Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 40 hezar

Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 40 hezaran.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê ragihand ku hejmara Filistîniyên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane bûye 40 hezar. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê 40 hezar û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, 92 hezar û 401 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetan de bi giştî 40 Filistînî hatine qetilkirin û 107 kes jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên Saziya Parastina Sivîlan a Filsitînê da zanîn ku herî kêm cenazeyê 10 hezar Filistîniyan di bin xirbeyan de mane.