Jinên TJA’yê: Em ê gotina ‘Jin Jiyan, Azadî’ berdewam bikin

TJA’yê ji bo piştgiriya bi Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê ya Afganistanê re daxuyaniyek da û got: “Tevî sînorên faşîzma netew-dewletê, em ê li kêleka hev bisekinin û li her cihê ku dengê me bigihîje, bi hev re bibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’."

Wan- Tevgera Jinên Azad (TJA), bi armanca piştgiriya bi Tevgera Jinan a Pencereya Hêviyê ya Efganistanê re daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya bajar a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) hat dayîn Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Komeleya Jinan a STAR, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Meclisa Jinan ya KESK’ê, Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re (TUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Alîkariya di Dergûşa Çandê de Kesên ku Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Atolyeya Aryen a Çandî û Hunerî, Komeleya Lêpirsîna Ziman, Çand û Huner (ARSÎSA) û gelek kesên din tevli bûn.

Daxuyanî li ser navê TJA’yê Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê ya Riya Armûşê Şevîn Polat xwend.

‘Hedefa yekem jin û zarokên keç in’

Şevîn Polat diyar kir ku her çend erdnîgarî bê guhertin jî polîtîkayên mêtinger ên desthilatdariya mêr neguheriye û got ku têkoşîna jinan a li dijî vê di her qadê de mezin bûye. Şevîn Polat bi bîr xist ku rejîma Talîbanê 3 sal in li Afganistanê desthilatdar e û wiha got: “Jin û keçên Afganî bi dehsalan bi destwerdana rasterast a dewletên netewe yên serdest ên mêr feqîr bûne; bi şer, tundiya sîstematîk, birçîbûn û girtinê re rû bi rû man. Rejîma li dijî azadiya jinan ku ji salên 90’î û vir ve ji aliyê rejîma Talîbanê ve tê meşandin, bi îlankirina şerîetê re bêhtir bi sazî bûye û armanca wê ya yekem, bêguman, jin û keç ên ku dê pêşengiya azadî û rêxistinbûna civakî bikin."

 ‘Mafê perwerdeyê ji bo zarokên keç hat astengkirin’

Şevîn Polat bal kişand ku li Efganistanê burka li xwendekarên jin û zarokên keç tê kirin û ji xwendinê tên dûrxistin.  Şevîn Polat wiha gotinên xwe domand: “Mafê xwendina zarokên keç ji destên wan hat girtin, jin ji siyasetê hatin dûrxistin, nikarin ji xizmeta tendirustiyê para xwe bigrin; qadên giştî ji wan re hatin qedexekirin. Jin ji ber ku li gorî şerîetê tevnegeriyan hatin recmkirin, zarokên ku xwestin biçin dibistanê bi kezabê hatin şewitandin; hêzên desthilatdar ên mêr tenê bi temaşekirinê re sînordar man.”

‘Têkoşîna ku dengê jinan tê de tune be bi ser nakeve’

Şevîn Polat diyar kir ku li dijî rejîmê têkoşîna jinan berdevam dike û wiha anî ziman: “Bersiva herî baş a li dijî rejîmên tarî yên ku ji aliyê netew-dewletên serdest ên mêr ve tên mezinkirin, yên ku mafên me yên herî bingehîn paşguh dikin û desteser dikin û dixwazin me di qefesên ku ava kirine; hembêzkirina cesaret, berxwedan û hişmendiya jinan e. Em dizanin ku tu têkoşîn bê dest û dengê jinan nagihîje serkeftinê û bi şoreşê bi encam nabe.”

'Em ê bi hev re bibêjin Jin Jiyan Azadî'

Di dawiyê de Şevîn Polat banga berfirehkirina têkoşîna rêxistinkirî kir û wiha got: “Ji Clara Zetkîn heta Meena Keşwar Kamal; ji Sara heta Arîn Mîrkan, ji Hevrîn Xelef heta Evîn Goyî; perpirsiyariya me ya herî bingehîn a li hemberî jinên şoreşger ên ku me mîrateya berxwedanê ji wan girtiye, mezinkirina rêxistinbûna xwe û bilindkirina ruhê têkoşîna jinên ji Afganistanê heta Kurdistanê ye. Weke TJA, em têkoşîna azadiyê ya jinên Afgan ên ku zêdetirî 40 sal in îradeya wan hatiye desteserkirin diparêzin û hembêz dikin û dixwazin bê zanîn ku em ji heman kokan tên xwedîkirin. Tevî sînorên faşîzma netew-dewletê, em ê li kêleka hev li ber xwe bidin û bi hev re li her cihê ku em nefesê digrin bibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî.”

 Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan, Azadî”, bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.