‘Desthilatdarî bi OHAL’ê hewl dide sûcên xwe veşêre’

Endama MYK’a HDP’ê Sultan Ozcan diyar kir ku AKP ji bo ser sûcên xwe yên ku bûne sedema erdhejê bigre û ji bo astengkirina organîsazyona muxalefetê, OHAL îlan kiriye lê ev yek bi yekitî û koordînasyonê vala hatiye derxistin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, Partiya Demokratîk  Gelan bi organîze, ji saeta destpêkê hewl dan xwe bigihîjînin bajarên ku hilweşiyane û dest bi kampanyayên komkirina alîkariyan kirin. Navenda Koordînasyona krîzê bi lez xebatên xwe didomîne. Koordînasyona navendê, endamên rêveberiya komîteya navenda partiyê (MYK) koordîne dikin. Li 10 bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûne, ji derveyî avakirina masaya krîzê, 50 endamên ku di navenda koordînasyona krîzê de dixebitin 24 saetan bênavber li herêman têkiliyan çêdikin. Endama MYK’ê Sultan Ozcan ku beşdarî xebatên navendê bûye, der barê ziyanên erdehejê û xebatên xwe de nirxandin kir. 

Ji gava ku erdhej pêk hatiye heta vê kêliyê HDP’ê navenda koordînasyonê ava kir. Nevend bi hevkariya hevserokên giştî yên HDP’ê û parlamenterên ku xwe gihandine qadên erdhejê tên organîzekirin. Sultan Ozcan da zanîn ku destpêkê rastî rewşeke ku nayê pênasekirin hatine û wiha got: “Em dizanin partiya me û parlamenterên me ji roja yekem ve li wê derê ne. Bi lez berê xwe dan qadên erdhejê, belkî nikaribûn wê gavê xwe bigihîjînin gundan lê belê çûn bajar û navçeyan. Destpêkê ji me re gotin ku sotemenî peyda nabe. Hemû rê qelişîbûn.”

Li ruxmê hemû tiştî berê xwe dan herêman

Sultan Ozcan diyar kir ku di têkiliyên yekem ên bi parlamentaran re danîne de wan diyar kirine ku rastî bajarên xeyalî hatine û wiha got: “Parlamenterên me demek daxuyanî nedan çapemeniyê, li hemberî rewşa ku dît qirika wan zûha bû, çawa rastî asta talanê hatine, li wê derê hat dîtin ku dewlet çawa hilweşiyaye. Bi cilên taxim û bi artêşa xwe ya parêzvaniyê ne li wir bûn. Gel bi xwe ji bo ku kesên mane di bin kavilan de rizgar bikin çi ji destên wan hat kirin lê belê ev kêm bû, herêm ne cihek wesa bû ku em ji heqê wê derbikevin. Li qadê tenê em û rêxistinên demokratîk û hinek partiyên siyasî hebûn. Em li wê derê bi wan re jî bûn koordîne.”

Sultan Ozcan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rejîma yek mêrî îdia kir ku wê ji navendê bi rê ve bibe. Hewl da yên li qadê sûcdar bike û krîmînalîze bike, li ruxmê ve jî yekitiyek mezin derket, ji hemû deveran kesên dilxwaz hatin. Me hewl da em hemû telefonên ku hatine koordînasyona me ya krîzê bi awayek bi plan bibersivînin. Me pêwistiyan tesbît kir, destpêkê me xebatên alîkariya xwarin û bataniyeyan kir.”

‘Daxwaz ji bo torbeyên cenazeyan hene’

Sultan Ozcan bi bîr xist ku dewletê qeyûm avêtine ser şaredariyên wan û tenê di destên wan de du navçe û 4 bajarok hene û wiha domand: “Destpêkê malên çêkirina xwarinan li Bazarcixa Mereşê hatin avakirin. Şaredariya Silopyayê li Bazarcixê, şaredariya Çinarê li Semsûrê malên çêkirina xwarinê avakirin. Alîkarî bi lez hatin komkirin û bi awayekî konvoyê li hemberî hemû astengiyan gihîştin herêmên erdhejê. Daxwazên torbeyên cenazeyan gelek hatin, tevî ku zivistan e jî ji bin avahiyên  hilweşiyayî bêhn tê. Li ser riyan cenazeyên di bin avahiyên hilweşiyayî de hene.”

‘Mirin ji hejmara heyî gelek zedetir e’

Sultan Ozcan destnîşan kir ku bilançoyên miriyan hatine parvekirin û eve dûrî rastiyê ye û wiha got: “Me serdana TMMOB’ê kir, me zanî ku bi awayek bi tendirust bîlanço nayê parvekirin. Hejmara avahiyên ku hilweşiyane hê jî ne zelal e. Ji ber vê yekê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî ne zelal e. Hejmar ji vê gelek zêdetir e, nayê zanîn ku ka çend kes sewqî nexweşxaneyan hatine kirin. Tiba Edlî nehatiye kirin, konrtola nasnameyan nehatiye kirin, beyî ku kontrola nasnameyê were kirin mirov li gorên komî hatin veşartin. Zanyarî û dîmenê vana ji me re tên.”

Sultan Ozcan da zanîn ku ji bo alîkariyê dixebetin lê belê ji ber hesabê HDP’ê hatiye bloqekirin bi yekitiya xwe hewl didin vê derbas bikin û wiha got: “Me bi temamî li gel kesên ku alîkariyê bikin  tevna alîkariyê ava kir. Ji bo bi hêzkirina jiyanê em dixebitin. Ger desthilatdarî ji roja yekê e şûna ku herêma karasatê bi nav bike, hemû derfetên xwe seferber bikira wê encam cuda bûya. Dewlet dikaribû pêşî li vê hilweşîn û felaketa ku mezin bûye bigirta.”

Ji bo ser hilweşînê bigre OHAL’ê îlan kir’

Sultan Ozcan der barê piştî erdhejê îlankirina OHAL’ê de jî wiha got: “Îlankirina OHAL’ê tê wateya em nakin û nadin kirin. Bi îlankirina OHAL’ê re jî der barê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de di aliyê yekitiyê de alîkariyek nehat dîtin. Bi OHAL’ê dixwaze ser hilweşîna xwe ya bi erdhejê bigre û ji bo organîzeyên civakî yên muhalefetê asteng bike îlan kir. Bi lez wê bersûcan ji rabikin, wê hemû delîlên sûcên xwe tune bikin, wê OHAL’ê ji bo xwe bikin mertal. Desthilatdarî di dema hilbijartinê de ye û li rê û rêbazên ku desthilatdariya xwe bidomîne, digere. Dixwaze vê serhildanê bitepisîne.”

‘Jinan kamyonên taybet amade kir’

Sultan Ozcan diyar kir ku lez dane xebatê alîkariyê û wiha got: “Ji bo jinan pêwîstiyên taybet hene, me hinek tir tenê ji bo pêwîstiyên jin û zarokan organîze kirin, ji bo jinan bi taybet ped lazim e. Me li gorî pêwîstiyên jinan kelem ava kirin. Divê em destpêkê cihê ku lê jin bîminîn peyda bikin û ya girîng divê tuwalet werin avakirin. Ji bo zarokan bi taybetî şîr, bez, biskuwêtên zarokan pêwîst e. Ev her dem di lîsteyên me yên pêwîstiyan de ne. Lê belê ji bo zarokan rewşek girîng heye, ew jî pirsgirêka nasname bê dayik û bav in. Ji bo zarokên dibin 1-3 salî de divê baldarbûn hebe.”

Kampanyaya nû

Sultan Ozcan da zanîn ku bi taybetî di vê dema dawî de pêwîstî bi tulumên razanê, sop û ronahiyê heye û ji bo yên windayî hev bibînin xebat didin meşandin û wiha got: “Em dixwazin pira yekitiyê ava bikin malbatek ku mala wan vala ye û dilxwaz in û malbatek ku pêwîstiya wan bi malê heye bînin gel hev, ji bo vê jî me koordînasyonek nû ava kiriye.”

‘Em ê vê êşê bi yekitiyê derbas bikin’

Sultan Ozcan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji niha şûnde li hemû qadan şopandinek cidî lazim e. Civaka demokratîk, siyaset, yên ku li kêleka mirovahiyê, yên li kêleka gel dikarin bi yekitî û koordînasyonek mezin vê birînê derman bikin. An na ger wiha nebe, em ê hemû di nava tarîtiyê de winda bibin. Pêwîstî bi şopandin, mekanîzmayên avakirina koordînasyonan heye.”