‘Hevpeymana Civakî ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ye’

Endama Komîteya Hevpeymana Civakî Zelox Bekir bal kişand ser Hevpeymana Civakî û serarastkirina wê û anî ziman ku Hevpeyman ji bo parastina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 12'ê Kanûna 2023'an de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kombûna nûnerên meclîsên Rêveberiya Xweser civîna asayî ya 90'emîn li dar xist û Hevpeymana Civakî piştî serarastkirina wê hate pejirandin. Di hevpeymana ku hatiye erêkirin de 4 derî û 134 made hene ku parastina hemû pêkhate û netewên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, dike. Endama Komîteya Hevpeymana Civakî Zelox Bekir behsa girîngî û bendên Hevpeymanê kir.

Nûkirina reşnivîsa Hevpeymanê

Zelox Bekir di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya serarastkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser û got: "Di sala 2021'an de carek din biryar hat dayîn ku hevpeymana civakî bê serarastkirin û bendên nû lê bên zêdekirin li gor derfetan. Gelek civîn û nîqaş dihatin li darxistin ji bo nûjenkirina madeyên hevpeymanê. Nîqaşên berfireh bûn ku her mezhebek û pêkhateyek di Bakur û  Rojhialtê Sûriyê de tê de cih girtin. Ji ber rewşa ku herêm tê re derbas dibû ji êrîş û dorpêçê ve hinekî civîna ji bo hevpeyamna civakî hate rawestandin, lewra di sala 2023'an de li gor derfetan civîna berfireh hat darxistin û li ser bendên ku nîqaş bûne hatin erêkirin û ketin meriyetê.

‘Yekem car di 2017’an de hat amadekirin’

Yekem car hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser di 2014'an de hate erêkirin tê de 3 kantonên bingehîn cih digirtin Efrîn, Kobanî û Qamişlo ve û kar û xebat li ser wê esasê dihatin meşandin. Di sala 2017'an de jî carek din ev hevpeyman hat serarastkirin û tê de 3 herêm û 6 kanton cih girtin, herêma Efrrîn kantona Efrîn û Şehba dihewand, herêma Firat kantona Kobanî û Girê Spî, herêma Cizîr kantona Hesek û Qamişlo dihewandin. Piştî rizgarkirina hin herêmên dîtir weke Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê ve gelek guhartin hatin çêkirin, loma pêwîstî hebû ku din bendên hevpeymana civakî de serarastkirin bên çêkirin."

'4 derî û 134 rehend di nava xwe de dihewîne'

Zelox Bekir destnîşanî derî û rehendên Hevpeymana Civakî kir û wiha pê da çû: "Di Hevpeymana Civakî de pêşgotinek û 4 derî tê de 134 made cih digirin. Her deriyek li gor bendên ku hatine dayîn xebat dide meşandin. Deriyê yekemîn ji prensîbên bingehîn ên civakê, welatparêzî û Rêveberiya Xweser pêk tê. Deriyê duyemîn jî ji maf û azadiya bingehîn pêk tê ku tê de her kesek bi azadiya xwe dikare beşdarî Rêveberiya Xweser bibe, her wiha Rêveberî jî mafê her mirovek ji hemû pêkhateyan diparêze û mafê her kesekî di pêşkêşkirina nêrînên xwe de jî heye. Parastina mafê her mezhebek, olek û netewek tê de cih digirin ji xwendin, perwerdekirin, rêxistinkirin, aborî, tendirustî  û ziman.

Deriya sêyemîn jî sîstema civakê di nava xwe de dihewîne ji komîn heya meclîsa herêmê digire ser milê xwe û tê de rêbaza meşandina xebatên wan diyar dike, ev deriya bingehîn û girîng di Hevpeyamana Civakî de ye ku di vê deriyê de komîn bingehê civakê diyar dike û rêbazên nû ji bo xebatên komîn û avakirina meclîsên gel di herêm û navçeyan de xuya dike. Li kêlek wê rêbaza avakirina meclîsa herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê û meşandina karê wê eşkere dike. Di heman demê de girêdanekê di nava karê meclîsa herêmê ya giştî û meclîsên bajarokan û navçeyan ve ava dike. Hemû sazî di vê derî de cih digirin ji saziyên edalet heya saziyên têkiliyê hundirîn û derve ve. Gava gelek erenî di vê deriyê de ew e ku her du salan carekê dewreya hilbijartinê ji komîn ta meclîsan tên çêkirin bi rêya nêrîn û pêşniyarên gel."

'Bi pêşengiya jinan gelek gav hatin avêtin'

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Zelox Bekir girîngiya rola jin di Hevpeymana Civakî de anî ziman û wiha pêl da gotinên xwe: "Amadebûna jin di Hevpeymana Civakî de rolek girîng bû. Weke meclîsek jin di Hevpeyamnê de hate diyarkirin û rêxistinkirin. Tiştê ku di Hevpeymanê de bala mirov dikşîne nêrîn û pêşniyarê jin ên tê de ye. Beşdarbûna jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mezheb, ol, adet û rengê xwe di Hevpeyaman Civakî de xuyakir ku jin li Bakur û Rojhialtê Sûriyê destkeftiyên mezin bi destê xwe di dîrokê de dinivisînin.

Bi hêz û zanebûna xwe jinê karîbû cih di Hevpeymanê de bigire û xwedî li hemû jinên Bakur û Rojhialtê Sûriyê derkeve. Yekem car meclîsa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Hevpeymana Civakî de hate danîn. Di heman demê de parastina mafê jin di Hevpeymana Civakî de careke din hate erêkirin ku di her saziyekê ango meclîsekê de ji sadî 50'î mafê jin tê de heye. Hebûna jin û parastina mafê wê di Hevpeymanê de bermahiya têkoşîna jin bi salan e her wiha kedê pakrewanên jinan e ku seranserî şoreşa Rojava jî kedek mezin dan û destekftî bi dest xistin."

'Ji bo parastina mafê netewan Hevpeymana Civakî'

Zelox Bekir di dirêjahiya nirxandinên xwe de da xuyakirin ku Hevpeymana Civakî parastina hemû pêkhateyên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digirin, digire ser milê xwe û got: "Di vê Hevpeyamana Civakî yê ku hatiye nûkirin û erêkirin de kêmnetewên ku di nava sîstemên desthiladar de di warê demografiya herêmê wan de hatibûn perçiqandin û windakirin, lê di nava sîstema Rêveberiya Xweser de cihê xwe bi rengên xwe girtin û xwe parastin. Madeyek serbixwe ji bo ola Êzîdî di nava hevpeymanê de heye ku parastina çand û adetên wan dike. Li kêleka wê pêkhateya Aşûrî û pêkhateyên din ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn jî di hevpeymanê de cih digirin."  

‘Hevpeyman nîşaneya demokrasiyê ye'

Di dawiyê de Zelox Bekir Hevpeymana Civakî li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozkir û wiha dawî kir: "Hevpeymana Civakî rastiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist holê. Kedê rêveberiya Xweser ku ji sala 2014'an de heya roja îro parast. Deh sal li ser avakirina sîstema Rêveberiya Xweser re derbas dibe. salên tijî ked, têkoşîn, berxwedanî û tecrûbeyek ji bo sazîkirin û rêxistinkirina gel bû. Li gor derfetên heyî Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên mezin û dîrokî avêt. Hevpeymana Civakî di nava van salan de 3 caran hate nûkirin ev jî rengê demokrasiyê xuya dike. Lê destûra bingehîn a Sûriyê nêzî 50 sal in nehatiye guhartin ev jî dihêle dîkdetûrî zêde bibe. Nûkirina Hevpeymanê her çendî salan tê wateya ku her kesek para xwe di vê hevpeymanê de bigire û bi awayekî wekhev di nava sîstemên Xweseriyê de bijîn. Gel layîqî projeya ku Rêber Apo pêşkêşkiriye û wê xwedî li vê projeyê jî derkeve. Îro gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi destê xwe dîroka xwe bi tîpên zêrîn dinivisîne. Em hevpeymana Civakî li her kesekî pîroz dikin.”