Hêjmara kesên di êrîşa Pakistanê de jiyana xwe ji dest dan gîhîşt 65’an

Di êrîşa 29’ê Îlonê li eyaleta Heyber ya Belucistana Pakistanê pêkhatî de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gîhîşt 65’an.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Mastung ya Belucistana Pakistanê di 29’ê Îlonê de li qada ku ji bo qandîla Mewlidê kombûn de êrîşek bombayî pêkhat, 8 kesên din ên di êrîşê de birindar bûn, jiyana xwe ji dest dan. 

Li eyaleta Hayber ya Belucistanê hêjmara kesên ku di êrîşê heman rojê de jiyana xwe ji dane giha 65’an. 

Li herêma Mastung ya girêdayî eyaleta Belucistanê di 29’ê Îlonê de li nêzî mizgeftê, êrîşa bombeyî, li herêma Hangu ya girêdayî eyaleta Pahtunhva ya Heyber li mizgerftê êrîşa întiharê pêkhat. Di êrîşan de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 140 kes jî birindar bûbûn.