‘Divê jinên ciwan ji xwe bawer bin’

Mereh Ezîz a 16 salî ku wêne xêz dike û futbolê dilîze qalibên civakî dişkîne. Mereh Ezîz bang li hemû jinên ciwan dike ku ji xwe bawer bin û xwe bi pêş bixin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo - Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rê li ber jin û zarokên keç vekir ku kêrhatiyên xwe bi pêş bixin. Li bajarê Qamişlo yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwan ji bo kêrhatiyên xwe derxînin holê di beşa huner û spor, mûzîk û hwd. de xwe pêş dixînin.

Mereh Ezîz a 16 salî ji bajarê Qamişloyê ye heskirina wê hem li hrmberî xêzkirin hem jî futbolê heye dibêje: "Ez hem wêneyan xêz dikim, hem futbolê dilîzim. Tevî hemû zehmetiyên li pêşiya min derketin jî min berdewam kir û dest ji xeyaêlên xwe berneda. Di dema belavbûna vîrusa koronayê di sala 2020’an de min dest bi wênexêziyê kir, min nexwest dema min vala derbas bibe. Di malbata min de ya ku herî zêde piştgiriya min kir xwişka min bû. Hemû alavên wênexêziyê ji min re anîn.”

‘Dixwazim di xêzkirina wêneyan de bibim pispor’

Mereh Ezîz li ser awayê fêrbûna wênexêziyê wiha got: "Dema min dest bi wênexêziyê kir tu rexne nehatin ji min re ji ber wê min bi îsrar berdewam kir. Ez bi riya dîjîtal medyayê fêr bûm. Min ji rûtînê hez nedikir min dixwest her dem xwe bi pêş bixim lewma min perwerdeya wênexêziyê dît ji bo behreya xwe bi pêş bixim û tê de pispor bibim."

Her wiha destnîşan kir ku ew di wêneyên ku xêz dike de xwe dispêre pênûsên resas û fehman û wiha got: "Ez beşdarî gelek pêşangehên xwecihî yên li herêmê bûm, ji bo ku kar û wêneyên xwe pêşkêş bikim. Ez niha hewl didim projeya xwe ya vekirina qehwexaneyeke taybet ji bo wênexêzan pêş bînim, ji bo ku her kes bibîne em çawa wêneyan xêz dikin."

Hem wêneyan xêz dike hem jî futbolê dilîze

Mereh ligel xêzkirina wêneyan futbolê jî dilîze, hezkirina xwe ya ji futbolê re jî wiha şîrove dike: "Heta ji min tê ez hevsengiyê dixim navbera kêthatiya wênexêziyê û lîstika futbolê. Carna hîs dikim ku du kesayetên min ên cuda hene. Ji ber ku herdu beşek dûrî hev in destpêkê min hinek zehmetî di hevsengiya navbera wan de dikişand lê niha di herdu aliyan de jî bi pêş ketime."

Mereh Ezîz beriya du salan tevli tîma Peyman a futbolê bûye û wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Min gelek piştgirî ji hevalên xwe yên di tîmê digirt. Min guh nedida gotinên ku di nava civakê de ji jin û zarokên keç dihatin gotin. Malbata min dizanibû ez ê bi ser bikevim. Ez bang li hemû jinên ciwan ên ku kêrhatiyên wan heye dikim ku ji xwe bawer bin û xwe bi pêş bixin."