HDP: Em ê hemû sûcên desthilatdariyê deşîfre bikin

Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nuray Ozdogan, diyar kir ku li herêmên erdhejê hêzên ewlekariyê îşkenceyê dikin û bal kişand ku ew ê hemû sûcên desthilatdariyê bişopînin û deşîfre bikin.

Enqere- Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuray Ozdogan, bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser pêkanînên wekî îşkenceyê yên hêzên ewlehiyê yên li herêmên erdhejê dikin. Nuray Ozdogan, diyar kir ku dewlet derfetên xwe ji bo rizgarkirina mirovên di bin avahiyên hilweşandî de bi kar nayne û got ku sedema xirabûna bajaran, mirina bi hezaran mirovan û birîndarbûna bi hezaran desthilatdarî ye.

‘Em ê sûcên ku tên kirin bişopînin’

Nuray Ozdogan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Înşaetên bê kontrol ên ji bo rantê, efuyên îmarê, zeviyên çandiniyê yên ji bo înşaetê tên bikaranîn, bêyî ku pergala kontrola erdhejê were kirin, dayîna ruxsetan û hwd. di gelek waran de desthilatdarî berpirsyar e. Ji ber van sedeman diyar bûye ku desthilatdarî û mutehîdên ku van avahiyan çêkirine berpirsyar in. Komîsyona me ya hiqûqê jî di nav de hemû hiqûqnasên bi rûmet ên vî welatî dê sûcên li dijî gelan tên kirin bişopînin.”

‘Ji bo sucê xwe veşêrin OHAL’ê îlan kirin’

Nuray Ozdogan diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku li herêma erdhejê sûcên xwe veşêre û nehêle rastî derkevin holê, felaketê ji bo xwe veguherîne derfetê bi awayê bêhiqûqî OHAL’ê îlan kiriye, hewl dide vê pêvajoyê bi vî rengî bidomîne.

Nuray Ozdogan da zanîn ku bi nûçeyên “dizî û talanê” li dijî penaberan êrîş çêbûne û bal kişand ku bi vê yekê hewl didin tegihîştineke nijadperest ava bikin û wiha domand: “Li gorî agahiyên ku digihîjin maseya me ya krîzê nûçeyên têkildarî talanê mubalaxa ne. Niha gelek mirov di bin xirbeyan de ne, cenazeyên ku tên derxistin jî nayên definkirin, ji aliyê ajalan ve tên perçekirin. Hê jî xebatên alîkariyê nayên kirin, kon tune ne. Niha ya girîng û sereke rizgarkirin û ewlehiya gel e lê desthilatdarî bi nûçeyên ‘dizî û talanê’ hewl dide vê pêvajoyê berevajî bike.”

‘Kamyonên ku alîkariyê tînin tên astengkirin’

Nuray Ozdogan, da zanîn ku alîkariyên partiya wan ji erdhejzedeyan re dike tên astengkirin û wiha bi dawî kir: “Hemû hewldan û helwestên ku pêşî li alîkariyê digrin dibin sedem birîna mirovan kûrtir bibe. Îro gotin û kiryarên ku li dijî penaberan hatin kirin, desthilatdarî bi hinceta OHAL’ê komên ku ji aliyê desthilatdariyê ve piştgiriyê dîtin, provakasyonan kirin. Bi van yekan dixwaze peyam bide gelên li Tirkiyeyê û bibêje ewlehiya wan tune ye.”