Hawara koçberek ji Serêkaniyê li Bendava Tişrînê liberxwe dide
Sûriya Mihemed a ji Serêkaniyê ye û ji bo destekê berê xwe daye Bendava Tişrînê, gazinên xwe bi gotinên “Dewletên ku dibêjin em destekê didin QSD’ê, sivîlên me li ber çavên wan tên qetilkirin lê dengê xwe nakin” anî ziman.
SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Li vir, birîndarên Bendava Tişrînê bi destên jinan tên dermankirin. Her wiha li vir berxwedanek bêhempa û dîrokî tê meşandin û gel bi vî awayî berxwedana xwe ya ku di 8’ê Çileyê de destpê kir, berdewam dikin. Sûriya Mihemed, koçbera ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye. Ji Kampa Waşûkanî di 28’ê Çileyê de tevî karwanê ku ji Kantona Cizîrê berê xwe daye Bendava Tişrînê, hatiye vir. Sûriya di berxwedana Bendava Tişrînê de cîh digre. Li kêleka birîndareke ciwan, berxwedan û armanca hatin û beşdarbûna li berxwedana Bendava Tişrînê anî ziman.
‘Em hatine dîroka xwe biparêzin'
Sûriya Mihemed di destpêkê de balkişand ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di avakirina jiyan û giyanekî hevbeş ê netewan de û wiha got: "Ger ku Rêber Apo di serdema pêxemberan de bijiya, sedîsed ewê jî pêxemberek ba. Ji ber ku gelek netew gihandin hev û bi hezaran îro di cîhekî de dimînin, serê xwe datînin ser heman balîfê û heman berxwedaniyê dimeşînin. Her wiha hevdû qebûl dikin, bêyî hev jî gepek nan nakin devê xwe. Ji lewra hebûna me ya li ser Bendava Tişrînê hebûneke wiha ye ku em hatine dîroka xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."
‘Em ê bi hêza van ciwanan û birîndaran Kobanê biparêzin’
Sûriya Mihemed diyar kir ewê bihêza ciwanan hemû êrîşan têk bibin û wiha got: "Şîfaya lezgîn ji bo birîndarên me yên ji Kobanê re dixwazim. Lê ez dixwazim tiştekî li vir bêjim ku em ê bi hêza van ciwanan û birîndaran Kobanê biparêzin û bajarên dagirkirî ji Serêkaniyê heta Efrînê, emê rizgar bikin. Em li hember her êrîşek dirûşmeya Berxwedan Jiyan e bilind dikin. Li hember her pêşengên me êrîş dijwar dibin, lê têkoşîna me lawaz nabe."
'Dewletên ku dibêjin em destekê didin QSD’ê li hember qetilkirina sivîlên me deng nakin'
Sûriya Mihemed erka hêz û dadgehên navdewletî bibîr xist û wiha got: "Qey hêz û dadgehên navdewletî nabêjin Erdogan tu çima sivîlan dikujî? Ma ne qaşo qetilkirina sivîlan qedexe ye! Kî ji me leşker e li vir, em hemû sivîl in û hatine ku bendava xwe biparêzin. Erdogan hatiye êrîşî me dike, me kevirek jî neavêtiye sînorên wan. Ew hatiye sînorên xwe derbas dike û me dikuje û NY heta Cenevre û Astana jî bêdeng in. Çend dewlet tên cem hev, dibêjin ku em destekê didin QSD’ê û sivîlên me li ber çavên wan bi bombeyên Erdogan tên qetilkirin, dengê xwe nakin û helwestek cidî nîşan nadin."
'Demokrasiya ku Erdogan ji bo Kurdan behsa wê dike çawa ye?'
Sûriya Mihemed da zanîn ku Erodgan nikare bi milyonan Kurd qir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirk ji xwe ditirse, ji lewra dixwaze ku bi milyonan Kurd qir bike. Erdogan dibêje ku em demokrat in, lê belê ez dixwazim fêm bikim ku rengê demokrasiya ku Erdogan behsa wê dike çawa ye? Demokrasî hebûya ewê dayikên temen mezin bi bombebeyan nehatina bombebarankirin. Çawa wijdanê mirovahiyê naheje û dilê wan çawa radike? Îro ewqas dewlet piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan didin û dibêjin ku ew deyndarê QSD’ê ne. Lê belê ew eşkere derewan û durûtiyê dikin. Ger xwe ji dil deyndar bidîtina, bê guman wê hewldanê rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk bikirana."