Hejmara Iraqiyan ji 42 miyonan derbas kiriye

Li gorî daneyên wezareta plandanîna Iraqê, hejmara xelkê Iraqê 42 milyon derbas kiriye û di sala borî de zêdetirî milyonek û 300 hezar zarok ji dayik bûne.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên wezareta plandanîna Iraqê, hejmara xelkê Iraqê 42 milyon derbas kiriye û ev gelek zêde ye.

Wezareta plandanînê ya Iraqê ragihand ku di sala 2022’an de hejmara xelkê Iraqê gihîştiye 42 milyon û 248 hezar û 882 kesan.

Li gorî daneyên wezareta plandanînê ya Iraqê, sala borî milyon û 310 hezar û 894 zarok ji dayik bûne. 235 hezar û 469 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta plandanîna Iraqê aşkera kir ku ji sedî 50.5 xelkê Iraqê jin in û ji sedî 49.5 mêr in. Iraq yek ji wan welatan e ku hejmara xelkên wê zêde ye, Mûsil bajarê herî biçûk e 900 hezar kes tê de dijîn.