. Ev bi giranî pêşeroja çavkaniyên avê tehdît dike. Ziwabûnê zirara herî mezin daye sektora çandiniyê. Zeviyên çandiniyê hilberîna xwe winda kirine, berhemên çandiniyê kêm bûne û gelek cotkaran çavkaniya dahata xwe winda kirine. Ev yek rasterast xizanî û bêewlehiya xwarinê li welêt zêde kiriye.
Zarok jî wekî qurbaniyên sereke yên vê krîzê têne hesibandin
Ji bilî kêmbûna avê, qirêjiya hewayê jî li Efganistanê bûye krîzeke din a bêdeng. Li bajarên mezin, bikaranîna sotemeniyên bi kalîteya kêm, nebûna pergaleke avêtina bermayiyan a guncaw û toza zêde, hewayek qirêj û xeternak çêkiriye ku tenduristiya welatiyan tehdît dike. Encamên vê qirêjiyê ji bo jinan pir girantir in. Bi taybetî jinên ducanî, kal û pîr û zarok, bêtir bi nexweşînên nefesê û qelsiya bedenê bandor dibin. Wekî din, berpirsyariya dabînkirina avê di gelek malbatan de li ser milê jinan e. Di bin şert û mercên ziwabûnê de barekî zêde li ser wan datîne. Zarok jî wekî qurbaniyên sereke yên vê krîzê têne hesibandin. Nebûna ava paqij, kêmbûna xwarinê ya bi xizaniya xwarinê ve girêdayî û zêdebûna nexweşiyên nefesê, tenduristiya laşî û derûnî ya zarokan tehdît dikin û pêşveçûna wan a xwezayî asteng dikin.
Nebûna plansaziyek çareseriyê krîzê zêde dike
Ziwabûn û kêmbûna avê koçberiya navxweyî zêde kiriye. Gelek malbat neçar mane ku gundên xwe biterikînin û li derdora bajaran bi cih bibin; li wir jin û zarok bi şert û mercên hîn dijwartir, xizanî û bêewlehiyê re rû bi rû ne. Di demekê de ku Efganistan bi krîzên siyasî û aborî re rû bi rû ye de, guherîna avhewayê û pirsgirêkên jîngehê kêmtir balê dikişînin. Lê ev krîz rasterast bi mafê mirovan ê jiyan, tenduristî û rûmeta mirovan ve girêdayî ye. Nebûna plansaziyek bi bandor a ji bo rêveberiya çavkaniyên avê û kêmkirina qirêjiya hewayê, rewşê xirabtir kiriye. Nebûna hişmendiya giştî û çavkaniyên sînorkirî jî rê li ber bersivek cidî ya vê krîzê girtine. Berdewamiya vê meylê dikare encamên bêveger ji bo nifşên pêşerojê hebe û Efganistanê bi krîzek mirovî ya berfireh re rû bi rû bihêle, ku jin û zarok herî zêde bandor dibin.
‘Ev tê wateya windakirina çavkaniya avê ya herî girîng a Efganistanê’
Me li ser vê krîza li pêşiya cîhanê û bi taybetî jî li ber Efganistanê, hevpeyvînek bi pispora avhewayê Şazîa Roozbeh re kir. Şazîa destnîşan kir ku Efganistan, tevî ku yek ji wan welatan e ku herî kêm rolek di çêkirina guherîna avhewayê de dilîze, yek ji wan welatên herî zêde bandor dibe ye jî. Şazîa da zanîn ku kêmbûna baranê û bilindbûna germahiyê şêweya xwezayî ya avhewayê ya welêt têk daye û wiha got: “Nebûna berfê di zivistanê de, tê wateya windakirina çavkaniya avê ya herî girîng a Efganistanê.”
Rêveberiya xelet a çavkaniyên avê
Şazîa li ser pêşeroja Efganistanê û krîza avhewayê hişyarî kir û diyar ku ger ev rewş berdewam bike, ew ê di salên pêş de krîza avê xirabtir bike. Şazîa fikarên xwe bi van gotinan anî ziman: “Rêveberiya xelet a çavkaniyên avê û nebûna binesaziya têr, pirsgirêkê hîn girantir kiriye. Qirêjbûna hewayê bi awayek nerasterast, jiyana bi hezaran kesan her sal tehdît dike. Zarok û jin ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê li bajarên mezin ên Efganistanê ku dibe sedema nexweşiyên nefesê, beşên herî xeternak in.”
‘Ev krîz dikare bibe karesatek mayînde’
Şazîa ragihand ku nebûna polîtîkayên jîngehê yên bi bandor faktora herî girîng a domandina vê krîzê ye û hişmendiya raya giştî rolek girîng di kêmkirina zirarê de dilîze. Şazîa hişyariya “Ger em îro tevnegerin, sibê dê pir dereng be” kir û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Di encamê de, hişkesalî, nebûna berf û baranê û qirêjiya hewayê, nîşanên hişyariyê yên cidî ne ji bo pêşeroja Efganistanê. Bêyî çalakiyek bilez, piştgiriya netewî û baldariya navnetewî, ev krîz dikare bibe karesatek mayînde.”