3 hezar û 500 xwendekar bi Netewa Demokratîk perwerde dibînin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê sala nû ya perwerdeyê ku li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî danîn, destpê kir.

BERJÎN KARA

Mexmûr- Di salên 1990'an de li bajarên Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker polîtîkayeke tund li dijî Kurdan da meşandin û cerdevanî li wan ferz kir. Di encama vê polîtîkaya tundiyê û ferzkirina cerdevaniyê de bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Ev welatî piştî ku derbasî Başûr bûn di gelek wargehan re derbaz bûn. Herî dawî di sala 1998'an de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih bûn. Ji roja ku li vê wargehê bi cih bûne û heta roja me ya îro jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî PDK’ê xilas nebûn. Di van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî astengdar mane.

Bi derfetên xwe perwerdeyê dibînin

Li rexa êrişên dewleta Tirk, ji sala 2019’an ve PDK jî ambargo daniye ser wargehê û liv û tevgera niştecihên wargehê sînordar kiriye. Ruxmê van êrişên dewleta Tirk û astengiyên ku ji aliyê PDK'ê ve ji wan re tên derxistin jî niştecihên wargehê xwe bi rêxistin kirine. Ji roja ku hatiye avakirin ve wargeh girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê NY jî berpirsyariyên xwe bi cih nayne. Niştecihên wargehê bi derfetên xwe komîteyek ava kirine. Xebatên perwerdehiyê ji aliyê vê komîteyê ve dibin banê Sîstema Paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî gelan kirî ve tê meşandin. Di nava vê sîstemê de bi hezaran xwandekar ji dibistanên wargehê mezûnbûne.

Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ku sala nû ya xwendinê lê destpê kir, 5 Dibistanên Dayîkê, 4 Seretayî, 2 Navîn û 1 jî Amedeyî hene. Bi giştî 3 hezar û 500 xwendekar û 150 mamoste li Mexmûrê hene. Li gorî pergala perwerdeyê ya Mexmûrê, her du sal carek konferansên Komîteya Perwerdeyê ya Xweser û Komîteya Perwerdeyê ya Giştî cuda cuda tê lidarxistin û rêveberên nû tên hilbijartin.

Hevberdeva berê ya Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamosta Bêrîvan Kaya sîstema perwerdeyê ya li wargehê hatî rûnişkandin û sala nû ya perwerdeyê ji ajansa me re nirxand.

Qada perwerdê jî bû yek ji qadên berxwedanê

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de qala zehmetiyên rûnişkandina sîstema perwerdê ya li wargeha Mexmûr kir û wiha got: “Ji salên 94’ê heya niha bi awayek sîstematîk di derfetên zehmet de, sîstema perwerdeya wargehê hatiye rûnişkandin. Bê guman wek perwerdeya Mexmûrê, pêvajoyên ku têde derbazbûyî, beramberî şert û mercên zehmet û bêderfetiyên heyî jî di gelek aliyan de serkeftinên mezin bi destxistiye. Bi taybet em dikarin bibêjin di aliyê zimanê Kurdî de serkeftinên mezin hatine bi destxistin, bi hezaran xwandekar di van dibistanên ku di wargehên cuda yên ku em têde derbazbûyî de xwendina xwe temam kirine. Heta beşek xwandekarên me di gelek zanîngehên herêmê de xwendine û di pîşeyên cuda de bune xwedî kêrhatin. Gelek caran li beramberî sîstemên heyî yên ku niha di cîhanê de tên meşandin û di şert û mercên roja me ya îro de jî bê guman gelek zehmetiyên ku em niha bixwe navxweyî de jî pê re rû bi rû dimînin hene.”

‘Sîstema cîhanê ya roja îro xwandekaran ji têgihiştina jiyanê dûr dixe’

Bêrîvan Kaya diyar kir ku li rexa zehmetiyên roja îro li ser perwerdê heyî, zehmetiyên sereke yên cuda jî hene û wiha got: “Sîstemên cîhanê yên ku îro em dibînin ser teknîk û teknolojiyê dema rêve diçe taybet armanc û hedefgirtina sîstema perwerdeya roja me ya îro xwandekarên heyî ji fikrandinê, ji hizirandinê û têgihiştina jiyanê dûrxistine. Bi taybet sîstemek jiberkirî, sîstemeke ku xwandekar tenê wek robotek jiber bike û derbas bibe pêktîne. Ango di aliyê fêm kirin, têgihiştin, naskirin wê û wê zanistê dana jiyan kirin de kapîtalîzmê pêvajoyeke ku hemu aliyan de ciwanan xistiye bin bandora xwede pêşxistiye û vê yekê jî herî zêde bi sîstema perwerdê dide pêkanîn.”

‘Bandoriyek mezin ya teknolojiyê li ser xwandekaran heye’

Bêrîvan Kaya di nirxandinên xwe de bal kişand ser bandora teknolojiyê ya li ser xwandekaran û got: “Xalek din jî dema mirov temaşe dike teknolojiya ku heyî rastiyek li wargehê jî bandora xwe dike, taybet dema em temaşe dikin temenek biçûk de zarok fêrî karanîna teknolojiyê kirin, xistina bin bandora telefon û înternetê de, bê guman bandorek sereke li ser xwandekaran heye. Ev jî dibe sedem ku xwandekarên me hinekî ji cîhana ku têde jiyan dikin dûr bikevin. Di vî alî de di navbera mamoste û malbatan de ji bo perwerdekirina zarok de hinek lewazî têne jiyan kirin.”

‘Konferansên îsal berhemdar bûn’

Bêrîvan Kaya konferansên qada perwerdê yên îsal hatine li darxistin bi bîrxist û got: “Wek tê zanîn her du salan carekê wek perwerdeya Mexmûr em di konferansan re derbas dibin. Konferansên îsal em dikarin bibêjin berhemdar bûn. Hem aliyê sîstemê nîqaş kirin, lewaziyên heyî yên xwandekarên me, di kîjan aliyan de pêşnakevin yan jî kîjan aliyan de pêwîstî pê heye ku perwerdeya Mexmûrê bê dewlemendkirin. Di vê derê de hem sîstema perwerdeya wargehê xwe nû dike hem jî weke rêziknameya heyî ya her du sal rêveberiya perwerdê jî tê nû kirin. Li gel wê hinek biryarên nû derdikevin û jiyanî kirina wan biryaran têne rêxistin kirin. Ez di wê baweriyê de me ku biryarên îsal di konferansan de derketine û nîqaşên giranbiha li ser hatine kirin wê sûdek mezin bide xwandekar û malbatan jî.”

‘Sîstema perwerdeya me li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk ava buye’

Bêrîvan Kaya destnîşan kir ku rêgiriya hikumeta PDK’ê ku li ser wargehê pêktîne herî zêde perwerdehiya xwandekaran bandor kiriye û wiha got: “Ji sala 2019’an heya niha rêgiriyek li ser wargehê heye û herî zêde ev rêgirî bandora xwe li ser xwandekarên me kiriye. Hikumeta herêmê zanîngehên xwe ji bo xwandekarên me qut kirin û xwandekarên me jî vê rewşê wek metirsiyek ji bo xwe dibînin. Bi sedan xwandekarên me ji wê salê heya niha xwendina xwe ya li vir qedandine di valehiyê de mane.

Lêgerînên ji bo alternatîfên cuda hatine kirin, lê ya herî zêde em di van konferansan de gihiştin wê encamê ew bû ku, em bixwe xwe ji bo xwandekarên xwe bibin bersiv. Pêwîstî pê hat dîtin ku dibistanên pîşeyî û di heman demê de asta xwendinê ya li peymangehê jî bê xurtkirin. Beşên pîşeyî yên ku her xwandekarek li gor kêrhatinên xwe bikaribe xwe têde îfade bike û bibe xwedî pîşeyek nû, bêne ava kirin. Bê guman ev jî hêviyeke ji bo xwandekaran û di heman demê de beramberî sîstemên derdor jî buyîna alternatîfe. Bi salane em dibêjin perwerdeya ku em li wargehê didin, perwerdeyek ku li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk ya Rêbertiye. Li ser vê xwe rêxistin kirin û di heman demê de bi fikrekî ku xwe, xwezaya xwe û azadiya xwe ya kesî nas bike ango hîmek xurt yê perwerdeya me heye.”

‘Sala nû ya perwerdeyê bi 3 hezar û 500 xwandekaran destpê kiriye’

Bêrîvan Kaya di dawiya axaftinên xwe de bang li malbatên xwandekaran kir ku zarokên xwe ji bo perwerdeyê teşwîq bikin û got: “Bi vî awayî xebateke berfireh niha hatiye destpê kirin. Sala nû ya perwerdeyê bi 3 hezar û 500 xwandekaran destpê kiriye. Bê guman dibe ku zêdetir jî bibe ji ber ku nû ketine sala perwerdeya nû de, qeydên zarokan, serlêdanên nû yên xwandekaran jî berdewamin. Di vî alî de xebatek berfireh yê qada perwerdê û hîndekariya Mexmûrê heye. Em bang li hemu malbatên xwandekarên xwe dikin bi zarokên xwe re di aliyê sîstema perwerdê de bibin alîkar û zarokên xwe ji sîstema kapîtalîzmê ya niha heyî ku cîhana wan ya xeyalî xistiye wek cîhana sanalî dûrbixin û bibin hêzek xurt li gel mamosta û dibistanan.”