Hind El Cerêbî: Pêdîvî bi avakirina torên siyasî ya jinan heye

Çalakvana Mafê Mirovan Hind El Cerêbî tekezkir ku divê yasa bên çalak kirin û torên siyasî ji bo piştgiriya jinan di qada diplomasî û siyasî de bên avakirin, her wiha destek bidin pêşxisitna rola jin di qada siyasî de.

IBTÎSEM EXFÎR

Bîngazî – Li gor şert û mercên siyasî û civakî yên ku Lîbya tê re derbas dibe, tevlîbûna jinan di siyaseta derve de mijareke ku gelek pirsan di nava qedexeyên civakî de derdixe holê, ji aliyekê lawazbûna desteka saziyan, aliyê din jî jêhatîbûna jinan û ketina wê di vê qadê de. Tevî kêşeyên ku jina Lîbya rûbirû pê re dimîne, ew hewl dide hebûna xwe di siyasetên derve de îsbat dike.

Çalakvana Mafê Mirovan Hind El Cerêbî bi rêya ajansa me nêrîna xwe di derbar rastiya jinên Lîbyayê di qada siyasî de tîne ziman.

‘Jin dikare di qada siyasî de xwe îsbat bike’

Di destpêka gotinên xwe de Hind El Cerêbî bal kişand ser hebûna rola jinan di nava qada siyasî de tevî astengirkirina wê û got: “Hin zagon hene ku piştgirî dide jinan ku beşdarî siyaseta derve û hebûna dîplomatîk a wezareta Karên Derve bibin. Lê hebûna jinan hîn jî di qada siyasî de kêm e. Tevî hewldanên biçûk, jinê karîbû beşdarî forumên navnetewî û dîplomatîk bibe, wek beşdarbûna wê di konferansa Cenewre û konferansa Diyaloga Siyasî yê ku bi serpireştiya Netewên Yekbûyî hatibû li darxisitn. Di heman demê de ew beşdarî gelek forumên navnetewî bûn ku tê de pirsgirêkên jinan, mafê mirovan û koçberî nîqaş kirin. Eger derfet ji jinan re vebibe ew dikare bi hêsanî hebûna xwe îsbat bike.”

‘Jin ji qada siyasî hatine dûrxistin’

Di berdewamiya gotinên xwe de Hind El Cerêbî behsa pevçûnên siyasî ku li Lîbya li dijî jinan tên meşandin û wiha vegot: “Pevçûn û parçebûnên siyasî ku li Lîbya tê jiyîn, her dem jin weke amûrek ji bo pêkanîna ajandeyên ji bo berjiwendiya aliyên nakok bikar tînin. Ev yek jî piştî ku jin xwe dighîne cihên rêvebirinê. Ev jî hêşt ku Necla El Menqûş Wezîra Karên Derve ya berê bibe qurbanî. Jina Lîbyayê li gel wê tecrubeyên siyasî hinek kêm e, ew jî ji ber her ji qada siyasî hatibû dûrxisitn.”

‘Piştevaniya jinan di qada siyasî de kêm e’

Hind El Cerêbî têkildarî kêşeyên ku li pêşiya jinan ji bo tevlîbûna siyaseta derve derdikevin jî wiha dibêje: “Jin gelek astengiyên girêdayî qedexeyên civakî dibînin. Bi nêrîna ku ew jin e nikare dosyeyên navnetewî, pirsgirêkên civakê û dewleta Lîbyayê bi rêve bibe dihate pênasekirin. Tenê ew dikare di qada civakî û jiyanî de cih bigire û ji qada siyasî her dihate dûrxistin. Ji ber kêmbûna piştgirîdayîna saziyan ji jinan re û perwerdekirina wê di qada siyasî de lawaz dihêle. Di siyasetê de çanda diyalog û kaosê gelek girîng in ev jî li gel jinan bi hêsanî peyda dibe. Lê hin siyaset rê li pêşiya pêşxistina jinan venakin ji ber vê her mêr pêşketî ye û jin jî lawaz maye. Jinên ku gihêştine cihên biryar girtinê ji aliyên siyasî ve tên hedef girtin.”

‘Torên siyasî divê bên avakirin’

Hind El Cerêbî dest nîşan kir ku divê torên siyasî ji jinan re bên avakirin û bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber kêmbûna torên siyasî yên destekdayîna jinan ji bo karê diplomatîk pêk bînin, rola jin di qada siyasî de lawaz dike. Divê torên siyasî bên avakirin ku ji piştevaniya xwe jê bigirin û aşîtî û ewlehiya herêma xwe pêş bixîne. Çanda diyalog û kaosê gel jinan gelek pêşketî ye. Her wiha di warê pêşxistina têkliyên civakî, çandî û aborî de dikare rolek mezin bilîze. Divê hikumeta Lîbyayê yasayên xwe çalak bike û torên siyasî ava bike ji bo piştgirîkirina jinan di qadên diplomatîk de.”