Heyeta DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina Îmraliyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestiye ku hemû derdorên demokratîk berpirsyarî bigirin.
Navenda Nûçeyan- Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina di 2'yê Kanûnê de pêk hatî 4 seatan berdewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona TBMM'yê re pêk hatî, nirxandiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye hewldan û gotinên demên dawî li dijî pêvajoyê pêş dikevin û ev wekî sabotajê nirxandiye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev rewşek wekî mekanîzmaya darbe di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê ye. Ev ne xebatek klasîk a darbeyê ye. Mîna hemleyek li hemberî hewildanên pêvajoyê bipêş bixin, derdikeve holê. Divê wekî hewildanên avakirina rewşek xeternak û talûke bên famkirin. Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên derveyî normê yên dewletê ne. Li aliyê din li hemberî kevneşopiya min a tarzek çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û aşkere ya wekî şêwazek darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyek siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe.”
‘Em xwediyê îrade û biryarek xurt a pêşxistina pêvajoyê ne’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser pêşketinên pêvajoyê û ev nirxandin kirine: “Destwerdanên derveyî demokrasiyê û tundiya siyasî, dê bi derxistina qanûnek aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî hatiye derxistin ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Di vî alî de daxuyaniya me ya 27'ê Sibatê bernameyek rê nîşan dide ye. Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin, berpirsyariya me girtiye ser milê xwe, nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e. Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên dixwazin şansê rêvebirin û îktidarê rast bikar bînin divê bi helwestek durist nêzîkî pirsgirêkên siyasî bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tevlî komarê bibin û bi beşdariya herî berfihek a civakî komarek demokratîk bê avakirin. Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryarek xurt a pêşxistina pêvajoyê ne.”