Hevjiyana azad felsefeya jiyana azad û demokratîk e – ANALÎZ
Jin û mêrên ku di encama têkoşînê de karîne şoreşeke hişmendî û nirxên azadiyê bipêş bixin, dikarin bibin xwedî hevjiyana azad. Şoreşek civakî ancax dikare bi pêkanîna hevjiyana azad di hemû qadên civakê de pêk were.

AVÎN SORAN
Şaristaniya çînî bi qelskirina pergala civakî ya komunal û ehlaqî-polîtîk li ser bingeha çanda jin-dayîke sazî bûye. Ev rastî mîna şaneya penceşêrê mezin bûye û li nav hemû qadên siyaset, aborî, bawerî û heta têkiliyên bi xwezayê re, belav bûye. Hevjiyana hegemonîk ku herî zêde pêwendiya wê bi jinê re heye, yekem qad e di warê domandina pergala kedxwarî û serdestiyê de. Bê guman bicîhkirin û sînordarkirina têkiliyên hevjiyanê wek ‘’qada taybet ‘’ rêbazeke bibandor ji aliyê pergala mêr-bakaniyê ve, ji bo veşartina rastiya ku ev têkilî bandorê li hemû qadên civakê dike û wê araste dike ye. Zêdebûna şênî û guherînên demografîk, tundî, mêtîngerî, koletî û kûrbûna hişmendiya serdestiyê, berhemê têkilyên jin-mêr li ser bingeha otorîteyê ye. Ji ber vê yekê heya têkiliyên jin û mêr li ser esasê wekhevî, rêz, pîvanên etîk û estetîk neyê avakirin, emê hê bi pirsgirêkên civakî re rûbirû bin. Wê demê qada hevjiyanê, qadeke diyarker e di hemû têkiliyan de.
Di çend salên dawî de bi geşedana şerê cîhanî yê sêyem û bi wê re hatina meylên rast û muhafazakar, li hemû astê dinyayê û bi taybetî jî di Rojhilata Navîn de bandora Îslama siyasî, olperestî û faşîzmê, tundiya li ser jinan di astek herî jor de pêşketî ye. Bi zêdebûna tundiya dewletê, tundiya ser jinan jî rewa tê dîtin. Hevjiyana hegemonîk li ser esasê pergala malbata navendî û saziya zewacê ava bûye. Di rastî de têkiliyên hegemonîk di malbatê de hemû têkiliyên despot û serweriyê ve nû dike û di berdewama vê çanda mêrsalarî tê domandin. Jin di bin siya çandeke bi vî rengî de û di çarçoveya heman pênase, rol û tevgerên ku ji wan re hatine diyarkirin de difikire û tevdigere û ger li gorî van sînorên ku hatina xêzkirin, nemeşin, sûcdar tên hesibandin û tawana wê jî kuştina wan e. Desthilatdariya bavsalarî di têkiliyê hevjiyan û desthilatdariya dewletan a li ser gelên bindest, çîn û baweriyên cuda yek in. Çawa ku gelek caran serokê dewletê xwe weke bavê civakê dihesibîne, di malbatê de jî bav vî mafî ji xwere dibîne ku li ser jin û zarokan serdest be û ger berxwedanek li hember vê helwestê hebe, mafê wê heye bikuje an jî ceza bike.
Tundî xwedî kokên dîrokî û sedemên bîrdozî, çandî, siyasî, civakî û berhemên hesta milkiyet, hêrs, cihêkarî û serdestiya li ser jinan e. Ev tundî bi avayek sîstematîk bi yekîtiya di navbera ol, dewlet û sermayedariyê de pêk tê. Mekanîzmayên ku vî mafî didin mêran, tundiyê rewa dike û bingehên domandina wê ava dike. Destdirêjî, zewaca di temenê biçûk de û bi darê zorê, sinetkirina jinan û gelek şêwazên tundiyê yê din hemû berhemên serdestiya li ser bedena jinan e, ku zayenda jinan weke amûreke ji bo pêkanîna tundî û serweriyê bikar tînin. Kirediya sereke ya pêkanîna tundiya ser jinan, dewlet e. Tundî ji aliyê saziyên zagonî ve tê rewakirin, ji ber ku dewlet bixwe vê qanûnê pêk tîne û mîna mafê xwe yê xwezayî dihesibîne, bi her awayê ku dixwaze, bikar tîne. Çawa ku tundî weke mekanîzmayeke kontrolê tê meşandin, di pergala malbatê de jî wek rêgezeke hiyerarşîk ji bo sînordarkirin, tirsandin û kontrola li ser jin û zarokan, ji aliyê bav û mêrê malbatê ve tê meşandin.
Têgiha Namûsê
Yek ji tegihên ku her sal bi sedan jin û keç bin navê wê de tên kuştin jî, ‘Namûs’ e. Koka peyva Namûsê, Nomos e ku bi erebî tê wateya ‘’Qanûn’’. Lê niha di civakên kevneperest de bi mêrtî û şerefê re tê hevwate kirin. Jin mîna şeref û namûsa mêran hatiye pênasekirin, ev jî rê li ber gelek tawanan vekiriye. Ji ber li gor norm û nirxên çanda bavikaniyê jin şeref û namûsa mêran e û divê bi canê xwe jî biparêzin. Ji ber vê kuştina bi navê namûsê, tenê helweseteke şexsî nîne û bi gotineke din qanûna vê civakê ye. Namûs û şeref têgihînên wisa sade û ji rêzê nînin, dibe ku hem beyana dijberiya jinan û hem jî pergala ku têkiliya zayendîtiyê teşe dike û nû dike ye. Her wiha gelek dewletên ku kuştinên namûsî herî zêde li wir tê qewimandin mîna Tirkiye, Îraq, Îran, Pakîstan, Misir, Afganîstan û gelek welatên din, wan kuştinan wek ‘’pirsgirêkên malbatî’’ pênase dikin. Bi vê sedemê jî dest navêjin vê mijarê; û di aliyê qanûnî de jî valatî heye ku dihêle gelek mêr hevjîn, xwîşk, dayîk û hezkiriya xwe bikujin û cezayek pir zêde ji wan re nayê dayîn. Ev mijar jî dibe faktoreke girîng di zêdebûna kuştinên namûsî de.
Di bûyerên kuştina namûsî de gelek faktor hene. Yek ji wan cihêkarî û newekhevî ye. Newekhevî di wê wateyê de ku jin li ser jiyana xwe û bedena xwe xwedî maf nînin û mafê hemû biryarên girêdayî wê di tekela bav, mêr û bira de ye. Her wiha guman, pêşdarazî, zewaca bi darê zorê, zext, kontrola dijwar û tundî, di çêbûna kuştinên namûsî de bi bandor in. Rêber Abdullah Ocalan derbarê têgiha namûsê de wiha dibêje: “Di pişt perdeya namûsê de, desteserkirina heqîqeta jinan a bi xayîntî, hîle û tundiyê heye. Esîrkirina berdewamî ya jinê di destê mêran de bi rêya bêparkirina ji nasname û kesayeta wê, diyardeyek e ku di dirêjahiya dîrokê de ji pêkhatina çînan bêhtir encamên neyînî derdixe holê.’’ (Manîfestoya Azadiya Jinan) Li hember tawanên bi nawê namûsê, divê têkoşînek xurt li ser bingeha guhertinên bingehîn, di nêrîn û hişmendî, perwerde û zanakirinek berfireh û qanûnên ku mafê jinê diparêzin de, were meşandin. Bi yekîtî û berpirsyariya civakî em dikarin hêvî bikin ku çerxa tundiyê rawestînin.
Saziya malbat û zewacê
Avaniya malbatê, mekanîzma û fonksiyona wê, ji destpêka teşegirtina wê ve û bi demê re di bin bandora pêşketin û veguhertina civakan hatiye guhertin. Ev avahî wek formek jiyana komî di dirêjahiya dîrokê de li gor şêwaza hilberîn û aborî û her wiha siyasetê, xwedî fonksiyona guherbar bûye. Lê em herî zêde di civakên bavkanî de dibin şahidên xurtkirina helwestên li ser bingeha zordestiya zayendî û çînî ya di malbatê de. Ji ber vê yekê divê pêywendiya xurt di navbera têkiliyên malbat û faşîzmêde. Mîlîtarîzm û dîktatoriyê ji nedîtî ve neyên. Gelek vekolerên femenîst û tevgerên jinan, ji gelek aliyan ve avahiya malbatê ya kevneperest û desthilatdar rexne û pirsyar kirine. Lê mixabin tenê rexnekirina malbatê û têkiliyên wê, têra çareserkirina pirsgirêkên malbatî nekiriye. Ji ber esasê pirsgirêkên civakî li ser jintî û mêrtiya ku hatiye avakirin, ango tundî û çewisandin di encama mêrtiya serdest û jintiya bindest de hatiye avakirin. Ji ber vê heya ev têkilî neyên guhertin, pirsgirêkên girêdayî malbatê jî nayên guhertin. Wê demê malbat avahiyek îdeolojîk e û hemû têkiliyên serdestî di malbata navendî de tê hilberandin. Bi giştî rola malbata heyî di berdewamkirina bindestiya jinan, rola wan a di aborî û dabeşiya kar de diyarker e. Saziya zewacê jî her wek malbatê di avahiyek zayendparêz û hiyerarşîm, serwerî radestî mêran kiriye ku ew jî bin hîmaya dewlet û saziyê olî ne. Saziya bavikaniyê ya zewacê jî, li ser esasê îzolekirina jinan a ji civakê û bindestkirina wan e. Bi kurtasî ol, qanûn, zanist û pergala civakê têkiliyên di nav malbatê de rewa dike. ‘’Hevjiyana Azad’’ li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên civakî û serkeftina şoreşa civakî li ser hîmên têkiliyê wekhev yên jin û mêr e. Di rastî de gavek ber bi guhertina têkiliyên serdestî yên di navbera jin û mêr de ye. Hevjiyana azad pergala hiyerarşîk û milkiyetî ya çanda mêrsalariyê pirsyar dike û hewl dide hevsengiyê ava bike. Bi kurtasî di lêgerîna pirsa ‘’çawa bijîn e?’’ de, lê divê em çarçoveya hevjiyana azad tenê bi têkiliyên malbat û zewacê sînordar nekin. Hevjiyana azad hem navaroka têkiliyên jin û mêr tehlîl dike, lê di heman demê jî li ser têkiliyên mirov-civak û mirov-mirov jî radiweste. Di rastî de ger têkiliyên jin û mêr li ser bingehên rêz û nasîna îrade be, wê demê hemû li ser têkiliyên civakî jî bandor dike. Di wir de em dikevin ferqa girîngiya avakirina rast û bedew a kesayeta jin û mêr. Hevjiyana azad felsefeya jiiyana demokratîk, ekolojî û kolektîv e. Rizgarkirina têkiliya hevjiyanê ji serdestî hewceyî bi çareseriya avahî û pergalî heye. Jineolojî wek zanista hevjiyanê armanc dike ku şert û mêrcên dîrokî û sosyolojîk ên ku wan têkiliyan di nav de ava bûye şîrove bike û rêbazê afirandina têkiliyê li ser pîvanên azadî, felsefî û ehlaqî bipêş bixe.
Hevjiyana azad
Avaniyek civakî ya mayînde, ancax bi teşegirtina têkiliyên nû dikare çêbibe. Bi qasî ku zanîna azadiyê di nava endamên malbatê de bipêş bikeve û têkilî li ser bingehên wekhevî û rêzê bipêş bikeve, mirov dikare bi avabûna civakêk demokratîk bi hêvî be. Ji ber vê ji bo guhertina civakê, guhertina malbatê girîng e. Avakirina şêwazên jiyana azad û perspektîfên geşedana siberojê divê li ser binemayê civakek ehlaqî û polîtîk be; bêyî ku ji modelên hişmendiya materyalîst û şêwazên têkiliyên ferdî yên modernîteya kapîtalîst teqlîd bike û ji wan bandor be. Ji ber vê yekê dema behsa şoreşê dikin, di heman demê de qala tunekirina her cure zordarî û dagirkeriyê dikin. Pratîkên şoreşên hemdem yên mezin, nîşan daye ku nekarîne têgihîştina milkiyetê ya baviksalarî li ser pergala malbat û zewacê ji holê rakin û guhertin û veguhertinê ava bikin.
Ezmûnên tevgera azadiya Kurdistanê ji destpêka avabûnê heya niha, hewl daye şoreşek çandî û hişmendî ji bilî şoreşek siyasî û civakî ava bikin û em niha vê rastiyê dibînin. Bêguman yek ji faktorên sereke ji bo avakirina çanda hevjiyana azad, perwerde ye. Bi taybetî perwerdeya keçan a derbarê pîvanên azadiya jinê de, dê bikare xwe li hember zayendperestiya civakî biparêze. Her wiha redkirina nêrîna milkiyeta ser jinan û avakirina bingehên wekheviya civakî di pêkanîna hevjiyana azad de, girîng e. Xala din, têkoşînek radîkal a li hember hegemoniya mêrsalarî ye. Jin û mêrên ku di encama têkoşînê de karîne şoreşeke hişmendî û nirxên azadiyê bipêş bixin, dikarin bibin xwedî hevjiyana azad. Şoreşek civakî ancax dikare bi pêkanîna hevjiyana azad di hemû qadên civakê de pêk were.