Hejmara 68’an a Kovana Jin derket

Hejmara 68’an a Kovara Jin bi berga "Nêzîkatiya ekolojîk a li îstismara xwezayê-jin" derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 68'an a Kovara Jin ku her hefte di medyaya dîjîtal de derdikeve, bi bergê "Nêzîkatiya ekolojîk a li xwezayê û îstismarkirina jinê" derket. Kovar balê dikişîne ser têkoşîna li dijî îstîsmara jin û xwezayê.

Endama Komeleya Jinê ya Demê Derya Aslan di gotara xwe ya bi navê “Ekofemînîzma li dijî îstîsmara jin û xwezayê” de behsa zayin, armanc û pêşketina ekofemînîzmê dike.

Dîlan Bebleşîn di gotara xwe ya bi sernavê "Li Kurdistanê bermîla zivirî ber bi xwezayê ve: Ecosîd" de balê dikişîne ser asta wêrankirina ekolojîk a ji ber şer û rêxistinbûna kesên ku xwezayê diparêzin.

Buhar Ewrîn di gotara xwe ya bi sernavê “Ekolojiya Civakî Li Dijî Ekolojiya Şer û Şîdetê” de behsa pêwîstiya avakirina saziyên ekolojîk û jîngehparêzî û bername û stratejiyên zelal li ser vê mijarê dike.

Bêrîvan Guneş, bi gotara xwe ya “Bajarê kê, mafê kê yê bajêr?” balê dikişîne ser girîngiya bajarên ekolojîk û çawaniya wan.

Munevver Berk di gotara xwe ya bi sernavê "Vîna jinê ya li dijî rejîma qeyûm" de balê dikişîne ser mafên ku ji aliyê hikûmetê ve bi destwerdana îradeya Kurd û jinan hatiye desteserkirin.