Haldîa Bakriya Filistînî: Ya ku me li ser lingan digre parastina xaka me ye

Aktîvîst Haldîa Bakriya diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin qetilkirin û got: “Ya ku me li ser lingan digre, parastina xaka me ye.”

RAFÎF ESLEEM

Xeza - Pevçûna di navbera Îsraîl û Filistînê de ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribû berdewam dike. Aktîvîsta femînîst Haldîa Bakriya li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê nirxandin kir. Haldîa Bakriya diyar kir ku di doza Filistînê de hevgirtina gel girîng e û wiha got: “Di dema êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de hevgirtina gel zêde bû.”

‘Gel piştgirî didin Xezayê, dewletên rojavayî jî didin Îsraîlê’

Haldîa Bakriya bal kişand ku bi hezaran kes hem bi daketina kolanan û hem jî bi rêya medyaya dijîtal piştgiriyê didin gelê Filistînê û wiha got: “Li aliyê din welatên rojavayî piştgiriyê didin Îsraîlê. Parêzvanên navneteweyî û mafên mirovan jî piştgirî didin Îsraîlê. Gelê Filistînê di tevahiya salê de hewl da ku êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ragihîne, hewl da komkujiyên ku her sal Îsraîl dike nîşan bide.”

‘Divê kampanyayên piştgiriyê bên zêdekirin’

Haldîa Bakriya bal kişand ku di êrişên li ser Xezayê de piraniya wan jin û zarok sivîl hatin qetilkirin û wiha got:

“Ji ber vê yekê divê kampanyayên hevgirtinê yên bi wan re li tevahiya cîhanê bên zêdekirin. Ji ber ku ew sivîl in ku di şerê heyî de tu sûcê wan nîne. Di her êrişa li ser Şerîda Xezayê de jin û zarok tên qetilkirin. Dorpêça li ser Şerîda Xezayê ne bûyerek demkî ye, ev 17 sal in didome. Şerîda Xezayê veguherandine girtîgeheke mezin. Tevî çalakî û bertekên gel jî ev dorpêç bi salane berdewam dike.”

‘Bi êrişa dawî re dorpêçî gihişt lûtkeyê’

Haldîa Bakriya diyar kir ku bi êrişa dawî re dorpêç gihiştiye lûtkeyê û got: “Dema heyîna karesateke mirovî ya ku wê piraniya nifûsê tune bike tê berçavgirtin, hewldanên navneteweyî ji bo sivikkirina dorpêçê encamekê nadin. Divê medyaya alternatîf bala xwe bide ser agahiyên rast û teqez tiştên ku 75 sal in li Filistînê diqewimin belge dike, her deqe hemû zimanan karbîne û nûçeyan belav dike. Îsraîl rastiyan berovajî dike û îmkanên xwe yên malî bikar tîne da ku tevahiya cîhanê bi vê yekê razî bike û berxwedana Filistînê vediguherîne terorê.”

‘Ya ku me li ser lingan digre, parastina xaka me ye’

Haldîa Bakriya, bal kişand ser têkoşîna bi salan a gelên din ên di dîrokê de, bi mînaka berxwedana Cezayîrî ya ku sedsalekê li dijî dagirkeriya Fransayê li ber xwe da û heta serketinê teslîm nebû û gotinên xwe wiha domand:

“Divê ku ji rola mexdûriyetê dûr bikevin. Divê em li gorî rastiya ku Filistîn di bin desthilatdariya mêtînger de ye ji nû ve formule bikin. Ya ku heta niha me li ser lingan digre, parastina xaka me ye. Ez bi salan li derveyî Filistînê di warê mafên navneteweyî û mirovan de xebitîm. Min fêm kir ku welatên cîhanê ji mirovên bihêz û berxwedêr hez dikin ku li hember mafên xwe bêdeng namînin.”