Cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Mihemedî hat birîn

Çalakvan Şerîfe Mihemedî û hevjînê wê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdiaya “serhildana çekdarî ya li dijî rejîma Îranê” hatin cezakirin.

Navenda Nûçeyan – Cezayê darvekirinê li çalakvana karker ya jin Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt bi tometa ‘serhildana çekdarî li dijî rejîma Îranê’ hate birîn.

Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl û Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê piştrast kirin. Kampanya ji bo Şerîfe Mihemedî tekez kir ku hukmê darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî ragihandina şer û cezayê darvekirinê ye li dijî hemû çalakvanên civakî û sivîl. Lewra banga betalkirina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî û serbestberdana bê şert û merc kirin.

Şerîfe Muhammedî ya dayika zarokek 12 salî ye û hevjînê wê bi hinceta ser bi Partiya Komele ve ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û girtin.