Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe
AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 20 hezar û 665’an. Li Amedê jinek 122 seat şûnde hat rizgarkirin. Ekîbên lêgerînê piştî 6 rojan çûn navçeya Arsuz a Hatayê.
Navenda Nûçeyan – Di erdhejên ku navenda wê Bazarcix û Elbîstan a Gurgumê ye agahiyên li ser hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan nûjen bû. Hat ragihandin ku di erdhejê de 20 hezar û 665 kesan jiyana xwe ji dest dane, 80 hezar û 88 kesan jî hatine rizgarkirin. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Awarte (AFAD) her wiha ragihand ku ji bajarên ku ji erdhejê bandor bûne 92 hezar û 697 erdhejzede jî hatine tahliyekirin.
Piştî 122 seat şûnde hat rizgarkirin
Di nûçeyên ku ji heremên erdhejê tê li gel giranbûna bîlançoyê, rûxmê demê ku her diçe kesên ji bin kavilan hatine rizgarkirin jî hene. Li Amedê xebatên li avahiyên hilweşiyane didome. Piştî 122 saetan ji kavilê Apartmana Sozel a Taxa Kooperatîfler a semsa Ofîsa navçeya Bajarênû yê Amedê jineke bi navê Maşallah Çîçek a 55 salî hat xelaskirin.
6 rojan şûnde xebatên rizgarkirinê hat şandin
Heya îro jî ekîbên lêgerînê neket navçeya Arsuz a Hatayê ku nifusa wê 100 hezar e û piraniya nifûsa wê Elewî ne. Hemwelatiyan destnîşan dikin ku di roja 5’emîn a erdhejê de desngê hemwelatiyan ji bin kavilan hatiye lê ji ber mudaxale nekirinê êdî deng qût bûne. Piştî bertekên gel hat zanîn ku îro danê siharê xebatên lêgerînê yên ji 20 kesan ber bi Arsuzê ve derketiye rê.