Gelo mirî bi helalîxwestinê vedigerin?

Gelo gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji mexdûrên erdhejê helaliyê dixwaze tê jibîrkirin? Ma tenêtî û bêçaretiya bi rojan, dê ji bîra kê biçe?

MEDÎNE MAMEDOGLU

Îro ez li ser tiştên ku der barê Semsûrê tê nivîsandin û xêzkirin de fikirîm. Bajarê ku di du erdhejan de terkî qederê hat kirin, sê rojan çivîkek jî nefîriya… Ma bajarê ku mirovan li kolanên wê xwe avêtin ber wesayîdên AFAD'ê û alîkarî xwestin, hawara alîkariyê ku di seatên şevê de ji binê xirabeyan bilind dibû, sibehê li hewa man û di şevekî de goristan tijî dibûn tiştên qewimîn kî ji bîr dike?

Semsûr bajarê ku bêçaretî di dengê ketî yê dayika ku ji bo keça xwe ya di bin xirbeyan de bû alîkarî xwest deng veda. Ez dibêjim gelo gel vê yekê ji bîr dike. Ma qeymeqamê ku kena xwe ji welatiya ku ji bo hemû cenazeyên ku li kolanan di bin baranê de dihatin sekinandin re digot "êş a me heye” tê jibîrkirin?

Em bêjin vê yekê ji bîr kir; ma ew zarokên ku bê betanî hatin veşartin û li ser kevirê gorên wan lêlîstokên wan hene, kî ji bîr dike? Ez ji bîr nakim. Hasreta ku di dema hevpeyvînê de digot "Ez ji bîr nakim, em ê nedin jibîrkirin" ji bîr nake. Xwişka Meryem a ku digot, “Ma tu piştî heftiyek têyî pîknîkê? Tu di dema dengdayînê de di nava 4 saetan de têy Semsûrê” li ser gorê şîn digrî, ji bîr nakî. Huseyînê ku bîranînên wî di şevekê de tune bûn û hemû hevalên xwe yên zarokatiyê winda kirin, ji bîr nake.

Hêrsê zindî girtin

Tevî 22 rojên derbas bûne jî hê li bajêr şîna kesek jî nehatiye girtin. Em bi fikirandina mafdarî û bêçaretiya di gotina “Em ê ji kîjanê re şînê bigrin” dîsa dipirsin; ma bi helalî xwestinê re her tişt derbas dibe? Qîrîna ku di vê erdheja hemû kes li bajêr bi dehan an bi sedan xizmên xwe winda kirin hê di bin xirbeyan de li kuçe û kolanan deng vedide gelo dê bi helalîxwestinek mirî vegerin? Dê hezkiriyên me vegerin, dê bîranînên me vegerin… Çi tişt wan vegerîne an jî çi tişt wan bide jiyîn; pir hêsan e em hêrsa xwe zindî bihêlin. Min got hêrs, ne kîn an jî tiştek din, tiştên hatin jiyîn ne ji bîrkirin. Ew şev û sê rojên bê av û birçî derbas bûne nayên jibîrkirin û dê neyên jibîrkirin.

Ma gel dê heqê xwe helal bike?

Semsûr bajarê dayika ku dema li ser xirebeyan lorînan digirt difikiriya ka ji kîjan xizmên xwe yên winda kiriye bigrî, bi lêdana çokên xwe şîn digirt e. Min nexwest gotinên “Em dereng man, heqê helal bikin” ji gel bipirsim. Ez dizanim, weke rojnamevanek diviyabû min ev yek ji gel bipirsiya, nêrîna wan bigirta. Lê ez jî şahid im, min jî dîtiye, min jî jiyaye. Wek şahidek dibêjim; ez pir baş bersiva Rohatê ku bi temaşekirina yek bi yek kevirên goran li hevalên xwe digere, dizanim.

Ji ber vê yekê ji bo dubare nebe min nexwest careke din bipirsim, min xwest binivîsînim. Lê ez ê dîsa ji wan wiha bipirsim, “Hûn çi dibêjin?” Ez ê vê yekê ji mirovên ku her car me dibînin dibêjin "Em terkî mirinê hatin kirin” bipirsim. Ez ê vê yekê ji mirovên ku jî hê mirî nehatine dîtin, hê cenaze nehatine teşhîskirin û cihê gorên mirinên bi komî kir û qada vala ya axê tevlî hev dikin jî bipirsîm.

Min bi gotina ez ê kurt û cewherî binivîsim pê li tûşên klavyeyê kir lê mixabin çîrokên bi êş û azar kurt nayên nivîsandin. Dema ku ez vegerim ser karê xwe hûn ji Semsûriyên ku hûn dibînin bipirsin, "Ma we helal kir?"