‘Armanca Jineolojiyê belavkirina zanista jinê ye’

Endama Akademiya Jineolojî Evîn Ehmed ku beşdarî 2'yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê bû li ser kar û xebatên Jineolojiyê axivî û got: “Armanca yekem a Jineolojiyê zanista jinê belavkirin û guhertina hişmendiya mêr e.”

JÎNDA AMARA

Hesekê – Akademiya Jinêolojiyê di dîroka 25-26’ê Îlonê de bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe”  2'yemîn Konferansa  Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê lidarxist. Konferansa ku bi 300 delegeyan destpêkir bi gelek nîqaş, xebatên çand û hunerî û encamnameyê bi dawî bû.

Endama Akademiya Jineolojî Evîn Ehmed ku di amadekariya konferansê de cîhê xwe girt ji ajansa me re behsa girîngiya lidarxistina konferansê, armanc û xebatên akademiya Jineolojiyê kir û diyar kir ku wek Jineolojiyê ji bo wan tişta herî girîng çareserî ye û got ku ger dîrok baş were pênasekirin çareseriya rast jî derxînin holê û  ne tenê pirskirêka jin dikarin pirskirêka mêr û civakê jî pênase bikin.

Pênaseya Jineolojiyê

Evîn Ehmed di destpêka axaftina xwe de bi çend xalan pênaseya Jineolojiyê kir û wiha got: “Dema em pêneseya Jineoloijyê dikin em dibînin ku armanca wê gelek in. Di xala yekem de armanca Jineolojiyê zanista jinê belav kirin û li ser vê esasê lêkolîn kirin e. Xala duyem jî têgehê dide nasîn, şîrovekirin û pênasekirin, hem ji bo xwe hem jî ji bo civaka xwe. Xala sêyem jî hişmendiya mêrsalar ku xwe li ser civakê bi hezaran salan ferz dike bide guhertin.”

‘Jineolojî dixwaze dîrokê ji nûve şîrove bike’

Evîn Ehmed di berdevamiya axaftina xwe de armanca Jineolojiyê anî ser ziman û got ku Jinêolojî dixwaze dîrokê ji nûve bigre dest, şîrove bike û wejînek nû çêbike û wiha pê de çû: “Ev dîroka ku em behs dikin ji destê desthilatan ve bi hezaran salan hatiye windakirin û tunekirin. Ji ber vê jî akademiya Jineolojî pêdîvî dît ku dîrokê ji nûve bigre dest û şîrove bike. Dema em dibêjin akademî zanist û zanînê pêş dixe vê demê em girîngiya akademiyê pir eşkere dibînin û em dibînin ku di nav civakê de çiqas guhertin dide avakirin. Jineolojî hewil dide qalibên di nav civakê de hatiye rûnişkan ku ev qalib çavkaniya xwe ji hişmendiya mêr digre  bişkîne û sîstemek nû ava bike daku jin bikaribe xwe baş nas bike, îfade bike û azad bijî. Ji ber her kes dizane ku nasnameya jin hatiye şikandin û li vir erka Jineolojî derdikeve holê ku ji nûve nasnameya jin bide pênasekirin û zîndîkirin.”

‘Jineolojî kadroyên xwe ava dike’

Evîn Ehmed tekez kir ku Jineolojî li ser kesayet jî disekine her wiha wek akademî kadroyên xwe jî ava dikin û wiha gotînê xwe domand: “Baş tê zanîn ku ger kesek xwe neguherîne nikare derdorê xwe û civaka ku di nav de dijî biguherîne. Mirov divê destpêkê di xwe de destpê bike piştre li civaka xwe vegere.  Xala din ya herî girîng eve ku Jineolojî kadroyên xwe bi çi awayî perwerde dike. Ji ber dema em behsa akademî dikin bê guman ev akademî bê kadro nayê meşandin û bê zanist nayê diyarkirin. Her çiqas kadroyên akademiyê têr û tijî be di aliyê têgehê de ewqas dikare di nav civakê de zanistî pêş bixe.”

‘Divê em jii malbatakê azad, civakek azad biafrînîn’

Evîn Ehmed destnîşan kir ku di konferansa yekem ya Jineolojiyê ku di sala 2018’an de lidarxistibûn gelek biryar hatine girtin û wan biryaran piranî xistine pratîkê û di konferansa 2’yemîn de encama wan xebatan hatiye nîqaşkirin û wiha pêl da gotinê xwe : “Di encama wan biryaran de gelek akademî û navend hatin vekirin, ev jî ji bo me serkeftinek e ji ber ku erka Jineolojiyê ku girtibû ser milê xwe bi van pratîkan bi cîh anî. Em nikarin bibêjin sedî sed me encam bi dest xist lê di hinek xalan de em dikarin bibêjin ku tiştê hat xwestin pêk hat. Ji ber ku me armanc kir ku em dengê xwe bigîhînin gelek deveran û ev jî di astekî de pêk hat, me dengê xwe gihand gelek jinan ku di nav malê de hatine hepskirin. Her wiha armancek din ku li ser hat nîqaşkirin malbetek demokratîk dane avakirin bû ji ber ku malbat dendika civakê ye ger tu nikaribî vê dendikê di nav civakê de derxînî vê demê divê tu vê malbatê li ser demokrasî û azadiyê biguherînî ango jii malbatakê azad, civakek azad biafrînî.”

‘Li dijî pozîtîvîzmê sîstema Konfedaralîzma Demokratîk ava bikin’

Evîn Ehmed bandora pozîtîvîzmê li ser civakê nirxand û amaje bi vê yekê kir ku divê li dijî pozîtîvîzmê, sîstema Konfedaralîzma Demokratîk li civakê bidin rûnişkandin û wiha qal kir: “Divê em civakê ji pozîtîvîzmê xelas bikin. Li dijî hişmendiya pozîtîvîzmê divê em jî wek akademiya Jineolojiyê civakêk ku li ser hişmendiya sîstema Konfedaralîzma Demokratîk xwe rêve dibe bidin avakirin, teorîyek hîn xurtir, baştir û leztir deynîn holê.“

‘Jineolojî zanistek herikbar e’

Evîn Ehmed wiha bi dawî kir: “Di nav nîqaşên xwe de me gelek kêmasiyên xwe anîn ser ziman, ji bo pêşerojê gelek pêşniyar jî hatin. Em dixwazin van kêmasiyên heyî derbas bikin ji ber Jineolojî zanistek herikbar e her xwe nû dike. Em dixwazin di demên pêş de kadroyên herî xurt bidin avakirin, her wiha xebatên broşûr û pirtûkên ku hêz, dîrok û zanista jinê pênase dikin temam dikin.

 Herî dawî ez dikarim bibêjim ku wek Jineolojî em dixwazin dîrokê baş pênase bikin. Ji bo me tişta herî girîng çareserî ye. Ger em dîrokê baş pênase bikin dikarin çareseriya rast jî derxînin holê, ne tenê pirskirêka jin dikarin pirskirêka mêr û civak jî pênase bikin.”