‘Girankirina tecrîtê berdewamiya komploya navnetewî ye’

Parêzer û Hevseroka Encumena Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê Roşen Hacim tekîldarî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Girankirina tecrîtê berdewamiya komploya navnetewî ye.”

NÛRŞÎN EBDÎ

Kobanê - Ev 40 mehe ji rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Malbat û parêzer ji bo serdanê her hefte diçin Îmraliyê lê destûr nayê dayîn ku hevdîtin pêk were. Li hemberî vê pêkanîna deleta Tirk gelê Kurd û dostên wê ji bo şermezarkirina tecrît û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her deverê cîhanê li qadan in.

Parêzer û Hevseroka Encumena Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê Roşen Hacim tekîldarî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

‘Çareseriya krîzan Rêber Ocalan e’

Roşen Hacim di destpêka axaftina xwe de de tecrîta girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir, diyar kir cezayên dîsîplînê ên tên ferzkirin ne li gorî zagon û pîvanên navneteweyî ye û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ‘cezayên disîplînê’ qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re heta 6 mehan qedexe kir. Cîhan, Rojhilata Navîn û gelê Kurd rûbirûbûyî krîz û şerê cîhanê yê sêyem de ne. Di vê pêvajoyê de sedemê sereke ya girankirina tecrîdê ew e ku dewletên komploger baş dizanin çareseriya pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn bi taybet û doza Kurd li cem Rêber Abdullah Ocalan e.”

‘Armanc fikrê azad ji holê rakirin e’

Roşen Hacim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin bêjin ji roja yekem a girtina Rêbertî ve binpêkirina zagonan hebû ji ber girtina wî ne adil bû û ne li gorî zagon û lihevkirinên mafên girtiyan bû. Di destpêka girtina rêber Abdullah Ocalan de parêzer û malbata wî dikarîbûn her demekê serlêdan bikin lê di çend salên dawî de tecrîd li dijî rêbertî gelekî giran bûye. Armanca wan jî ew e ku fikrê wî yê azad û felsefeya wî li cîhanê belav nebe. Dema em li zagonê vedigerin ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocala bizanin em dibînin ku ew ji gelek mafên xwe yên sereke bêpar e. Zagonên navneteweyî û lihevkirinên mafên mirovan mafê parastina rewa dide girtiyan ji ber nabe kesek bi vî rengî were girtin û kesên girtî ji mafên xwe ên hevdîtina parêzer û malbatê bê par bê hiştin.”

 ‘CPT bi erka xwe ranabe’

Rewşen Hacim diyar kir ku hemû dewletên cîhanê li ser zagonên mafê girtiyan de erê kirine û dewleta Tirk jî ji wan dewletan e û wiha pê de çû: “Lê tevî wê jî li gor berjewendiyên xwe bikar tîne û rêbertî ji mafên herî biçûk bêpar dihêle mîna hevdîtina bi malbatê re û peydakirina hewayeke bi tendurust, heta sporê jî jê re qedexe kirine. Rêxistina pêşîgirtina li îşkenceyê CPT jî her demekê diçû girtîgeha Îmraliyê ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Kurd û raya giştî ya cîhanî re ragihîne lê di serdana herî dawî de ti agahî parve nekirin, ev yek jî bû cihê fikara gelê Kurd her wiha îspateke ku CPT bi erka xwe ranabe û tenê komîteyeke ku li gor hin dewletan tev digere.”

‘Rêber Abdullah Ocalan dikare krîzan çareser bike’

Rewşen Hacim dawiya axaftina xwe de Abdullah Ocalan wek fîlozofek pênase kir û wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Rêberê Gelê Kurd fîlozofeke neteweyî û xwedî nerîn e û dikare pirsgirêk û krîzên li cîhan û Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber wê dewleta Tirk wî weke xeterî ji xwe re dibîne. Her çiqas dewleta Tirk tecrîdê giran bike gel zêdetir bi rêbertî ve tên girêdan û fikrê wî hîn zêdetir belav dikin. Divê rêxistinên hiqûqî û Komîteya Parastina Girtiyan bi erka xwe rabin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan ragihînin.”