Di duyemîn êrişa li ser Tişrînê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
Di topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê yê li dijî Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar in.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên wê dijî nobedarên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî. Di topbarana dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Dema ku karwana wesayîtan ji kantona Firatê derketibû rê jî dîsa rastî êrişê hatibû, di wê êrişî de welatiyek ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Ji roja 8ˋê Çileyê ve ku karwanên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, berê dane Bendava Tişrînê, ev cara 5ˋan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî welatiyan dikin.