Goberok: Cihê zindîkirina hunera xişrên kurdewar e
Xwediya Goberokê ku cihê çêkirina xişrên Kurdewar e, Botan Omer têkildarî berhemên ku çêdike got ku bi riya Goberokê, çand û nasnameya xwe ya neteweyî bi jinan û nifşê nû dide nasîn û da zanîn ku armanca wê ew e çanda Kurd her dem zindî bimîne.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di nava Kargeha Çandî ya Silêmaniyê de, li cihê ku bêhna sifir, zer û zîv têkelî dengê çakûç û destên hunermendek ejin dibe, ‘Goberok’ weke cihekî cuda balê dikşîne. Cihê ku ne tenê ji bo firotina xişir û tiştên xeml û bedewiyê ye, hewldaneke ji bo parastin û berdewamkirina hunera xişir a bi şêwaza çanda Kurd e.
Botan Omer ku Beşa Hunerên Ciwan temam kiriye, nêzî pênc salan e di warê xişir de dixebite. Bi bikaranîna sifir, zer û zîv, perçeyeke sade ya metalê vediguherîne aksesuar û bedewiyeke ku reng û sembolên hunera Kurd hildigre. Hemû karê wê ne tenê ji bo çêkirina perçeyên bedew e, hewl dide bi riya berhemên destan şêwaz û fikrên berê biparêze û bigihîjîne nifşê nû.
Li Goberokê, xişir bi şêwaza gelêrî ya Kurdî tên çêkirin. Her perçeyek xwedî çîrokek e, nexş û şêweyên di nava perçeyan de ne tenê ji bo bedewiyê ne, beşek ji nasnameya hunerî û çandî ya Kurdan in. Botan Omer, Goberokê weke beşa herî bijarte ya dikana xwe dibîne. Ji ber ku li wê derê tenê berheman çênake. Ew li heman cihî dersê dide çend şagirdan û hewl dide bingeha xişir û hunerên destan fêrî wan bike da ku bikaribin perçeyên xwe yên xişir çêbikin. Çîroka Goberokê ne tenê çîroka çêkirina xişir e; çîroka jiyandina huner û nasnameyê ye. Li wir, sifir, zer û zîv ne tenê madeyên sereke ne, bi destên hostayane dibin beşek ji çîroka çanda Kurdî.
‘Ez tevî xebatê ders didim xwendekaran’
Xwediya atolyeya Goberokê Botan Omer diyar kir ku li Kargeha Çandî ya bajarê Silêmaniyê galeriya xişir bi navê Goberok ava kiriye, got ku pênc sal in ji bo zindîhiştina huner û çanda Kurdî karê çêkirina xişir dike û wiha got: “Ev pênc sal in ez xişran çêdikim. Niha tevî xebatê li Goberokê dersê didim çend xwendekaran. Nasîna min a çêkirina xişir bi kurseke bi navê Kargeha Çandî dest pê kir. Ez şagird bûm û piştî kursê, dikaribûm bi fikreke cuda Goberokê ava bikim. Navê Goberok, ji xişrê bi navê Goberok tê. Yek ji kevintirîn xişr e. Dema ku navê wê tê gotin, em jinên Kurd bi bîr tînin. Niha tevî çêkirina xişir, ez dersê didim çend şagirdan jî. Her wiha, dema ku em şagirdan qebûl dikin divê pêşî bizanibin ka ew di kîjan asta fêrbûnê de ne. Paşê em pêdiviyan bi wan didin nasîn, da ku bizanibin çawa bi kar bînin. Piştre em dest bi qonaxa pratîkî û teorî dikin.”
‘Nexşên ku çêdikim hemû hunerî ne’
Botan Omer da zanîn ku nexşê çêdike li ser sê cureyên xişir, sifir, zer û zîv e û wiha got: “Di çêkirina karan de li gorî daxwazên welatiyan em çend cureyên keviran bi kar tînin. Lê armanca me ew e ku em bêhtir li ser sifir bixebitin da ku bikaribin di nava civakê de cihê wê bigrin. Bikaranîna sifir, ji bilî anîna nava welatiyan, gelek feydeyan dide bikarhêneran. Em di dikana xwe de zêr bi kar naynin, ji ber bikaranîna zêr xwediyê cihekô taybet e. Niha armanca me derxistina sifir e û welatî ji me karên nûjentir dixwazin. Ew cureyê keviran diyar dikin û piştre em li gorî dîzayna ku dixwazin, ji wan re xişran çêdikin. Nexşên ku çêdikim hemû hunerî ne. Jixwe min beşa hunerê xwendiye. Li ser nexşên hunerî dixebitim. Gelek kesên ku ev beş xwendine hene lê karê vî beşî nakin. Ez difikirim ku gava te beşa hunerê qedand divê tu di beşa xwe de berdewam bikî. Ji ber ku ez ji beşa hunerê derçûme niha bi coş û kelecan kar dikim.”
‘Armanc ew e em berhemên biyanî ji axa xwe derxin’
Botan Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê ne û ji bo parastina çanda Kurdî dixebitin. Li vir jî hemû karsaz hewl didin berhemên herêmî hilberînin. Armanca her yekê ji me ew e ku em berhemên biyanî ji axa xwe derxin. Divê ciwan û jin ji hêza xwe bawer bikin, pişta xwe bidin hêza xwe, da ku berhemên xwemalî û yên bi destan çêdibin, li Başûrê Kurdistanê zêde bikin. Niha em xişir çêdikin û fêrî nifşê nû dikin da ku ew jî bigihîjînin nifşê li dû xwe. Ji bo ku nifşên me çanda xwe nas bikin û çanda Kurdî her dem bimîne pêwîst e, em çêkirina berhemên kevnar bidomînin.”