Hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibin

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane derket 43 hezar û 985’an. Her wiha zarok ji ber kêmxwarinê li odeya lezgîn hatin ragirtin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeye daxuyaniyek da û der bare erişen 411 rojin yen İsrailê li ser Xezaye agahî parvekir. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "2 qetlîam" pêk anîye. Di wan her du êrîşên ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê pêk anî de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 84 kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin de hejmara miriyan derket 43 hezar û 985’an û hejmara birîndaran jî derket 104 hezar û 92’an. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sîvîl  ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

'Rewşa kêmxwarinê zêde bûye'

Ji aliyê din ve Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advan a li Beyt Lahiya li bakurê Zîvala Xezayê ku zêdetirî mehekê ye dibin dorpêça Îsraîlê de ye Husam Ebû Safiye diyar kir ku rewşa herêmê roj bi roj xerabtir dibe û rewşên kêmxwarinê zêde dibin. Ebû Safiye got: "Em hîn di bin dorpêçeke tund de ne. Derman, personelên tenduristiyê û xwarin... destûr nayê dayîn ku tiştek bikevin hundir. Destûr nayê dayîn ku ambulans û tîmên parastina sivîl xizmetê bikin." Ebû Safiye diyar kir ku piştî ku Îsraîlê duh mala malbata "el-Kehlût" a li nêzî nexweşxaneyê hedef girt, banga alîkariyê ji wan re hatiye û wiha got: "Mixabin me nekarî tiştekî bikin. Yên ku bi hewldanên xwe dikarin bên nexweşxaneyê hatin rizgarkirin, yên mayî jî şehîd bûn." Ebû Safiye diyar kir ku di nexweşxaneyê de 85 zarok û jinên birîndar hene û di gihandina asta herî bingehîn a tenduristiyê ji van kesan re zehmetiyan dikşînin.

Zarok di odeya acîl de ne

Ebû Safiye her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 6 kes di lênihêrîna giran de ne û rewşa wan giran e û wiha got: "Mixabin bûyerên kêmxwarinê dest pê kirine. Ji duh ve 17 zarok bi nîşaneyên kêmxwarinê hatin odeya lezgîn.”