Gulderen Varli: Rewşa Wanê nîşan dide ku dewlet jidil nîn e

Parlamentera DEM Partî ya Wanê bertek nîşanî avetina qeyûm da û diyar kir ku bi qeyûman pêşî li aştiyê digrin û got: “Gel li benda gavên jidil bû lê avêtina qeyûman nîşan dide ku ev gav tenê di gotinê de mane.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Piştî ku 3 sal û 9 ceza li hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, di 15’ê Sibatê de waliyê Wanê Ozan Balci weke qeyûm avêtin ser Şaredariya Wanê. Gelê Wanê bertek nîşanî vê biryarê da û bi rojan e li kolanan çalakiyan li dar dixe. Tevî ku polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk çalakgeran hedef girtin û bi îşkenceyê binçav kirin jî gelê Wanê dest ji çalakiyan bernade.

Ji roja qeyûm avêtine şaredariyê ve heta niha, li bajar 60 ji wan zarok 400 kes hatin binçavkirin, ji wan 20 kes hatin girtin.

Parlamentera Wan ya DEM Partiyê Gulderen Varli ya bi rojan e bi gel re di nava berxwedanê de ye, li ser polîtîkayên Qeyûm ên hikumeta AKP’ê nirxandin kir.
 

Çavbirçîtîya AKP’ê ya ji bo rant û sermayeyê

Gulderen Varli, got ku polîtîkayên avêtina qeyûman ji ber nenaskirina îradeya gelê Kurd e û di heman demê de çavbirçîtiya AKP’ê ya ji bo rant û sermayeyê nîşan didin.

Gulderen Varli got: “Desthilatdariya AKP’ê, dizane ku qeyûm tê wateya rantê û li gorî vê polîtîkayan dimeşîne. Ji bo alîgirên xwe cihê rantê çêdike. Beriya ku qeyûm bavêjin, di saet 04.00 de bi awayê dagirkerinê avêtin ser şaredariyê û derbe kirin. Polîsan êrîşê hemû cihên ku malê gel in kirin, derî û şibakan şikandin. Jin, zarok û ciwan, ji her aliyê civakê mirov hebûn. Bêyî ku hişyarî bikin, bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrîşê şaredariyê kirin. Êrîşê parlamenteran kirin, li welatiyên ku ji şaneşînên malên xwe dîmenan dikişandin jî gef xwarin. Pozê bi dehan ciwanan kişandin û bi îşkenceyê binçav kirin.”

Gel li dijî îşkenceyê got: Em natirsin

Gulderen Varli got ku tevî îşkenceya polîsan jî di serî de jin, girseya gel bi ser polîsan de qîriyaye gotiye “Em ji we natirsin” û wiha domand: “Polîsan gotin ‘em hatin’ ketin hundir. Ew baş dizanin ku şaredarî ya wan nîn e. Bi desteserkirinê ketin şaredariyê lê dizanin ku şaredarî mala gel e. Em jî ji wan re dibêjin; çi dibe bila bibe em ê careke din werin. Dê rantxur biçin û gel li vê derê bimîne.”

‘Gel ji bo çareseriyê gavên şênber nabîne’

Gulderen Varli bal kişand ser pêvajoya ku bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û diyar kir ku gel pêvajoyê bi hêvî dişopîne. Gulderen Varli diyar kir ku avêtina qeyûman zirarê dide vê pêvajoyê û got: “Gel dema ji bo Wanê nobetê digirt, difikirî ku gotinên desthilatdariyê yên ji bo aştiyê dê bi biryara ji bo Wanê were dayîn zelal bibe. Dibe ku bi gotinan hinek tiştan dest pê kiribe lê me hê gavên şênber nedîtine. Ji aliyekî ve behsa muzakereyan dikin, ji aliyekî ve jî qeyûman davêjin.”

‘Bi vî awayî aştî nabe’

Gulderen Varli diyar kir ku hikumetê bi qeyûm û îşkenceyê, bersiv daye hêviya aştiyê ya gel û wiha bi dawî kir: “Dewlet nîşan dide ku jidil nîn e. Hemû aliyên civakê baş dizanin ku bi vî awayî aştî nabe. Bi vî awayî demokrasî nabe. Me çar rojan hem ji bo îradeya xwe, hem jî demokrasiyê nobet girt. Li vî welatî pêdiviya her kesê bi demokrasiyê heye. Gelê Wanê tevî vê desteserkirinê jî dê dest ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernede.”