'Ger em bibin yek em ê bi hêztir bibin’

Derûnînasa Efgan Yalda Ahmad, bertek nîşanî qetilkirina siyasetmedar Firyal Silêman Xalid ku li çendek berê li Kerkûkê qewimî da û da zanîn ku ew li gel têkoşîna jinên Kurd in.

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Yek ji çalakvanên jin ên Efganistanê derûnînas Yalda Ahmad, qetilkirina siyasetmedar Firyal Silêman Xalid a di 18’ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Yalda Ehmed, destnîşan kir ku armanc bi hedefgirtina jinên Kurd ên leheng û zana yên wek Firyal Silêman Xalid astengkirina têkoşîna jinan e û wiha got: “Dixwazin bi van êrîşan re derbeyek li tevgera jinan bixin. Lê divê hemû partiyên din û alîgirên wan bizanibin ku xwîna şervanan çiqas bê rijandin, ewqas şîn dibe. Têkoşîna jinên berxwedêr ên tên qetilkirin, wê ji aliyê şopdarên wan ve bê berdewamkirin û ala berxwedanê zêdetir were bilindkirin."

'Ez bawer dikim wê jin serkeftinê bi dest bixin’

Yalda Ahmed bi gotinên; “Bi xwişkên me yên Îranî û Kurd re êşên me yên hevpar hene” wiha got: “Ji ber ku em hemû bi ûreke bi nêmgirtî ya bi navê olperestiya tund belav bûye, di bin navê Akhund, Molla, DAIŞ, Talîban û El-Qaîde de bi hezaran mirovan qetil dikin re dijîn. Dijminên wan ên sondxwarî ji xwîna şervanên jin têr nabin. Ger em weke jinên xwedî hişmendî yên li hemû deverên cîhanê bibin yek, em ê bikaribin bi hêztir bibin, bi taybetî em weke jinên ku heman êşê parve dikin, dikarin ji têkoşîna hev dersê derbixin û bibin rolên model. Bi vî awayî ez li gel xwişk û birayên xwe yên şervan ên Kurd, Îranî û Efganî me û bawer dikim wê jin serkeftinê bi dest bixin.”