Heyva Sor a Filistînê: Li Xezayê 15 hezar û 103 zarok hatin qetilkirin

Di encama êrîşên bênavber ên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 15 hezar û 103 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Heyva Sor a Filistînê, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de bal kişand ser hejmara zarokên ku li Zîvala Xezayê di encama êrişên hewayî, deryayî û bejahiyê yên artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 15 hezar û 105 kes şehîd ketin. Wezareta Tenduristiye ya Filistînê jî di daxuyaniya xwe ya duh de, ragihand ku hejmara kesên di encama êrişên arteşa Îsraîlê ya li dijî Zîvala  Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 35 hezar û 233 û hejmara birîndaran jî bûye 79 hezar û 141.

Hat diyarkirin ku heta niha jî di bin kavilan de bi hezaran cenaze hene û bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerde yên ku sivîlan xwe spartinê re, binesaziya sivîl jî tê hilweşandin.