HEDEP ji hilbijartinê re amade ye

Her ku salnameya hilbijartinên herêmî nêz dibe, çavê hemû kesan li HEDEP’ê ye. HEDEP a ku bi îdiaya girtina şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin û hîn zêdetir xwe ji hilbijartinê re amade dike, stratejiya 'Bi lihevhatina bajaran re serkeftin' esas digre.

SERPİL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan - Tirkiye xwe amade dike di 31’ê Adara 2024’an de biçe hilbijartinên Xwecihî. Her ku dîroka hilbijartinan nêz dibe, nîqaşa helwesta partiyên siyasî jî dest pê kir. Yek ji partiyên siyasî yên herî balkêş ên hilbijartinê û meraqa ku dê çi gavan bavêjin avadike jî Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) e.

Beriya niha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de, 65 şaredariyên parêzgehên Kurdistanê bi dest xist. Ji 3 jê mezin, 5 jê parêzgeh, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredariyên ku HDP'ê bi dest xist, 6 ji wan re mazbata nehat dayîn. Ji 48 şaredariyan re qeyûm hat tayînkirin. Hejmara şaredariyên ku qeyûm nehat tayînkirin bû 6. Di 31’ê Adarê de dê wek HEDEP bikevin Hilbijartinan. HEDEP'ê stratejiya xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan, diyar kir ku li  Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya wan, li her derê Tirkiyeyê bi namzetên xwe beşdarbûna hilbijartinên xwecihî derket hole. Di daxuyaniyên ku berê li ser navê partiyê hatin dayîn de, partî biryara xwe ya li cihên ku yekemîn û duyemîn bûye, bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê eşkere kiribû. Lê belê di partiyê de, bi taybet Stenbolê li bajarên metropolên Rojava ger şert û merc bên qebûlkirin, bi partiyan re pêkanîna hevkariya hilbijartinê deriyên xwe vekirî bigre, tê nîqaşkirin.

'Bi lihevkirina bajaran re serkeftin’

HEDEP’ê ev demeke dirêj e di hemû saziyên xwe de têkildarî helwesta ji bo hilbijartinên xwecihî çawa,  xebatên xwe dimeşînin. Partî serlêdanên namzetên namzetan qebûl dike. Dîroka dawiya serlêdanan 10’ê Kanûn e. HDP'ê stratejiya xwe ya di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de li ser stratejiya "hilwesandina hikûmetê" avakiribû. Li parêzgehên rojava jî namzet diyar nekiribû. Stratejiya ku d3e di hilbijartinên Xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an de bê kirin, wek "bi lihevkirina bajaran re serkeftin" hate ragihandin.  Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan, hûrgiliyên stratejiyê wiha vegot: “Ango lihevhatina herî berfireh,  hewl bidin her dengek li bajêr bidin bihistin. Dema ku namzet diyar tê diyar kirin, hewl didin xwe bigihînin beşên herî berfireh ên li wê derê û her deng bidin bihistin. Bi zêdekirina vî dengî, mirovên ku dê bajêr birêve bibin diyar bikin. Ev jî tiştekî ewil e. Em divê wateyê de dibêjin ewil. Bi gelemperî, di modelên hilbijartina pêş ên klasîk de, endamên partiyan dikarin deng bidin. Di modela hilbijartina pêş a me pêşxist de ne tenê endamên partiyên me, ne endamên partiyê yên pêkhatî jî; rêxistinên girseyî yên demokratîk, malbatên me, kesên ku ji duh heta îro ked dane û bûne rêveber jî dikarin di vê pêvajoyê de berpirsyarî bigrin û dengê xwe bidin me... Ji ber vê yekê em ê bi beşdarbûn û lihevkirina hemû kesên ku ji bo gelê bajêr ked didin, namzetên xwe diyar bikin. Ne tenê hevşaredarên şaredariyê jî; "Em 2’ê ji 3’ê endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa giştî ya parêzgehê bi hilbijartinên pêş diyar bikin."

Şertê hevkariya HEDEP’ê çi ye?

Di tabana HEDEP'ê de tê axaftin divê partî bi namzetên xwe bikeve hilbijartinên xwecihî. Partî, bi taybetî li parêzgehên Rojava, bi şertê ku hin pîvan pêk werin, deriyê danûstandinan ji bo hevkariya hilbijartinan vekirî dihêle. Di axaftinan de rêveberên HEDEP’ê diyar kirin ku berevajî hilbijartinên berê, bi şert û mercên ji bo şaredariyên partiyan tayîn neavêtina qeyûman, berdana girtiyên siyasî û rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, hevkariya hilbijartinê wê pêkbînin. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatimogullari di axaftina xwe ya li ser hilbijartinan de wiha got: "Em ê li kîjan bajarî bijîn beşdarî hilbijartinê bibin. Em ji bo serketina li Rojava stratejiyek ava dikin. Ji bilî ku em şaredariyên xwe yên ku li Kurdistanê ku qeyûm hatine tayînkirin bigrin, tu rêyek me din nîne. Em ê di xebatên hilbijartinê de ne tenê bi ser xistin, di heman de rêxistineke gel a şaredariyên ku me bi dest xistine jî ji qeyûman biparêzin, ava bikin. Em behsa lihevkirina bajaran dikin. Em ê bi hemû dînamîkên civakî yên li vî bajarî dijîn, rêxistinên ked-pîşe, rêxistinên jin, ciwan û ekolojîk bên gel hev û çarenûsa bajêr nîqaş bikin."

Jin di lîsteyan de jin xuya dikin

Mijareke din a girîng a ku bi amadekarî û xebatên HEDEP'ê yên hilbijartinê balê dikişîne jî hebûna jinan e. Hate diyarkirin di partiya ku pergala hevserokatiyê pêktîne de serlêdanên jinan xuya dibe. Jinên ku diyar dikin ew ê bi rêveberiyên xwecihî re û bi taybetî jî bi paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk, 'Komara Demokratîk' ava bikin û bang li hevcinsên xwe kirin ku bibin namzet.

'Rêveberiyên xwecihî ji bo jinan jiyanî ye’

Em bi Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk HEDEP’ê Rozerîn Îldan re pêvajoya hilbijartinê û xebatan axivî.

Rozerîn Îldan, destnîşan kir  Tevgera Jinên Kurd bi salan e têdikoşe, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ji bo wan û diyar kir ji ber ku ev girîngî têkiliya bi gel re misoger dike, girîng e. Rozerîn Îldan “Bi taybetî paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya ekolojîk a demokratîk, di xalekî ku demokrasiya ku nixumiye goşt û gel jî birçî ye, jiyanî dike de ye. Lewma ji bo me jinan avakirina rêveberiyên xwecihî yên demokratîk gelekî girîng e. Jin rewşekî ku hem di nava pergalê de hem jî di warê jiyanî de cihekî jiyanê pir hatine girtin, qadên jiyanê nehatine vekirin û yên hatine vekirin jî girtî tên hiştin. Ev avakirin, ji bo me, ji bo jiyana jinan, ji bo jiyana ciwanan, ji bo jiyana vî gelî û ji bo hemû kesên ku hewl didin xwe bidomînin, gelek bi wateye.”

'Vegerek hîn zêdetir bihêztir heye'

Rozerîn Îldan, anî ziman bi qeyûman re qadên jiyanê yên jinan tên tengkirin û diyar kir ku ew ê lingê demokrasiyê ku ji aliyê qeyûman ve tê xwestin bê astengkirin ji nû ve zindî bikin. Rozerin Îldan a got, “Qeyûman di rastiyê de ji bo astengkirina me, ji bo pêşîlêgirtina jiyanê, ji bo astengkirina demokrasiyê an jî astengkirina jiyana gel, hatin avêtin. Ji ber vê yekê em vê avakirinê gelek girîng dibînin” destnîşan kir tayînkirina qeyûman di çavê raya giştî de nayê wateya astengiyek jî. Rozerîn Îldan, da zanîn rastiya ku gel zêdetir xwedî li bajarên derkevin heye û wiha got: “Tu caran rewşa bêhêvîtiyê çênabe. Rewşekî ku hîn zêdetir xwedî derdikeve çêdibe. Ji ber ku kedek bi dehan sal in tê dayîn heye. Gel bi keda xwe ev şaredariyan bi dest xistin û xwedî derketin. Vegerek hîn zêdetir bihêztir çêdibe.”

'Qeyûm nekarî têkiliya bi gel re qut bike'

Rozerîn Îldan a dest nîşan kir ew bi awayekî xurtir xwe ji hilbijartinan re amade dikin, diyar kir qeyûman avahiyên şaredariya desteserkirin lê nekarî têkiliya bi gel re qut bike û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di rojeva gel de tiştekî ku qeyûm were nîne. Yekane rojev girtina van şaredariyan e. Rewşekî bêhêvî nîne, em pir bi hêz in. Têkoşîn pir xurt e û gel jî di vê xalê de bi biryar e. Pîvana ku di nav gel de xuya dibe, teqez pîvana ji nû ve serketinê, wergirtina destkeftiyên xwe û pîvana xwedîderketinê ye. Em ji ciwan û jinan jî heman bertekan digrin. Ji ber ku pergala rêveberiya xwecihî ya demokratîk pergalekî bi tevahî bi gel re hatiye avakirin û xebatên me bi gelemperî bi gel re tê meşandin, emê di xala ji nû ve bidestxistina destkeftiyên xwe de pir zehmetiyan jiyan nekin.”

'Îradeya jin derket pêş'

Rozerîn Îldan, bi bîr xist ku têkildarî rêveberiyên xwecihî de konferans û civînan pêk anîne û diyar kir ev li hev hatin gelekî xurt derbas bûn. Rozerîn Îldan, diyar kir di van li hev hatinan de îradeya jinan derketiye pêş û wiha got: “Me pêvajoyeke konferansê ku em çawa dikarin pirsgirêkên bi pêşniyarên çareseriyê re tên derbaskirin an jî pêvajoyeke avakirinê ya li ser bingeheke dîtina kêmasiyan dijîn, derbas kir. Xala avakirina rêze pêşniyarên û rêze qadên jiyanî yên weke aboriya jinan, kooperatîf, qadên jiyanê yên taybet ji bo jinan, an jî welatiyên astengdar ên ku di civakê de pir li ber çavan nayê girtin, lê rastiyeke, pir zêde derket pêş.”

'Têkilî qut nebû’

Rozerîn Îldan, diyar kir ku "Hem di jiyana jin, zarok û ciwanan de rastiyeke ku bi awayekî cidî tê astengkirin û ji civakê tê qutkirin heye” da zanîn hewl gel tengav bikin.” Rozerîn Îldan, da zanîn nû dest bi xebatên xwe nekirine û wiha got: “Me nû dest bi van xebatan nekir. Dikare bê gotin ku ev berdewamiya xebatên ku bi salan e didome ye. Belê, qeyûm hatin û tevî ku şaredariyên me ji destê me hatin girtin jî, em hertim li ser çawa dikarin vê girêdanê bi civakê re ava bikin an jî çawa dikarin di asta xwecihî de qadên xwe yên jiyanê mezin bikin de, xebitin. Qeyûm dest danî ser şaredariyan, lê nekarîn têkiliya me bi gel re qut bikin. Me xebatên xwe berdewam kir.”

'Em ê bi namzetê xwe derkevin'

Rozerîn Îldan a bal kişand ser pergala hevserokatiyê, diyar kir pergala hevserokatiyê destkeftiya herî girîng a jinan e û ew ê tu carî dev ji vê bernedin û wiha got: "Hevserokatî xeta mor a jinan e." Rozerîn Îldan, diyar kir di serlêdanên hilbijartinê de hebûna jinan xuya ye û wiha axivî: “Em ê li her der namzetên xwe derxin. Di vê mijarê de hêza me heye. Gelê Kurd hêza xwe dizane. Heza gel û civakên ji demokrasiyê re birçîne heye. Hêza wan a siyasî heye. Em jî di vê xalê de li her derê bi namzetê xwe derkevin. Helbet dema em vê dikin, tifaqên me yên xwecihî jî hene. Di pêvajoya hilbijartina namzetan de wê ev tifaq jî bên berçav girtin.”

'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin'

Rozerin Îldan a got, "Bi taybetî li Kurdistanê em gelên ku hem di warê siyasî û hem jî di jiyana civakî de têkiliya xwe ji hev du qut nakin in. Ji ber vê yekê rêveberiyên xwecihî pir girîng in.  Em ê van şaredariyan dubare bigrin. Em ê di vê mijarê de îradeyek pir bi îdea û xurt deynîn holê. Dema vê yekê jî dikin, helbet meyl gelek in, polîtîkaya şerê taybet di rastiyê de nêzîkatiyek e ku hewl dide gelê Kurd, civaka Kurd, ciwan an jî jinan tê ferzkirin û neçar bike dest ji destkeftiyên xwe berdin û paşguh bikin, diyar kir hewl tê dayîn polîtîkaya şerê taybet li Kurdistanê bi darê zorê tê jiyanî kirin. 

Rozerîn Îldan, diyar kir ku ciwan berbi fuhûş û madeya hişbir tên xirikandin û da zanîn hewl didin derbeyê li têkoşîna jinan bidin. Rozarîn Îldan, dest nîşan kir pirsgirêka Kurd wek nîne tê hesibandin û destnîşan kir çareseriya vê bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Rozerîn Îldan wiha got: “Pergalekî şerê taybet e ku hewl dide têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi vî gelî re qut bike, heye.  Di xalek ku pir baş dizane çiqas bandor dike, çiqas civakî ye û çiqas jiyanî ye de radiwestin. Li girtîgehan greva birçîbûnê ya, zêdeyî hefteyekê berdewam dike dest pê kir.  Ev pêvajoya greva birçîbûnê di rastiyê de nav û têkoşîneke hewldana parastina siyaseta xwe, parastina destkeftiyên xwe û bi taybetî jî hewldana agahîgirtina ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.  Pergala tecrîdê ne tenê ji bo Birêz Abdullah Ocalan, ji bo gel û civakekê jî hatiye avakirin. Ji ber ku dizanin Abdullah Ocalan xwedî hêz û îradeya ku civak nefes bigre an jî Tirkiye bi demokrasiyê bibe yek, asteng dikin.  Em ji bo şikandina vê astengiyê, ji holê rakirina vê tecrîdê têkoşîn dimeşînin û vê yekê jî heta dawiyê berdewam bikin.”

Rozerîn Îldan, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan û hemû civakê kir û xwest ji bo misogerkirina demokrasiya xwecihî ked bidin.  Rozarîn Îldan a ku ji jinan xwest serlêdana namzetiyê bikin, anî ziman ku dê di hilbijartinê de serkeftinên girîng bi dest bixin.