‘Hemû jinên cîhanê dikarin di pêşxistina Jineolojiyê de rol bigirin’

Endama Akademiya Jineolojî Bihar Avrîn anî ziman ku divê her jinek xwe weke endama Akademiya Jinolojiyê bibîne û got: “Tu sînorê vê nîne û divê hemû jin di pêşxistina Jineolojiyê de bi rola xwe rabin.”

Navenda Nûçeyan – Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” di navbera 25-26’ê Îlonê de li bajarê Hesekê ya kantona Cizîre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 

Endama Akademiya Jineolojî Bihar Avrîn der barê naveroka konferansê de ji ajansa me re nirxandinan kir.

'Jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansa me bûn'

Bihar Avrîn diyar kir ku yekemîn konferans di sala 2018’an de hatiye lidarxistin û wiha got: “Di ser konferansa yekemîn re 6 sal derbas bûn û em weke Akademiya Jineolojiyê di warê pêkanîna şoreşa jinê û heta bi sazîkirina şoreşa jinê de jî divê em bigihijin armancên xwe. Di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de lidarxistina konferansa me pêwîstiyek bû. Konferansa me bi beşdariya jinên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat." 

Di guhertinên civakî de bandora Jineolojiyê hat nîqaşkirin

Bihar Avrîn destnîşan kir ku yek ji mijarên di konferansê de hat nîqaşkirin rola Jineolojiyê ya di sazîkirin û avakirina şoreşa jinan de bû û got: “Em Şoreşa Rojava mîna şoreşa jinan pênase dikin. Akademiya Jineolojî di 6 salên ku di navbera herdu konferansan de derbas bû gihişt armancên xwe. Yek ji mijarên ku em girîngiyê didin wê pergala perwerdê ye. Li ser xala ku amûr û rêbazên me yên perwerde di çi astê de guhertin û veguhertinên civakî dike me nîqaş da meşandin. Derbarê li ser jiyanê teyisandina guhertin û veguhertinê de nirxandinên girîng hatin kirin.”

‘Li dijî êrişên pergala kapîtalîst em dixwazin eniyek berxwedanê ava bikin’

Bihar Avrîn a got ku di avakirina Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanî de rola Jineolojiyê heye, wiha domand: “Di konferansê de li ser mijara ku gelo di navbera jinên ji her aliyê cîhanê de tora têkiliyê çiqas me da avakirin, nîqaş çêbûn. Ji ber ku em dixwazin li hemberî êrişên pergala kapîtalîst eniyek parastin û berxwedanê ava bikin. Ev mijar hemu nîqaşên berfireh dixwazin. Şoreşa Rojava, şoreşek ku bi pêşengiya jinan hat bipêşxistin e û di heman demê de aliyek çandî û akademîk jî dihewîne. Her çiqas şoreş hatibe jiyankirin jî şopên baviksalarî, kalibên zayendî heye. Li kêleka vê şert û mercên şer û koçberiya bi darê zorê heye. Divê ev mijar hemu bên destgirtin. Erka Jineolojiyê heye ku van pirsgirêkan lêkolîn bike û di van mijaran de jinan hişyar bike.”

‘Di çareserkirina pirsgirêkan de têkoşînekê timî hewce dike’

Bihar Avrîn da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de gelek bernameyên perwerdeyê hatine sazkirin û bi vê yekê re ji bo jinan derfetekê ku bikaribin pirsgirêkên xwe bi rehetî nîqaş bikin hatiye avakirin. Bihar Avrîn wiha got: “Bê guman di warê hebûna jinan a di qada siyasî, civakî, dîplomatîn hwd de platformek bihêz heye, lê li gel vê jî stereotîpên zayendî yên civakî û rola kevneşop a jinê di nav malê de hê jî bihêz e. Jin dibêjin ‘Di asta civakî de bi qasî xwe îfadekirinê em dikarin beşdarî qadên siyaset, aborî û hemu qadên jiyanê bibin, lê belê divê em rolên xwe yê kevneşop jî bidomînin’. Ev tê wateya ku ji bo pareserkirina pirsgirêkan, derbaskirina hemu zihniyetên paşverû têkoşînekê timî hewce dike.”

‘Di guhertina civakê de dê Jineolojî bi bandor be’

Bihar Avrîn got ku di herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek navend û akademiyên Jineolojiyê hatine vekirin  û wiha pê de çû: “Akademî û navendên Jineolojiyê li gor pirsgirêk û mijarên li gor herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîkolînên civaknasî dike. Mînak pirgirêkên malbatê yan jî pirgirêkên jiyana komînal di nav rojevên me de ne. Ev giştî mijar li gor pêdiviyên vê heremê tê lêkolînkirin û em dixwazin ku encama wan lêkolînan di jiyana jinan de guhertin bide çêkirin. Divê qadê de gelek pêşketin çêbûn û em hêvî dikin ku civaka di Rojava de em behs dikin di aliyê çand û hişmendiyê Jineolojî bi bandor be.

‘Rojhilata Navîn her tim bûye qada şer’

Bihar Avrîn da diyarkirin ku çanda mêr, sîstema kapîtalîst dixwaze jinê cîhê bike û wiha gotinê xwe domand: “Di salên dawî de taybet di erdniqariya Rojhilata Navîn de rûxmê tekoşîna radîkal ya jinê jî em dibînin ku sîstem dixwaze bi hinek rêyan tekoşîna jinan lewaz bike. Parastina destkeftiyên şoreşa jinê li milekî ji bo em jiyanî bikin divê tedbîrên taybet bê girtin. Rojhilata Navîn her dem qada şer e. em divê ernîqariyê de dibin şahîdê xwîn rijandin û pevçûnan. Jin herî zêde ji encam û şertên şer bandor dibin. Di rewşeke wiha de divê jineolojî hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê di afirandina torên ragihandinê yên jinan de roleke girîng bilîze. Em jin her çendî cudahiyên me hebin jî tiştê ku me tîne cem hev heye û em li kur bin jî bi tundî û zextê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê divê pêvajoyê de yek ji mijara ku em nîqaş dikin ji bo konferansa jin ya kûrevî platformek lidarbixin. Armancên konfederalîzma gerdûnî ya jinan û bingehên ku divê li ser wan bê avakirin tên nîqaşkirin.”

‘Divê tedbîrên me yên taybet li dijî pergalê hebe’

Bihar Avrîn bal kişand ser konferansên di salên dawî de li ser asta navneteweyî hatin lidarxistin û got: “Yek ji konferansan li Frankfurtê hat lidarxistin û yek ji armanca Jineolojiyê jî ew bû ku xwe bi hemû cîhanê bide naskirin. Divê her tim li dijî pergalê tedbîrên me yên taybet hebe. Ev tedbîr dibe di aliyê zanistî û teorîk de be jî dibe di aliyê parastina cewherî de be jî. Piştî serkeftina Şoreşa Rojava jinan di gelel qadan de rastî zextan hatin. Divê tundiya li dijî jinê ji holê rabe. Ji bo bidawîkirina çanda tundiyê hin proje hatin pêkanîn. Yek ji van jî vekirina navendan ji bo jinan e. Ev der ne tenê stargeh û cihên ku jinan ji tundiyê diparêzin in, di heman demê de projeyek in ku jin dikarin bi xwe biryara xwe bidin. Van hemûyan asoyên nû ji têkoşîna jinê re vekirin û di pêşerojê de dikarin bibin mînak.

‘Felsefeya Jin, Jiyan Azadî ji bo me jinan firsendek bi hêz ava kir’

Bihar Avrîn diyarkir ku di konfaransê de Akademiya Jineolojî ji bo di pêşerojê de xebatên hê zêdetir bi sûd û berhemdan were meşandin gelek hedef hatine diyarkirin û pêşniyar pêşkêş kirine û ev tişt got: “Felsefeya Jin, Jiyan Azadî ji bo me jinan firsendek bê hêz avakiriye. Diwarên sexte û sînorên di nava jinan de rakiriye. Ev felsefe bû sedem ku weteya sînoran nemîne. Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan destpêkirî, li her çar parçeyên Kurdistanê û heta di asta cîhanê de bûye çavkaniya hêvî û îlhamê. Jinên Rojhilata Navîn li dijî zayendperestiya civakî, çanda mêrsalar, urf û edetên civakî, sazumaniya dewletê, sîstema malbatê û gelek nêzîkatiyên malbatê têdikoşin.”

‘Jineolojî ji teoriyekê zêdetir, paradîgmayek e’

Bihar Avrîn bal kişand ku sedsala 21’an weke sedsala şoreşa jinê pênase dikin û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê divê em di ferqa metirsiyên ku heye debin û li dijî vê sîstema ku heye, divê hertim sîstema meya xweparastinê hebe. Konferansa meya jineolojî bi hinek pêşniyar, rexne û bendewariyan bi awayek serkeftî bi dawî bû. Di rojên pêşiya me de der barê hûrgûliyên nîqaşên di konfaransê de derbas bûne wê agahiyên berfireh were dayîn. Wê planên pêşerojê yên Akedemiya Jineolojiyê hebin. Jineolojî ji teoriyekê zêdetir, paradîkmayek e. Jineolojî di civaka me de kok daye, li dijî her cûrê mêrsalariyê nêzîkatiyek radikal e. Em dikarin bêjin Jineolojî li Rojhilata Navîn û cîhanê bi keyfxweşî tê pêşwazî kirin. Ji ber Jineolojî aîdî hemû jinan e û yek ji armancên wan rehendên dîroka jin û aliyê wê derbixistina holê ye. Ji ber agahiya rast ya dîrokê û nêzîkatî, bi taybet bêyî ku em bibin xwedî dîroka xwe nagihê çareseriyê. Ji ber vê erkên Jineolojiyê hê zêdetir berfireh e û divê her jin xwe weke endama akademiya Jineolojiyê bibine. Tu sînorek vê nîne û di pêşketina xebat û lêkolînên Jineolojiyê de divê hemû jin riyek bi bandor bilîze.”